kemer şilî çaw xumare zułifit çîn çîn dête xware
Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
1 Xulek
493 Dîtin
kemer şilî çaw xumare zułifit çîn çîn dête xware
agat le diłî min nemawe ke hate lat bebê çare
aramî dił yarî xome řom û ’ecem bimken lome
řanawestê diłî mecnûn çunkî qelbî biřîndare
bê dînî mijet lêdawim kemendî ḧelqey dawdawim
ya were derdim derman ke ya zû bimxe ser sêdare
be samîNasnava edebî derdit girane geh celladî û geh luqmane
gehê xende û pêkenîne gehê salarî tatare