qani’ desî min damenî to tawekû ma bê

bo qani’
Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 1 Xulek  627 Dîtin
qani’Nava taybet desî min damenî to tawekû ma bê
’emirit le ḧeyata ’emelit sin’etî ça bê
nanê ke be geř des bikewê gûy segî tê bê
seg lêt bweřê û pîrejnîş dem be du’a bê
meşhûre ḧeya qetreyekî şox û letîfe
her kes ke geřa lazme ew qetre tikabê
mehtûke lelay min beşerê ba’îsî řizqî
keşkoł û def û mêzer û meşşak û ’eba bê
em sin’ete mekirûhe lebo kes nîye qurban
bo ew keseye wa be diro pyawî xwa bê
bapîrî minîş xîlqetî ger wa buwe ḧaşa
ta řojî ezel namewê lew cedde îba bê
muftîNasnava edebî ke weha bê edebe men’î nekey to
perdey diłekey řenge le sed lawe diřabê