qani’ desî min damenî to tawekû ma bê

bo qani’
From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 1 minutes  766 views
qani’Named-Entity desî min damenî to tawekû ma bê
’emirit le ḧeyata ’emelit sin’etî ça bê
nanê ke be geř des bikewê gûy segî tê bê
seg lêt bweřê û pîrejnîş dem be du’a bê
meşhûre ḧeya qetreyekî şox û letîfe
her kes ke geřa lazme ew qetre tikabê
mehtûke lelay min beşerê ba’îsî řizqî
keşkoł û def û mêzer û meşşak û ’eba bê
em sin’ete mekirûhe lebo kes nîye qurban
bo ew keseye wa be diro pyawî xwa bê
bapîrî minîş xîlqetî ger wa buwe ḧaşa
ta řojî ezel namewê lew cedde îba bê
muftîPen name ke weha bê edebe men’î nekey to
perdey diłekey řenge le sed lawe diřabê