lemew la şerte nedwêm û neyłêm řazî penhanî

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  1233 views
lemew la şerte nedwêm û neyłêm řazî penhanî
le destî dernekem ’umirim be bêhude be nadanî
du’a bo hîç kesê nakem ne bo berzî ne bo nizmî
ne řûsîm û ne yonanî ne capanî ne ełmanî
kesêkim bê des û bê ser le qewmêkim pena be xwa
ne dermanim lelay turke ne hîwame be êranî
letaw derdî giranî nan û bergim çaweřêy mergim
ełêm ya řebbî key derçim necatim bê be asanî
gezê çîtî řizîwî yazde filsî êste mam ḧacî
be sêsed filsî nada lay nema yek zeřře ḧałzanî
zexîre û genmekey pêrarî aẍa û beg le çałaye
hemûy espê serî têkird û min mirdim bebê nanî
ewa emřo şukur oxey ḧikûmet wek şekir birdî
hemûy dabeş eka lêman bebê ferqî û be yeksanî
řeşîdî qewmekeyşim her def û keşkoł û tezbîḧe
hemû top û debabe û debdebey şimşêr û qełẍanî
le birsana emirdîn herwekû ḧerbî zemanî zû
eger nebwaye bê şik sêber û řeḧmî berîtanî
ke min bimirim lejêr barî zelîlî û bêkesî emřo
be min çî debdebey şahî selaḧeddîn û babanî
bebê ẍaye û řya muftîPen name biłê daym heta mawî
feqîr perwer, hunerwer her bijîn xełkî silêmanîLocation