ey weten mujdet demê řojit tilû’î kirduwe

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  405 views
ey weten mujdet demê řojit tilû’î kirduwe
mamrîşt dête gwêm dengî xerîkî qûquwe
mîlletit pakî xerîkî fikirî baş û xwêndine
wa nezanî herwekû sałanî pêşû nustuwe
ew kesey to dîwte mirdibû ...Missing temaşa êsteke
dête ber çawim şukur huşyar û baş û zînduwe
dar û berdî mektebit emřo tewafî pê ewê
bêre seyrî çon becarê weḧşetî labirduwe
’îlmî ’esrî taze řoḧim bê be qurbanî şukur
gişt xerafat û hemû cehlî becarê kuştuwe
nêr û mê gewre û biçukî xakî pakit hate řîz
’îlmî des kewt û lejêr barî nezanî derçuwe
bo ḧuqûqî xizmetî to yek be yek gewre û biçuk
wa le xew hestawe piştênî becarê bestuwe
mîlletî ẍerbî be ḧikîmet çûne ser qesrî hewa
taze key řojî def û zerk û xiroşî hûhuwe
řadyo û telsiz ke hatin pîr hemû komeł ebûn
yek be yektiryan ewt bîllahî sîḧir û caduwe
ta ewanîş tê geyştin fennî ’îlim û ḧikîmete
boye ẍerbî hatin û em xakî êmey girtuwe
to ke wa kewtîte em eḧwałe her şukirane ke
xem mexo bo serbexoyî pê ega hêşta zuwe
her kesê ḧewt řenge ḧaşa bê le řeng û hey’etî
pyawî piřqîmet kesêke yek řewişt û yek řuwe
řengî muftîPen name pîre hoş û fikirî gencî çote ser
gerçî wa’îz pêy ełê bê fikir û şêt û bedxuwe