dînare ke wa ehlî cîhan eyxene ser ser

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  758 Dîtin
dînare ke wa ehlî cîhan eyxene ser ser
dînare eka sed kesî bêkes be hunerwer
bê filse ke wa muflîsî naw meclîsî ’ame
nawî le hemû laye wine nayete defter
řêwî le aqarTeksta ne aşkira nêçîrî ke wa şêre hemîşe
şêrêkî geda řêwîye bê qedir û muḧeqqer
şu’ley germî řewneqî řoje le tilû’a
yekcarî eşarêtewe şewqî meh û exter
lay canewer û new’î beşer xoşe ziřey zeř
bew ziřřeye ker dête terennum ke biłêy zeř
eyka be qefî çînî fener barî nebûnî
sed qametî mewzûnî cwanî wekû ’er’er
ger warîsî şahanî bebê zeř nîye qedirit
damawe heta mawe bebê řewneq û cewher
serpakî qisey piř û pûçêkeTeksta ne aşkira feqîrîy
biřjê le demî nutiq û kelamî wekû gewher
tacir be çew û saḧîbî pare û diremî zêw
nabînî ke gîra bê be îcbarî be ’esker
heqbêjim û dił nakeme enbarî ẍemî kes
zanîwme ekujrêm ke be qurşûnî lîwerTeksta ne aşkira
sewday diłim bêt û le diłma nebê satê
naydem cigere û qûtwekeyî xom be sikender
lakîn be xuda pareke kirmêke le serda
nayate derê ta degeye saḧeyî meḧşer
siřřêke xuda dawye eger saḧêbî pare
neşbexşê hemû xełkî le şwêne wekû leşker
ger quwetî pare nebwaye be çi quwet
gerdinkeçî řêbwar ebûn taryerTeksta ne aşkira û ezmer
muftîNasnava edebî çîye wa ’aşiqî şeyday be zeř û zêř
sed zahîdî tînû nîye wa ’aşiqî gewher