bo neberdî û çawnetirsî fewqî sed ełmane kurd
Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
2 Xulek
1138 Dîtin
bo neberdî û çawnetirsî fewqî sed ełmane kurd
bo şeř û de’way ḧeqîqet şêrî řûy meydane kurd
beḧsî azayî heta sałêk binûsim her keme
min ezanim çî binûsim pakî sed çendane kurd
daxekem bê ’îlmin û xoxorin û xwênřêjî yek
her xerîkî taw û qûç û kuştin û tałane kurd
xizmetî xełqî be řoḧ û ser heta mirdin eken
ře’yetêkî bareber, gwêgir, hemû milpane kurd
bê ser û serdarin û duşmin be řoḧî yektirin
boye peřpût û zelîl û wêł û sergerdane kurd
řadyo eyxate gwêm zewq û şewqî neşîdî ’alemê
’ûd û tar û zewq û şewqî şîwen û giryane kurd
bo biřînî destî bêçare û feqîr wihîç nezan
çende westay pirç û řîş û řiştinî çawane kurd
ecnebî emřo leser textî hewa cewlan eka
sen’etî makînecatî celbîy û zîndane kurd
ger epirsî ba’îsî em celb û sergerdanîye
tekye gûřêj û giskiçî xaneqay şêxane kurd
ya xerîkî mêzer û řîş û ’eba û cibbeye
bê sewdaTeksta ne aşkira û bê deng bedaym îşî çawnûsane kurd
hîç nema yekser ke neyken celbîy erz û asman
keşfî erz û asmanîy zerg û def lêdane kurd
her be tîflî fêrî sin’etyan nekirdîn pêy bijîn
teqne û swałyan nîşan dayn boye małwêrane kurd
nwêj û řojû bû be karman fîkirî ’îlmî bê semer
boye êsteş her xerîkî swałî naw kûçane kurd
kake ba bes bê xeyałî mîllî û fîkirî ’ebes
her serî emřo ebînî goy şeqî meydane kurd
muftîNasnava edebî ger eqiłit hebê hewłî jyanit çatre
sed ewendey tir biłêy her derdî bê dermane kurd