ey ser bese takey le serit mawe cehalet

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  964 Dîtin
ey ser bese takey le serit mawe cehalet
çaw hełbiře nextê be sed eḧwałî qebaḧet
ḧeywanî eger cê leweřî xoş û murade
ya ger beşerî bêre sefî ’îlim û dîrayet
key kufre eger fêrî bî sin’et û ḧîkmet
key men’e le to her dû be asar û be ayet
des heł’ebřî def’î nebûtî be du’a key
asane bibarê be du’a nebuwe be ’adet
bay’ nîye xalq ke řizq bey’ û şîraka
nayda be kesê denke birincê be ’îbadet
wek nanî dizî ḧîzîye jînê bem û bew bê
her çende ke binwênê dûsed keşif û keramet
te’qîbî ẍerez nakem û dujmin be kesê nîm
nadane neqîze ewî danaye îşaret
çaktir le dûsed xełwekeşî tekyeye me’lum
yek luqme be des bênê be řenc û be kesabet
çend sałe eto basî ekey sûřetî deccal
medḧî kerekey nayete teḧrîr û kitabet
tersî wekû basî ekey her wekû xurma
qabîl be hemû meclîse piř zewq û ḧelawet
ewsafî gelê zore feraẍet nîye bo min
pyawêkî ewê farẍ û bêkar û betaqet
deştêkî ewê řojî ḧeşir kake le şama
seyrane lebo bê ẍemî meydanîy qyamet
çend wexte ke em řence legeł em kere eyden
kam kafrî hênawete ser dînî hîdayet
wa’îz ẍezelim to bî xwa kamî diroye
bes bim ke becêy te’ne û teḧqîr û melamet
muftîNasnava edebî sebebî xizmete bê ḧurmete daym
bîxate des kê be hewes dad û şikayet