aferîn pare ke wa daym şeref peyda eka

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  1986 Dîtin
aferîn pare ke wa daym şeref peyda eka
naḧez û dujmin wekû xermanî ka berba eka
komełî xwêş û bira, yekser le yek tana eka
wa ezanim dîn le yezdanîş merdaneTeksta ne aşkira sewda eka
ḧukim û fermanîş beser em xełkeda wek şa eka
her kesê parey bibê maqûł û xawen ḧurmete
nawecaxîş bûbê êste ředdî emrî zeḧmete
řû le her şwênê bika wêrî be çayî û şerbete
çiş lewey xwardestyetî bo nanê cergî letlete
pare hêzêke ke sed gelḧoy temeł wirya eka
pare siřpoş û ’eybidapoş û lêfe û kursîye
pare ḧełqey gerdinî lat û hejar û birsîye
baxełit piř bê sîlaḧî çabûkî û bê tirsîye
ger betenya řû le małêk ka lecêy bîst û sîye
bo kewş hełgirtinî sed kes becarê řa’eka
her kesê parey nebê sed ’îlmî bê dernakewê
her kesê parey nebê kar û qisey ser nakewê
bo şikatîş ger biçê bê pare cêy ber nakewê
paredarîş her lenawa îş eka der nakewê
pare pyawî tirsinokîş bê diro û wirya eka
bo supasî pare sed defter binûsim her keme
pare esbabî keşîde û ḧecic û awî zemzeme
pare esbabî nemanî fîtne û bezim û xeme
pare bo derdî dił û azarî dinya merheme
pare qełẍanêke řêbestî hera û hurya eka
pare tarîkî şewî hewr û heła řûnak eka
pare pyawî tirsinok û bê wire bêbak eka
pare pîrî kewte û xwên tyanemaw çalak eka
pare pyawî herze go û nalebarîş çak eka
feylesûfêk bête meydanî le destî řa’eka
muftîNasnava edebî ger hoşt bibê dermanî derdit pareye
şêr be gwê bigrê kesê bê pare bê, petyareye
pyawî bê pare hemîşe serkiz û bêçareye
herçî damawîy nedîbê ẍafłî em kareye
pare herçend şa nîye zor kirdewey wek şa eka