dînare ke wa ehlî cîhan eyxene ser ser

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  759 views
dînare ke wa ehlî cîhan eyxene ser ser
dînare eka sed kesî bêkes be hunerwer
bê filse ke wa muflîsî naw meclîsî ’ame
nawî le hemû laye wine nayete defter
řêwî le aqarMissing nêçîrî ke wa şêre hemîşe
şêrêkî geda řêwîye bê qedir û muḧeqqer
şu’ley germî řewneqî řoje le tilû’a
yekcarî eşarêtewe şewqî meh û exter
lay canewer û new’î beşer xoşe ziřey zeř
bew ziřřeye ker dête terennum ke biłêy zeř
eyka be qefî çînî fener barî nebûnî
sed qametî mewzûnî cwanî wekû ’er’er
ger warîsî şahanî bebê zeř nîye qedirit
damawe heta mawe bebê řewneq û cewher
serpakî qisey piř û pûçêkeMissing feqîrîy
biřjê le demî nutiq û kelamî wekû gewher
tacir be çew û saḧîbî pare û diremî zêw
nabînî ke gîra bê be îcbarî be ’esker
heqbêjim û dił nakeme enbarî ẍemî kes
zanîwme ekujrêm ke be qurşûnî lîwerMissing
sewday diłim bêt û le diłma nebê satê
naydem cigere û qûtwekeyî xom be sikender
lakîn be xuda pareke kirmêke le serda
nayate derê ta degeye saḧeyî meḧşer
siřřêke xuda dawye eger saḧêbî pare
neşbexşê hemû xełkî le şwêne wekû leşker
ger quwetî pare nebwaye be çi quwet
gerdinkeçî řêbwar ebûn taryerMissing û ezmer
muftîPen name çîye wa ’aşiqî şeyday be zeř û zêř
sed zahîdî tînû nîye wa ’aşiqî gewher