emřoke le xoşî wetenim herwekû mindał

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  948 views
emřoke le xoşî wetenim herwekû mindał
dił pê ekenê êste ke kewtote guřugał
bo xizmetî ałayeke sewze û sipîye û sûr
eykem be fîday qewm û kes û řoḧ û ser û mał
ew dû gułegenmey ke ḧeyatî min û toye
yek sed ebřê pişt be xwa payîzî emsał
nûkî qełemîş nêzeye bo sîneyî naḧez
pêy wer’egrîn ḧeq çi be xerwar û be misqał
sed şukirî xwa êste ke wa bote gułistan
çend sałe ke eřjê wekû guł xwênî geş û ał
ew şîwene bo êste bû ew řoje ke emut
sernakewê em qewme be tezbêḧ û be bermał
nemdî keřetê sofî û dêwane be hîmmet
dermanî kesê ken be dû sed zîkir û dû sed ḧał
çend sałe çi bo dîn û çi dinya çi bû nef’î
te’rîfî zilîy ḧûc û kerî ḧezretî deccał
gîrode bû em qewme lejêr barî xuřafî
geh basî cinoke û şewe bû gahê qisey hał
pêwîste leser şa’îrî em ’esre lemew la
xamoşî bika basî dem û çaw û xet û xał
lam waye gelê ’eybe lebo pyawî beqîmet
nawbirdinî bermûr û mil û bazin û xiřxał
ey kurde eger řû nekeye mekteb û sin’et
řatnagrê hîçkes çi be feřřaş û çi ḧemmał
bê ’îlim û edeb tawekû key nabîne însan
her ’îlme ke asin efřê bê peř û bê bał
bê hêzî qełem bê quwetî xwêndin û zanîn
her jêr ekewê axrî ger bête newey zał
şa’îr heyetî řêge lemew lawe ke bidwê
takey le xefetxane xizê mat û keř û lał