egerçî leḧzeyek derd û xem û qehirim be ba nakem

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 1 minutes  404 views
egerçî leḧzeyek derd û xem û qehirim be ba nakem
îlahî zor şukur ummêdî nanê min le şa nakem
le sayey zeḧmetî qaç û ser û şan û des û estom
lebo kes çawleber nîm û xeyałî řêy řya nakem
leber tałî zemane û şerbetî eş’arî şîrînim
heta em dû te’amem bê xeyałî şekir û ça nakem
be şałî xakekem řazîm û eypoşim heta mirdin
le fason û geberdîn ta ebed sełte û kewa nakem
melayî û xwêndewarî xû û řewştî xom û bawame
keçî min arezûy nan û jyanî wek mela nakem
weha ẍerqî meraqî piř cexarî karî napakim
eger xom bim be luqman sedyekî derdim dewa nakem
be ummêdim be serbestî le ḧeşrîşa necatim bê
le dinyada ke hîçkes tûşî azar û beła nakem
eger şî’rê biłêm û neşrî kem hîçim le kes nawê
le fîkira peyřewî merḧûmî zatî şêx řeza nakem
eger muftî, yekê peyda nekey hawderd û hawdînit
biłê ta hem şikatî gerdişî çerxî le la nakem