meyke be esbabî jîn cibbe û řîş û ’eba

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  787 Dîtin
meyke be esbabî jîn, cibbe û řîş û ’eba
meyke be desmaye to sunnetî wextî zuḧa
nwêj û ’îbadet eger kesbî legeł tê nexey
qełbe zeř û zîwî to naçê le qapî xwa
nwêj û ’îbadatî to kufre newek me’syet
bête ḧuzûrî xwa nek be yeqîn bo řya
qaç û des û çawî sax, ger beşerî bîxe kar
minnetî ’alem be hîç, her le wezîr ta be şa
nêrî be şêrî bijî xot meke řêwî be zor
řûmeke dergay hemû begler û şah û geda
êste welî nî’metî toye jinî nîweřîs
bêne nezer bîstinî qetreye şerim û ḧeya
ẍîretî jin bêne ser hełmetî karê bide
her wekû kwêr ---Teksta ne aşkira řamekşê labela
bo temełî kurdekan yek le yekî çatirin
xew le hemû kes exen tekye legeł xaneqa
def ke tewafî eken ferqî legeł dimłeka
pane em û ew xiře her dû yekin bo seda
gerçî şukur êste wa taze usûłê heye
dimłek û def labra tepłe lecêy herdû la
ew kese řûsûre wa xizmetî qewmî eka
xwênî leser xakî xoy řijit û be ẍîret kujra
şî’ir û meqalatî min kufre lelay bê xeber
boye mude’în be min taqmê şêx û mela
key le diłit muftyaNasnava edebî her wekû beḧrî muḧît
qetreyê lem beḧre bû êsta le dinya řija