çend sał lemewber ke babeguřguř

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  489 Dîtin
çend sał lemewber ke babeguřguřNava taybet
eçûne serî be nyazî kuř
le kurd û ’ereb ta luř û kełuř
seryan ebřî beranî dûg xiř
***
her qewmê eçûn bo lay destubird
zor be îxlasî tewafyan ekird
sucdeyan le ber xakekey ebird
le turk û ’ereb êran ta be kurd
***
çîlkeyan eda le zewî û xakî
lêy peyda ebû şu’ley řûnakî
bê dengyan ekird leber diłpakî
’elametêke nîşaney çakî
***
xulase daym serwet bine kilûrTeksta ne aşkira
boyan ehênan le nizîk û dûr
be bezim û şadî be ’eyş û sirûr
wayan ezanî zatêke le nûr
***
eyanlisitewe xakî be ziban
epařanewe wek birsî bo nan
du’ayan bo bika le qapî řeḧman
kuřyan bidatê her wek qareman
***
qewmî ewrupa wextê pêy zanî
be ’îlim û ḧîkmet cergî derhanî
ême pêy ełêyn ’îlmî şeytanî
kirdyan be beḧrê newekû kanî
***
ême leberçî be zeḧmet ejîn
mirdûperestîn hem zîndûkujîn
be naheq xwênî yektir emjîn
yekyetî bo bax nakeyn be perjîn
***
ta herwa leser em eḧwałe bîn
pałtaw ferencî potîn kałe bîn
her xerîdarî zirke tałe bîn
----- -----Teksta ne aşkira
***
ya xew ebînîn ya xełwe kêşîn
ya be’zê sofî û be’zê derwêşîn
ya bebê ’ereq be’zê serxoşîn
bê beng û tiryak û řû bêhoşîn
***
muftîNasnava edebî beřastî eger însanî
lem new’e fîkire herçî ezanî
biłê, metirse heta etwanî
bîxere bazař gencî nîhanî