sine

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  571 Dîtin
destî ḧîkmet dway çûnî çîn
le siney dana yaney zanîn
kotî çîney ew zanîne
çeşnî pûrey mêş hengiwîne
řestey jîr û zanayane
hestey waje û mananane
cêy mîrî mezin û meşhûre
gencîney têda mestûre
şax û daxî be zimanî ḧał
deyłên û ḧałîn ehlî ḧał
ey řawêjgey xan û mîran!
tekyey şêx û çak û pîran!
to mangî asmanî berzî
estêrey řûnakî erzî
bê şik mêşkî eflatûnî
çon luqman û erestû nî?
kwanê suleyman û textî?
kwa asef wezîrî wextî?
le ḧand amanułłay walî
kê bû xêwî babî ’alî?
nêwbang û nêwî «erdełan»
le mêjûda bergî tełan
kêt dî le ḧandî merdoxî
defî dengî da ya koxî?
«sîd qitibNava taybet» ew dem kirdî guł
çepkêkî da des «xirim diłNava taybet»
deng xoşî dawid pêẍember
bu «seyd esẍer» cê ma û «mezher»
bo medḧî «daralaḧsanNava taybet» y
kê bênim wêne «ḧisan» y
nûrî ’eynî beytî qudsî
dedrewşê ta ’eřş û kursî
em wek řûḧe û cîsme «ezher»
bełgey nawê şemsî ezher
řwangey şar û çom û baẍî
seyrangey seddî qişłaẍî
pêtî denwênê dinyay dî
pêy nawê geştî dinyay dî
burcî połay řûyîn dijî
her ser berz û xoş bî û bijî