mehabad

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  690 Dîtin
ew nuxtey pergarî kêwe
tenyaye û dinyayek nêwe
tomarî sûřî gerdûne
gerdûney çerxî ezmûne
mełbendî şîfay alame
dermanî sařêjî zame
řołey şêrî werkewtuwe
bewrî dewrî serkewtuwe
mehabadî hîwa berze
serberzî parêzer merze
kanûnî şê’ir û hełbeste
nextê ehlî dił bî, beste
wefayî diłdarî ’îşqe
şê’rî şîrîn şarî ’îşqe
baẍî sîsey gułî geşe
diłî bexem deka neşe
dem çom û baẍ û gułzarî
behşitê dênin be dyarî
bê bayexe beybûn lewê
nesrîn û guł bêbon lewê
kej û kêw û mah û zerdî
dar û çêw û herd û berdî
xem tarên û xoşî hêne
cê řawî baz û şahêne
kangey mîranî ser berze
dengî berze lew ser erze
guł daym bazařî germe
bulbul, bê dengî pê şerme
lew baẍaney řengawřengin
mamlêKes û şaruxKes bo bê dengin?
ger pirdî sûrî xapûre
seddî çeşnî deryay nûre
lawî şêrî pê mamze
kîjî be mamzî dê bize
ew cergî hêndî mîr qaze
em serwî naz û çawbaze
bitrazênê dugmey yexe
’ûd û ’enber bê bayexe
le dawênî «meḧmûdkanî»
le nêw baẍ û çom û kanî
mirdûy lê zîndû debnewe
derd û xem lebîr deçnewe
«mizgewtî sûrî» cum’ane
qubbey nûrî ta keywane
le mer qebiristanî kone
kakî řêbwar bîrit çone?
bidaq sułtan, melacamî
şêx teha û ewanî namî
hatif pêy gut nîştimanî
kurdistan be toye manî
şêrî lanî xawen hestî
sûřî gerdûn pêt nawestî
wek asmanî ḧew nihomî
begirmey hewrî naçomî
hewrazit hêlaney baze
bin berdit cê jwanî řaze
gerçî tałî û سۆێریت dîwe
çawit řûne û kwêrît dîwe
bełam êsta řołet zore
xizmetit dekin be nore
dełên ême tîrey madîn
birsî nîn tînûy azadîn!