serdeşt

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  620 Dîtin
duř daney xoşî serdeşte
baẍ û seyrange û cê geşte
berz û nizim û şax û daxe
kax û kox û dar û baxe
bûkî řazawey awate
şabaşî behre û dahate
xişłî yaqut û ełmase
cilkî ḧerîr û damase
xwa erzî qudsî pê dawe
pîtî hengaw be hengawe
no new’î behrey mazuwe
’umrî nûḧî têda zuwe
gełay gezoye û guł mîwe
xořayîn binêşt û cîwe
mestûrey baẍatî «xulde»
her têy da hełsûřê û xul de
baẍî îrem wabu û waçû
řîşey leserdeştê řaçû
«bêwranî» dîqey bêřûte
řeşt û gêłanî pê řûte
kes neyzanî awî sardî
kewser kê hênay kê nardî
«xidirKes» awî jînî hêna
kê şaney hengiwînî hêna
bo wêney «tengî girjałî»
«manî» baskî lê hełmałî
peşmî pembe û zêřî mis bû
řengî çû rîsî pispis bû
gwêzim! bo baẍit zimzîran
nexşe û nuxşey lê hełgîran
«îrem» le ḧandî bê řenge
baẍçey beheştê bê, řenge
dway seyrî ser çomî «kełwê»
fermû bo nêw baẍî «hełwê»
qaspe û gimey ew naw çiře
kewyaře ,kotre, kuřkuře
leber çeşnî mîwey zore
kîjî cwanî çeşnî ḧore
serwe û cûtê sêwî pêwe
serwî xunçey dem û lêwe
qûtî řûḧin mem û deman
dił çûzanê jem û deman
polî mamz le gełwanin
karwanî dił le geł wanin
katê dên bo beřû řinîn
«karwankuj» dê be řû řinîn
bo dîn û geştî bendenî
kwêrin parîsî û lendenî!
serdeştî mindał û gewre
le ḧandî dujmin wek bewre
baẍat û awî hełdêrî
ḧewzî berz û çomî jêrî
zistan, hawîn, payîz, behar
«ticrî min tiḧtiha alanharErebî»