seqiz

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 1 Xulek  803 Dîtin
seqiz be hoy ejmarî «eb»
«ced» yanî «cay ’ilim û adibFarsî»
şarêkî mêjûyî kurde
cêy endêşe û fîkirî wirde
bełge û şwên û şûrey şarî
sî çil qeřnî dawe dyarî
şêx û zahîd, zana û momin
zorin na’ejmêrê bo min
dedrewşê nûrî ’îrfanî
wêney ẍezayî û ’usmanî
ḧesen şêxî «mewlanawaKes»
mewla le naw mewla nawa
honer çendî bêjî zore
hunermendî keş bew core
şagirdî xetit û neqqaşî
be muqle û manî gut: naşî
şa’îr zorin cêy şanazî
wêney «şipirzeKes» û «şîrazîKes»
parkî şarî lew dawêne
denwênê wêney awêne
cê geştî genc û pîrane
řawêjgey řoşnibîrane
«qełay zêwyeCih» û «narî qełaCih»
layan misin nuqre û teła
gułî kêwan «wenewşe»ye
çiray ew ḧewl û ḧewşeye
çwar sał le baweşî dabûm
be ber demya hatûm û çûm
êstaş be bonî wenewşe
dway heşta sał diłim geşe
«merxuz» bêşkey mindałîme
colaney şîrînî û tałîme
giłkoy suleymanî lêye
biray gewrem ha lew dêye