seqiz

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 1 minutes  806 views
seqiz be hoy ejmarî «eb»
«ced» yanî «cay ’ilim û adibPersian»
şarêkî mêjûyî kurde
cêy endêşe û fîkirî wirde
bełge û şwên û şûrey şarî
sî çil qeřnî dawe dyarî
şêx û zahîd, zana û momin
zorin na’ejmêrê bo min
dedrewşê nûrî ’îrfanî
wêney ẍezayî û ’usmanî
ḧesen şêxî «mewlanawaPerson»
mewla le naw mewla nawa
honer çendî bêjî zore
hunermendî keş bew core
şagirdî xetit û neqqaşî
be muqle û manî gut: naşî
şa’îr zorin cêy şanazî
wêney «şipirzePerson» û «şîrazîPerson»
parkî şarî lew dawêne
denwênê wêney awêne
cê geştî genc û pîrane
řawêjgey řoşnibîrane
«qełay zêwyeLocation» û «narî qełaLocation»
layan misin nuqre û teła
gułî kêwan «wenewşe»ye
çiray ew ḧewl û ḧewşeye
çwar sał le baweşî dabûm
be ber demya hatûm û çûm
êstaş be bonî wenewşe
dway heşta sał diłim geşe
«merxuz» bêşkey mindałîme
colaney şîrînî û tałîme
giłkoy suleymanî lêye
biray gewrem ha lew dêye