merîwan

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 2 minutes  552 views
ew sałey wa ařimistirang
swarî sefîney bû ço mang
be hoy tiliskopî qewî
sirincî da kurey zewî
sefîney dî wek seyyare
le nêw deryaçêkî dyare
le ber ḧîret kelley masî
bałindey lê bibwe masî
mangîş detgut bûkî awe
awêney bo řagîrawe
şabaşî nuqrey estêren
estêrey ’asmanê lêren
ḧasił sersuřmanî hêna
be yezdan îmanî hêna
řama û dama daxo kwê bê?
naka seyyarêkî nwê bê?
cê beḧre û dedrewşê mase?!
ya kangey duřiř û ełmase?!
destî mûsa û kêwî tûre?!
ya mestûrey deryay nûre?!
’erze û lay řoj’awa bûne?!
ya bergerdanî gerdûne?!
ser lê şêwaw bû endêşe
«kampyotir» serinc řakêşe
be wergêřanî ejmare
biřyarî da zirêbareLocation
deryay mêjûy merîwane
şarî jûrûy kurdistane
be gwêrey çîrokî kone
cê şarî derwêşî xone
ḧaşa be ẍedir û aho çû
zanistî sengîn bu řoçû
mîẍnatîsî keştî cewî
tenya le ḧandî wî newî
miroyan biřwayan waye
«mirîwan» «waw» y pêş «ya» ye
giştî jîr û danşimendin
na’ejmêrrê bêjî çendin