bokan

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 2 minutes  640 views
bokan manay bûkî şaran
binkey xanan û serdaran
qełay taqî kîsra terzî
taqe û çwarin burcî berzî
bo pêşwazî ’azîzanî
bîstûme û dîwte û deyzanî
katî hatî çerxî gerdûn..
sewrî dêna bo gaw gerdûn
le ḧandî serçawe û çomî
çawey çomî ceyḧûn çomî
nêw bangî «gomî ser seko»
řoyî bo «ko» û «bako» û «mako»
«diryaçey wirmê» û «şagolî»
wan le qerax şar û çolî
em, qelbî baẍat û şare
’erz û asmanî lê dyare
awî řûnî «ḧewze gewre»
wek awî kewser bê ẍewre
panawkêke beḧrî qulzim
perjînî guł! ’eynî zimzim
awênêkî bałanwêne
le mangê hełdegrê wêne
terzey hewrî gewał gewał
tîşk bî’engêwê beḧał
le textî ḧewzî bê ẍewşî
çeşnî ełmasê dedrewşî
eskender ser lêşêwawe
awî jîn yanî ew awe
le ser baskî «nałeşkênê»
«ḧesen zîrekPerson» xoy denwênê
qûtî řûḧe dengî xoşî
xoş bê ba neşmabê xoşî
dengî her bizrîngêtewe
mirdûy pê zîndû bêtewe
sî mizgewtêkî têdaye
cum’e û cematî berpaye
şar û dêhat em be ewber
xettate û neqqaşe û honer
çom û baẍ û qorẍ û mêşe
terxan bo fîkir û endêşe
«ḧeqîqîPen name» małî ha lêre
çaweřwanî dû’ay xêre