bane

From the Book:
Dîwanî Heqîqî
By:
Haqiqi (1902-1996)
 1 minutes  555 views
carêkî bit bînim bane
deřwa leser çawim tane
nexşî xokirdî dadarî
beheştî û nexşê sakarî
leser nûçkey řwangey dîmen
dyarî wek baxçey nêw çîmen
efsaney gorîn dênye bîr
mangî çardey kewtûye bîr
herçî xwa bew bendey dawe
lew mełbendeyda xułqawe
daristan û lêřeware
suxtî puxtî beřû dare
řez û bax û şax û kêwî
lik û popî, dar û çêwî
mîwey řengawřengî pêwe
lêy şîn nebuwe ême û êwe
henar û hermê û sêw û bê
qawit lê deken êjin bê!
mêwij û gwêj û gezo û mazû
be dway yekda degen zû, zû!
tûy şîrin xermanî sûre
nuxşey hencîr û hengûre
şan û yał û şîw û dołî
herd û berd û xak û xołî
xêr û bêr û behre û pîte
xełkî wê bî fîkirî çîte
şarêkî zor mîwangire
qet ney dîbî pêt ogre
mîrî û meznî «yons xanî»
«řeza» nûsî le dîwanî
«arbaba» fexrî «seywan» bû
ew dem «kak eḧmed» mîwan bû
deryay zanist û ’îrfane
şarî ’eqîde û îmane