eḧmed muxtar
kotrebarîkey deng piř le yahû, guřey ew denge guřtir le ahû, gułałey baxçey ’êlî cafekan, gułałey buxçey fîkirî kurdekan, hełkewtûyekî serbexo le meydanî şi’ra, serkewtûyekî xo be xo le bazařî xêra. kewtû be dawî çawî mestewe ta hoşî kirdewe, tînû be řojî řûnî kurdewe ta piştî kirdewe. şox û şeng û lawçak buwe, des be tifeng û swarçak buwe. şa’rî em şwêne nawî «eḧmed û kuřî wesman paşay caf û bira biçûkî tahêrbeg û daykîşî her ’adîle xanme». le sałî 1897y mîladî le şarî hełebceCih hatuwete dunyawe. leber ewe ew sałe sałî 1316y hîcrî buwe, we em mêjuweş leser ḧîsabî «ebced» be nawî «aḧimd mixtar bigKes» ewe derdêt her em naweyan bo kirduwe naw. wesman paşa û meḧmûdpaşa, ḧesenbeg, fetaḧbeg, siłêmanbeg û ḧeme’elîbeg şeş kuřekey meḧmûd paşay keyxesrewbeg bûn. wesman û meḧmûdyan le layen ḧikûmetî ’usmanîyewe leqebî paşayetîyan dirawetê. meḧmûdpaşayan yekêk buwe lew seramedane ke pabendî be edebyatî kurdîye û lewaneye dastanî hemû dîwexanêk bêt û xizmete edebîyekey şayanî hemû qełemêk bêt, be xetêkî zor cwan leser kaẍezêkî nayab kitêbêkî le şi’ir û edebyatî gelê le şa’ranî kurdî nûsîwetewe û nawî nawe «keşkołNava taybet». em keşkołe gencîneyekî zor benirxe beranber be edebyatî kurdî, we êste le kitêbxaney ḧesenbegî neweyaye. eḧmed muxtar, wekû hemû minałêkî tir le ḧewt sałîda exrête ber xwêndin le qutabxaney mindałan le hełebce, qur’an û kitêbe wirdełekan tewaw eka, lepaş emane des eka be gulistan û xwêndinî farsî tir. lepaşa kemêkîş ’erebî exwênê û destî lê heł’egrê û xerîkî ser û swarî û miłkidarî ebê. le temenî bîst sałîda jinî hênawe. le sałî 1922 buwe be qaymqamî hełebce le 1924da buwe be na’îb le parlemanî ḧikûmetî ’êraqda, ta le 1935 le temenî 38 sałîda be guley tifengî destêkî pîs leser awî sîrwan kujra û cwanemerg bû. termekey birayewe bo hełebce û le awayî ’ebabeyle lewgořistane ke tahêrbegî biray tyaya nêjrabû, emîşyan naşt. eḧmed muxtar pyawêkî bałaberz û sûr û sipî buwe, cwan çak û şoxuşeng, çaw gewre û demuçaw pan buwe, řîşî etaşî û cûtê simêłî qeytanî ehêştewe. zor ḧezî be řaw û şikar kirduwe, řawçî û tifengiçî û swarçak buwe. teřpoş û diłteř, zortir miraxanî û şerwałî leber ekird û şede û mişkî ebest be serewe, piştênêkî tozê zyadî ebest û feqyanekanî heł’ekird, gelê car dû řîze fîşek û sitarxanî ebest. legeł cilî kurdîda çaket û pantołîşî leber kirduwe. legeł xwardineweda sewday buwe. yarîşî ekird, pyawêkî nan bide û berçawtêr û zor dest biław buwe, řûxoş û hemû wext dem be pêkenîn buwe, le şwênî dûrewe gwêyan le qaqay pêkenînekey ebû, hełsûkewtî legeł hemû core kesêkda ekird. xwêndineweşî pê xoş buwe, le qisekirdinda deng gewre buwe. ke wird ebîtewe lem xwêndinewey eḧmed muxtar, temaşa ekey şitêkî way nexwênduwe, legeł eweş tapoyekî zîrekî buwe, zimanî farsî û ’erebî û turkî zanîwe, toze tozêkîş le îngilîzî. tenanet le farsîda gelê şi’rî heye. emênêtewe ser ewe ke çî bûbêt eḧmed muxtarî xistibête ser ewe dest bika be xyałbazî şi’ir û bezorîş tenya dû rêçkey girtibêt?.
wekû le şi’rekanî der’ekewê, yaxud wekû yasay binemałeyî derî exa eḧmed muxtar le dewrî seretada ne peykerêk buwe řûy tê ka, we ne heykelêkîş buwe baweşî pya ka. ke çî legeł emeş wekû şa’rekanî tir dîsan her diłî kirduwe be hêlaney xał û xet û zimanî kirduwe be mekîneyekî daymegeř bo dirustkirdnî sitayşî çaw mestanî qed barîk û zułfî řeşî wek şewî tarîk!. bełê, ne çawendazêk diłî kirduwetewe, be çaw be nazêk hoşî birduwetewe, bełam em lew małeda gagołkêy kirdibû, ke keşkołekey meḧmûdpaşa bûbû be řewřewey pêgirtinî û dengî şi’rekanî tahêrbegî birayşî daredarey bo ekird. lew lawe «narîKes» le baxçey jyana be «ebro keman ey xanedan» gwêçkey eziringanewe, lem lawe «nalîKes» le beheştî ew dîwî jyana be awazî «gułbeden serwî çemen» diłî egeşandewe!. ke em bem core çwardewrî be perjînî destey le’il leb û bestey gułî edeb bitenrê naçare lew naweda emîş biłê:
ke wa bû eḧmed muxtar lem dewreda tenya naw małekey xoyan bû kitêbî şi’rî bo girtewe, çunke lewêda tahêrbegî têda bû, kitêbxaney tahîrbegîş dîwançey şa’rekanî têda bû, sereřay emaneş keşkołeke leber desta bû, beyanî û êwaranî fîkirî şa’ranî tyaya wer’egirt. înca ba êste bêyne ser ewe qise le hendê le şi’rekanyewe û lew rêgane ke ew le şi’ra girtûnî bikeyn. eḧmed muxtar temaşa eka, wa diłřifênekey ke nawî nawete diłberekey be tazêkewe tozê le serpoşekey lada řojî hejar wek zerdûydar pêçî kirdewe le taw azar, emyan bolay masî û seraw, ewyan bo şwênb dûr le çaw; seretay em base ekatewe û ełê:
temaşa ekey le barî ẍezel û ẍeramda em şi’rane diłêk ekenewe, bebê perwa pyaw exene sozêkewe û zor teř û awdarin. bełam nabê eweşman le fîkir biçêt ke le şi’rî dûhemda legeł eweda ke wekû ewanî tir swar û řêkupêke, wa nebê me’nakey zor behêz bê, çunke ełê: bulbul le payîza ke çuwe gułistanewe xeyałî beharî kird. carê gułistan le payîza nîye, le beharaye, ke çuwe nawyewe îtir çon xeyałî behar eka?! bełkû xoy wêney ew behareye ke xeyałî eka ewey ke bo payîz bimênêtewe perêzî gułistane, newek gułistan, her ke witra gułistan, behar dêt be diła, wekû çon ke witra «pênc» taq be diła dêt, emîş waye. ke wa bû payîz û gułistanekey pêkewe nenûsawin!. eḧmed muxtar her le barî ẍezelxiwanîda be wêneyekî tir dête deng û ełê:
řaste cwanî řazanduwetewe û teşbîhêkî be kêy kirduwe ke fistanî yarî bałaberzî çaw be xumarî ke kiçêkî çwardesałeye kirduwe be leş û larî mînay bêgerdî wekû mangî dapêşîwe, we řaste şi’rekanîş swar û řewanin, bełam ewe bû ke le seretada sitayşekey damezrand, dyare řû le kiçêk ekatewe, çunke em core sitayşane bo ew cînseye, ke çî le şi’rî sêyema ełê: madam şimşêrî birot heye, pêwîst îtir bewxincêre naka ke kirdûte be kemerda!. bełê ebê kiçîş xencer bika be kemerya, bełam zor kem řê ekewê. le kurdîda ke witra xencerî kirduwe be kemerya, her kuř mebeste newek kiç, ca ke wa bû naweřastî biře şi’rekey legeł seretakeya yekî negirtuwe. dîsan le axir şi’irda mebestî eweye biłêt: wekû xakî berî pêt kewtûm, bo ewe car car bełkû beserma řabûrît, dey cumley «ke meger diłberî xoy bê le guzerda» ew me’naye nada be destewe!. legeł emeşda hendê taqe taqe şi’rî le ẍeramda heye lewaneye be awî zêř binûsrê!. çend cwane em şi’rey ke ełê:
dîsan le şwênêkî tirda be şi’rêkî tir ełê:
xwa heqe be corêkî edîbane twanîwyetî sitayşî dîmenî yarî bika, le katêka ke mey û şûşe lenawaye le peřey gułî řûmetî diłopî ’areqekey serxoşî hone eka. emîş le xoşîda wekû bulbul exwênê û ełê:
ke bezmyan germ ebê be şi’rêkî tir le şwênêkî tirda dête deng û ełê:
temaşayekî řûmetî yarî eka û pêy ełê: eger min bimewê sitayşî to binûsim pêwîste:
eḧmed muxtar beg lêreda îtir ewestê, ewestê çunke temaşa eka perdeyekî tir beser ’alema kêşrawe û be řengêkî tir řeng kirawe, car carîş le sûçêkewe dengêkî nihênî ber gwêy ekewê ke le derûnî taqe taqe kesêkewe derdêt û basî ew nałe nałe eka ke le cigerî hełkiřûzawî daykî nîştimanewe deng edatewe. ke em dengey gwê lê ebê tasêk eybatewe, bîrêk ekatewe le coşî serxoşî gencêtîda, demarekanî tekanêk exon û perdey pêşû da’edatewe, piř be dem řû ekatewe ew şa’ranî kurde ke xoyşî yekêk buwe lewane be ḧew pênc xiştekî qafyekî tir exate ser gazî pişt û bem yekeyan ke yekêke le ḧewteke ełê:
ke leme ebêtewe temaşa eka: qewmî kurd le payey yekema lanewaz û serlêşêwawî destî nezanî û nexwêndewarîn ke eme řîşey hemû derd û bełayeke - řûyan tê eka û ełê:
ebê eḧmed muxtarbeg le çe qutabxaneyekî berzî felsefe derçûbê wa le şi’rî şeşemda ew felsefe berze der’ebřê?. ew felsefeye der’ebřê ke xałî zewî û zarî em wiłatetan êskî pwawî baw û bapîrtane û gułałe sûwrekeşî xwênawî cigertane!. ke wa bû neken bebê perwayî beserya biřon û be sûkîyewe destî bo berin?!. eḧmed beg le hîç qutabxaneyek derneçuwe, bełam ew xake ke ew gułałeye řwanduwe her ew xake ewîşî pê geyanduwe. dîsan le axir şi’irda her kese qise le defrî małî xoyewe eka, ewîş bełê le małî xoya ełmas û gewherî dîwe, bełam eger neyşîdyaye her eyzanî berdî deştî mîlletî kurd hemûy gewher û ełmase, çunke kangay ałtûnî řeş û serçawey «oranyom» y dapoşîwe!. eḧmed muxtar lem babetewe bombay xeyałî eteqênêtewe, bê bakane le 19 şi’ir beriztir xeyał û beriztir felsefey xeyał le barî nîştimanîda der’ebřê û ełê:
beřastî em şi’raney eḧmed muxtar nimûneyekî zor berzî mîllete ke bo paşeřojî bekê hêştuwe. lem fîkirewe ekewête ser ewe ke zimanî kurdî zimanêkî edebîye û be hemû ḧor mawey ewey heye ke xizmet bikirê û le wişey bêgane dûr bixrêtewe, dênê em řêçkeye eşkênê bew nyaze dest eka be witnî şi’rî kurdî petî, ke eme bo ew serdeme nîşaney gyanêkî pak û hestêkî berz lewda der’exa û qewmîyetêkî xawên be aşkira enwênê. řêçke eşkênê û ełê:
eḧmed muxtar be dûlada serêk ekêşête naw merdim û hełyan esengênê, wekû mûyek le mast derbênê bew core xûřewştî ew řoje exate şirîtî biře şi’rekeyewe. lepaş pênc şi’ir dête ser ewe ełê:
her lem babetewe şi’rêkî tirî heye, çonyetî îdare û qanûnî ew řojet bo eka be hêlkeyekis pakkiraw û eydate destitewe û boyşit egêrêtewe ełê:
eḧmed muxtar řaz û nyazêkî heye lebin guł û bulbula 32 şi’re. eme sa, zadey fîkirî xoy bê, ya pirşîngêk bê werî girtibê le her dû bara perdeyekî çîrokî pîşan eda nimûneyeke bo wirdî bîrî em şa’reman. bebê layengerî em şi’rane le layen me’nawe payeyekî berzyan le edebyatî kurdîda bo xoyan terxan kirduwe. şa’ir seretay ekatewe û ełê:
bełam madam ke meḧwî ew kesane ke emřo mayeyî cîlwey gułane
ke wa bû êste lepaş em baskirdine û wirdibûneweye le hendê le şi’rekanî eḧmed muxtarbeg boman derkewt ke:
řast bû em şa’reman leser dû řêçke buwe, herçende sereta be nawî ẍeramîyewe hate pêşewe, bełam le payey yekema nefsîyetêkî nîştimanî û le dûhema ẍeramî buwe. dîwanekey le layen ’elî kemal bapîrewe le sałî 1960 bo carî yekem le çap dirawe. le layen gîwî mukiryanîşewe bo carî dûhem le sałî 1969 le çapxaney hewlêr le hewlêr le çap dirawe.