bêkes
le baregay awedanî şa’rana gewherî şewçira, le seraperdey xanedanî edîbana cewherî ber çira. fîkirî wek tîşkî zerdey xorawa, ke eřjête serşepolî awa. birîskey ew awe lew zerdepeře, wêney fîkirî em humay şapeře. carê be yadî berzî nîştiman, deng edatewe dengî le asman, katê serzenişt koneperistî, nûkî qełemî exate hestî, ałay serbestî bîrî nemamî, awî azadî serçawey famî, awîjyan û mayey diłbendî, kaje befrekey çyay mełbendî, carcarê basî meyt bo eka, xoy û gwêgrî pê serxoş eka, řewřewey tarîx bêkes enwênê, nawîle řîzî nawan emênê.
bêkesî şa’ir nawî «fayq kuřî ’ebdułłabegî kuřî kake ḧeme» ye. le 1905y mîladî le awayî «sîtekCih» hatuwete dunyawe. «sîtek» dêyêke be 20 kîlumetreyek kewtote şîmalî řojełatî şarî suleymanîyewe - ew serdeme merkezî qezay şarbajêř wi’ebdułła begî bawkî fayq lewê taburaẍasî buwe. lepaş dû sał hatûnete suleymanî, le temenî sê sałana «awłe» der’eka û sê beşî çawî be awłe eřwa. her lem wextewe qapî meynetî bo ekirêtewe. le 1911da bawkî nêrrawe bo «xaneqî» û lewêwe bo «beẍdaCih», enêrê beşwên mał û minałekeya, eyanbate ewê le paş sałêk bawkî çuwe bo turkya û eman le beẍda emênnewe. îtir her em çawpêkewtine bû, yektiryan nedîyewe. her lew maweyeda fayq birayekî le xoy gewretrî hebuwe «ḧemese’îd»y naw buwe, le řûbarî «dicleCih»da exnikê, daykîşî le tawana swêy ebêtewe û emrê, xałêkî le beẍdada bo mabuwewe, lepaş sê, çwar mang ewîş emrê. fayq xoy û bira biçkolekey «tayer» be hetîwî û derbederî emênnewe.
seretay şeřî 1918-1914 da’emezrê û ebê be řêbenan. ḧacî emînî kake ḧemey mamî sifarişt ekate ser ḧacî ’elî aẍa, ke le beẍda buwe, çawêrî fayq û birakey bika û ew mîratey le bawik û daykyanewe boyan mawetewe tyayana xerc bika. ḧacî ’elî aẍaş eyandate dest «ḧebexan» naw -ke jine zabtêkî suleymanî bû û le beẍda danîştibû- ḧebexan şêrane çawêrîyan eka û tûke tûkeyekîşyan pê exwênê, dû sałêk bem core řay ebwêrin; le 1917da kesasî û hejarîyekî zor neçêjin, le 1918da jine eyanbatewe bo suleymanî bolay ḧacî emînî mamyan. fayq pişûyêkî pya hatewe û xiraye mekteb û le polî sêyema wergîra, ta 1923her le mekteba mayewe û hemû sałê be yekem û dûhem der’eçuwa; her ew sałe leser arezûy mamî çû bo mektebî ’îlmyey kerkûk, boy řênekewt lewê bê, lewêwe çû bo beẍda, le 1924-1925 çuwe mektebî «daral’ilumNava taybet», leber dem bizêwî le sałê zyatir mekteb neygirte xoy, le 1926-1927 geřayewe bo suleymanîCih, tenha polî yekemî «mitusteErebî» hebû le suleymanî, çuwe ew pole û mamî çawêrî ekird.
lepaşa mamî leber ewe fayq fêrî ’ereq xwardinewe bûbû derî kird!. çuwe lay mame ’arfî, ḧefteye zyatir ewîş neygirte xoy, be naçarî bo nustin gwastîyewe ew qutabxaneye ke lêy exwênd, xełkîş yarmetîyan eda bo xwardinewekey, em ḧałey pê xoş nebû, le axrî 1927da hat şitumek û cilubergekey xoy firoşt û dûkanêkî cigereçêtî bo nan peydakirdin le suleymanî dana, dway sê, çwar mang emeş serî negird, dizdaşeyekî leber kird û fîstêkî sûrî leser na û sinoqêkî kird be berokya, cigere û şiqartey tê xist û benaw şara destî kird be firoştinî, emeş zorî nexayan, penay birde ber dayerey eşẍał, be řojane le řêgay ’erbet îşyan daye, bem coreş sê, çwar mangêkî řabward. le 1927da bû be mamostay «zanistî». le 1929da ebîyet ke bawkî le «mer’eş» mirduwe, le 1930da be her kułemergîyek ebê eçê bo beẍda û lewêwe bo ḧełebCih û bo turkyaCih, bew nyaze şitêkî le mîratekey bawkî dest kewê . le aẍustuz «agost»y ’eynî sałda geřawetewe bo suleymanî. le řojî şeşî eylûlî 1930da heray ber derkî sera, le suleymanî eqewmê _ heray dawakirdinî serbexoyî bo kurd fayq gîra û be dîl bira, ke beřeła kira, bo ewe nan peyda bika ke bîxwa hat le suleymanî qutabxaneyekî dana û destî kird be derz witnewe. înca le 1933da wezaretî me’arîf werîgirt û bû be mamostay mekteb, seretale dêy «murtikeCih» le nawçey bazyan, ta 1937 her le lîway suleymanîCih buwe, lem tarîxeda nêrra bo «ḧileCih», le 1938da pêyan wit biçê bo «’emareCih» neçû û wezîfekey daye dwawe û geřayewe bo suleymanî, destî kird be dananî qutabxane, ta 1941, lem kateda serlenwê geřandyanewe bo me’arîf, her le lîway suleymanî, serta bo qeredaẍCih, bo naw şarî suleymanî, bo surdaş û bo hełebce. ta le řojî 1948/12/18 le temenî 43 sałîda le hełebce em jyane piř cewr û sitemey becê hêşt û termekey hênrayewe bo suleymanî û le «girdî seywan» wekû gelêkî tir nazdaran, nêjra.
ke seyrî lapeřey em jyane fayq ekeyt, her lew řojewe ke le koşî daykya memkey emjî û çawşarkêy legeł estêrekan ekird û be pencekanîşî řawêjî legeł ew fîlmaneda ekird ke meynet û awareyî paşeřojyan pîşan eda, ta çuwe gořeke û serî ebedî nayewe, le cezrebe bewlawe şitêkî tirî le jyan çawpê nekewt. wekû biłêyt her le bêşkey darewe zanîbûy ke bêşkey dunya be desrazey xem û meynet û pejareyî ebê korpey têda şetek bidrê!. fayq pyawêkî myanebałay têk simřiłu bû, serî zil û demuçawî gird, çawêkî kwêr û ewî tirîşyan nîwey hebû, lûtî pan û demî biçûk bû, řîşî etaşî û tozê le simêłekey ehêştewe. çaket û pantołî leber ekird û zorîş be teng cilubergewe nebû, le qisekirdinda leserxo bû, wek biłêyt be dane dane qisey ekird. zor aşna bû be xwardinewe û jyanî serxoşî, yarîşî ekird. le dwadwayî jyanya henasebřikêy pê kewtibû, baweřêkî řast û le jyana yek řêgey kirdibû be pîşey jyanî xoy. eger le diła yekêkî newîstaye her ew newîstine bû o îtir ney’edwan. zîrek û be zeyn bû, ke bişhataye beserya şermî le kes ne’ekird, legeł emeşda zor ziman pak buwe, le şê’irda qelender bû, boye bû be řend!. fayq ke çawî pişkût, ya demî le mijînî pencey xoy bereła kird, temaşay kird minałan le demedemî êwaranda ke bawkekanyan dênewe, eçne pêşwazyan bo ewe pêkewe biçne jûrewe, ta şew ke da’enîşin, em layan bawkyan bê û ewlayan daykyan, ke çî em be tenya lebatî destî bawik destî birabçikolekey egrê û eçête jûrewe!.
daykîşî nemawe ta bêt be pîrîyanewe!. em dîmene diłî mindałêk birîndar eka, bełam řengibê zor diłî fayqî birîndar nekirdibê, çunke cêgekey le tenîşt cêgey asoy hîwawe bû, be şew lapeřey beyazî şa’rekanî exwêndewe - her bo emeş bû ke tenayî pê xoş bû - karesatî řozgarî le sînemay xeyałya dewr’ekirdewe kewa şeřî 1914-1918 çe bo xoy, çe bo qewmekey yek leser yek eyxiste şirîtewe, jyanî leber yek hełpiçřawî xoy û nawşarî suleymanî temaşa ekird ke cewrî zeman beseryana ehênê û hênawye. ewey wird ekirdewe ke boçî şîrazey îş û karyan leber yek hełweşawe?. kutupiř le tirsî em dîmene be samane řaçenî û awřêkî dayewe belay xoyewe û be xoy wit: «to çît? min kurdim netewey gurdim». xo kurdîş bêkese, eger kesêkî bibwaye ḧałî ew ḧałe ne’ebû, witî: kewabû min bê kesim «bêkesNasnava edebî»y le derbederî kurdewe kird be nawî xoy û le badey bê kesanî herde geřana şerabî şi’rî xwardewe. řaste le dewrî bêkesda şi’ir perdeyekî tirî besera hatbû, we le xêwetî ẍeramewe serî hênabuwe mêrgî qewmîyet, bełam natwanîn biłêyn tenya em seretankye bû ke bêkesî xiste ew mêrgewe, ya bêkesî fêrî şi’ir kird, çunke zorkes le hawçerxî bêkes her le jêr xêwetekeda manewe bo ewe baweş biken be ẍerama û çaw bibřine çawî kałî ẍeram!. ya natwanîn biłêyn sedey bîstem bû ke bêkesî fêrî şi’ir kird, çunke bêkes eger lem dewreşa nebwaye her şa’ir bû. boyeş şa’ir bû, çunke le baweřî ewda serbestî û şi’ir dû naw bûn bo yek me’na. dey eme natwanrê butrê le yekêkewe werî girtuwe, ya şitêk karî tê kirduwe bo ewe wa bêt. bełê, perêşanî xoy û koyleyî qewmekey bêkesî hełxiřanduwe bo ewe ke řoḧyetêkî ajawey bibê, çunke řoḧî ajawe lew serdemeda gelê şwênî kuruwewarî girtibuwewe, bełam wenebê tenya emeş bûbête serçawey îlhamî şi’rekey. eger eme bwayê leber ewe ke eme şitêkî têkřayî bû, xełkî tirîş ew ’amîle karî tê bikirdinaye, ke çî tenya"bêkes" bû ke’agirêkî řasteqîne ledłyewe biłêsey esend. bełê řaste lepêş bêkesda wiledewrî ewda polîs wi’edebî ẍeramî destyan kirduwe beyekda bo serbiřînî řoḧî gořan ledewrêkî wişkewe bodewrêkî teř, weya xud biłêyn le dewrêkî "řumantîkî"yewebo dewrêkî"kilasîkî"!.
bełam wa nebê dîsan emeş eweman pîşanda ke em karesate tenyaştêk bûbêt û řawî bêkesî nabê bo ewe le tawana xoy bawîjête koşî şi’rewe û xoy û qewmekey pê bilawênêtewe! eger tenya eme bwaye, ebwaye bêkes dû bûnaye, ke çî her yek bû!. dîsan emeş her wayeke bêkes pelamarî mizgewt û ayînî eda û eda û le sedey çwardehemî hîcrîda ehat hełî esengandin û be’eqłî sedey bîstem berengarî ekirdin û be awêkî řûn eyştinewe bo karebay be quř dapoşrawî ayînî îslam serlenwê řûnakî bidatewe!.
emey kit ekird, xo wa nebê leber ewe bûbê ke serçawey leser çawey ayînewe hełîncabêt, weya zanîbêtî «řopirit wibîrinzKes-1759-1796» şa’rî îsketlende - pelamarî kilîsekanî îngilterey dawe! eger wa bwaye gelê kesî tir le serçaweke’awyan hełîncawe û gelê kesî tir lewane bûn «bîrinz» yan nasîbê, ke çî bêkes û bêkesî guřî xoy ebestewe û pelamarî ew baweřey eda bebê ew aşnayetî legeł řeçełekî mizgewtekeda dabřêt!.
ke wa bû wa nebê tenya yekeyekey em şitane bûbêt ke bêkesan xistibête koşî şi’rewe, bełkû hemûyan betêkřa û şikohêkî me’newî fîtrî betaybetî buwe, bo ewe be her dûyanewe le seretay sedey bîstemewe pał binêyn be cemałî tebî’etewe ta çiroy nerim û nyanî bêkes le beharistanî mîllîyeta bibê be giłokêkî deme demî beyan û bibê be ẍunçey baẍçey nîgaristan û be yadî fîkirî qewmîyetewe kitupiř dem bikatewe.
yaxud biłêyn bo ewe buwe ke be her dûkyanewe be dirêjayî nîwey yekey sedey bîstem şirîtêkî tir’alemî kurdîda bixene kar û bêkes lew şirîteda bibê be goyayekî deng zełałî diłřifênî mîllîyet, weya bibê be bulbulêkî xuş neway lalezarî qewmîyet!.
mayewe ser ewe bizanîn şi’rî bêkes çepayeyekî le edebyatî kurdîda wergirtuwe û mêjûy edebî kurdî çe aşnayetîyekî legeł şi’rî bêkesda heye?
bełê, wekû tozêkî lê witra bêkes gelê car le jyanî pêşûyda ḧezî be tenyayî û goşegîrî ekird, lem řabwardineyda bo xwêndinewey dîwanî şa’rekan, ew şa’rane ke zortir serçawey îlhamî şi’ryan ẍeram û tesewuf buwe.
lêrda naçar ebû, ye’nî şi’ûr naçarî ekird bewe ke ser berête dîwanî şa’rekanî farsîşewe, leber ’erebî xwêndin dîsan ḧezî be xwêndinewey şi’rî ’erebîş ekird em sewdaye - bêcge le fîtretî zatî - pałî pêwe na bo şi’ir witin, wekû ewan.
we wekû le mêjûy edebî kurdîda boman der’ekewê dîwanî şa’rekan ta ew serdeme megerbe degmen, egîna her ẍeram wiẍezeł û tesewuf buwe, emîş bew core hat lepêşa leser řêçkey ewan be xyałî xoy, xoy ałan be ẍeramewe û kewte dawî diłxiwazîyewe lew meydaneda espî xoy taw da.
nimûneyek lew řêgeye ke girtibûy em parçe şi’re bû:
temaşa ekey lem şi’raneda bêkes be şêwyekî ẍeramî û řaz û nyazêkî legeł dił kirduwe û felsefeyekî ḧeqîqetî diłî derbiřîwe, bełam eger ser ewe bizanîn em şi’rane le barî ẍeramda çe nirxêkyan heye? em sûçewe natwanîn payeyekî berz bo em şi’rane dabnêyn, çunke eger mebest be ẍeram ah û nałey cergî hełkiřûzaw bê beranber be dostêkî dił çepawilker, ya pařanewey kujrawêkî dest ’eşq bêt leber dest padşay cemałî diłxiwazî tałankerî hoş û şi’ûrda, weya basî dîmenî cwanî ’en’enatî naz û ’îşwey çaw biro û xet û xałî diłber bê ke emane řêçkey şa’re feramîyekanin em basey bêkes lem řuwewe hîçyan nîye, bełkû tenya basî ewet bo eka ke dił:
ew diłe ke hêlaney me’rîfetî nasûtî û lahûtîye, awêneye bo nîgarî tebî’et û kewn, kone şarî bazî xeyałî xoş perwaze û aramgay ḧesanewey hemû řaz û nyazêke, eger le xoya soz û gudazêkî nebê û xoy wekû bilûrî bêgerd, saf û bêgerd nebê û nebê be awêkî saf le şewî mangêkî çwardeda û wêney mangekey têda dyar nebê û be nesîmêkî fênkî wekû badeyekî şerab nebziwêtewe bo ewe be hoy zencîrey wirde şepolekeyewe dîmenî mangeke bika be hezar mang - ke eme hem me’rîfet wihem meḧebbet û hem cemał pîşan eda - diłê ke le xoya wa nebê ba her nebê, çunke şit wextê xoş û cwane ke xoy tebî’etî xoy le darekewe pê biga û sûr hełgeřê? lekwê ewe ke lêy bikirêtewe û be zorî pence û nînok bigeyenrêt û sûr bikirêt?!.
witman em şi’rane le barî ẍeramda nirxêkî wayan nîye, we me’nay ẍeramîşman wa lê dayewe ke şa’rekanî tir leserî řoyştûn ememan wit, bełam bêyne ser řastîyekey û ḧeqîqetî basekey bêkes xoy hestî bewe kirdibû ke le ser û řwałetda û le barî cwanîda meger wênekey xoy bwaye le awêneda, egîna kesî tir lew ne’eçû! ebê be çe řûyekewe bikewête şoxî bazî û pence bazî legeł ew diłberaneda ke say gerdinyan le say sehena, wek tirîfey mange leber benena!. ke wa bû ebê be corê bête meydanewe ke diłî nazdaran le goşey řeşmałana be çeşnî bika be perwaney dewrî çiray xoy ke hemû kes le goşey asayşewe seyrî em fesałî bêkes û cemałî ew firîştane bika. eme meger bew core bêt ke řiçeyekî taze bişkênê bo ẍeram, egîna eger wekû hî pêşînekan bê, newek her nazdaran, bełkû kes awřî lê nadatewe!. ca bem bonewe bêkes hat em core ẍeramey xiste nawewe.
hat diłî kird be heykelî bade û peykerî ’îşq û serçawey cwanî û şerabî erxewanî, bo ewe heta yarî nazdar be çawî piř xumar û be bałay wek şimşał û be nazî bê endazewe seyrî bika. eger temaşay em sûçe bikeyn, bêkes şa’rêkî ẍeramîye, newek her’ewende bełkû tyaya kuławe şi’rekanî şanşînêkî here berz bo xoyan terxan eken.
«bêkes» perdey ẍeram da’edatewe û ekewête ’alemî serxoşîyewe, ekewête ew ’alemewe ke le seretawe ’ewdałî bûbû, her ew ’ewdałîye bû tûşî ẍeramî kirdibû, egîna ew çî û ẍeramî kułenceřê řê çî?!. ekewête ’alemî mey û meygêřewe. bełê ’alemî mestî, ’alemêkî hestî bû bo bêkes, her le meyewe bû peyda bû, we ta mirdinîş her tya bû!. sewday mey û meyxane û meygêřî xułamane darî taze xetî sewz řwa û leser lêwî ałî bêkesî xiste hemû kořêkewe. badeperistî û sadeperistî bêkes, şerabî erxewanî û û kuřî nexçewanî hênaye suleymanîyewe, ne nawî şerab mayewe bo xerqepoşan, ne nawî ẍîlman bo beheşt firoşan! bebê perde řû ekate meygêřî sade û pêy ełê:
bełê em şi’rane gelê wêneyan heye, ne badeperistî şitêkî tazeye, ne sadepiristî, mêzûy edebî kurdî wekû natwanê biłê emane şitêkî taze babetin, weya fîkirêkî wirdin û bêkes dayanî nawe û boyan çuwe, natwanê eweş biłêt ke bêkes wekû şa’re tesewwifîyekan nyazî le şerab şerabî xerqepoşan buwe, çunke her xoy le şwênêkî tirda ełê:
ewende heye, ême eweman bo der’ekewê ke bêkes le her řêgeyekda ke girtibêtî, serbest û pê perwa buwe, řastewřast hatuwete meydanewe. we le barî jyanî dunyayîda ta axir pile, dił birîndar û piř azar buwe û wîstûye bihserxoşî mey, xoy le xemî dunya du’ir xatewe, wekû her le axrî em şi’raneyda ełê:
ew şořşî serxoşî û badeperistîye ke le mêşkî bêkesda buwe, her ew şořşe buwe çuwete mêşkî «abunwasKes» y ehwazîyewe le sałanî 729-885y mîladîda. ke çî ebûneway nasra û bêkes qawdira!
bêkes perdey şi’rî serxoşîş da’edatewe û eçête asmanêkî tirewe. eçête ewe asmanewe bo ew nîştiman û qewmekey berçaw kewê. lem şwêneda bêkes bazêkî tîjbał û řendêkî herdegeře, bo ewe dirust kirawe ke neway qewmîyet wekû dengî zengî berî beyan biław katewe û lihsozî derûnêkî be coşewe biłêt:
em şi’rane dewrêkî koyleyî bêkes û nîştimanekeyman pîşan eda, eweman pîşan eden ke ew nîştimaney ewî têda goş kirawe, lejêr barî çewsaneweda tilawetewe û bêkes be dengî ziłałî şi’rî hemû car bangî bo hełdawe, lepaşa boy kewtuwete goşey bendîxanewe, lewêş dîsan le sozî nałey xoy her nekewtuwe û baweřî qaymtir buwe bewe ke ew ebê şa’rêkî qewmî û nîştimanî bê. hemû perdey jyanî bêkes perdeyekî tarîk û jyanêkîtał buwe; demê bênewayî, demê awareyî. kase ke piř bû ebê biřjê, lêreda be pêçewaney ew nahemwarîyane ke seryan lêdabû, dem ekatewe û ełê:
beřastî belaẍet û diłteřîy lem şi’raneda geyanduwete şwênî xoy; her çende emaney bo dest nada, bełam ew gwêy nedawetê û daway ewe eka ke diłî xoşe û fincanî mey û dest û pencey yarî ewê, wat pîşan eda ke goya diłtengî beser çû, daway seyr û sefa eka!. le barêkî tirda ebê biřway pê bikirê ke diłî xoşe, çunke gyanî ew legeł gyanî mîllîyetda têkław bûbû, ebînê wil neş’ey mîllîyet lenawdaye, wekû her lew biř şi’redabas eka û ełê:
leber emane perdey tarîkî leser diłî la’eçê û řûnakî le asoy hîwawe řûy tê’eka, dyare xyałbazî naka; hemû şit exłetê tenya diłî ’aşiq nebê, xiłetan bo ew nîye, ta be awat nega. ’aşiq be cemałî yar û ’aşiq be mełbend û dyar, hîç cyayîyek lebeynyana nîye; çun: yekem ta be yar nega naḧewêtewe û her le sozdaye, dûyemîş ta be dyar nega her ’ewdałe û le gudazdaye.
bêkes ’aşiqî qewm û wiłatekey buwe, ’aşiqî nesîmî serbestî buwe, wa bonî ew nesîme ke heway mîllîyete leser řołekanî wiłata û yekdiłî û yekzimanîye, le baweřî ewda ew bone dêt, ke hat ewa diłekey be awat geyşit û şayî û seyranyetî û be hîç şitêk hełnexłeta. lemewe ewhbo ême der’ekewê ke nahemwarî jyanî bêkes û diłtengîyekey leber kemukûřî tenya jyanî xoy nebuwe, bełkû leber ewe buwe ke: ew perwaney giray mîllîyet buwe, ke mîlletekey ḧesayewe îtir ew xoy be ḧesawe zanîwye ba şêwî şewîşî nebûbê. boyeş wa bû çunke dyar buwe ke şa’rêkî qewmî buwe.
bêkes be dizedzeyekewe be çwaryeke çawêkewe, ya bełkû be çawî saẍî geşî diłyewe seyrêkî têkřay komełayetî eka, leber ewe le gelê sûçewe nařêkî ebînê, dest eka be twanc girtin. destey melaw şêxî lepêşa berçaw ekewê, řûyan tê’eka û basî xoy egořê. yekê lew şitaney şeş bendekeyetî ke her bendê şeş nîwe şi’re û her bendê leser qafîyeyek eřwa. řû ekate mela û seretay ekatewe û ełê:
be pênc çwarxiştekî řû ekate destey şêx û ełê:
ke lemane ebêtewe, seyrî merdimî tir eka û kirdeweyan heł’esengênê, karesatî efenî û pyawmaqûłî berçaw ekewê û be de pênc xiştekî řûyan tê’eka û ełê:
lebin dest emanewe la’ekatewh bo çonyetî karubarî şarî suleymanî û kirdewey karbedestekanî, le řêgekey ewan řêgey xoy sersam emênê û be deẍezarîyewe dem ekatewe û ełê:
le têkřay em nimûne şi’rane mêjûy edebî kurdî, ewe be ême pîşan eda ke bêkes wekû çon şa’rêkî nîştimanî buwe, beriztir şa’rêkî komełayetî û şe’bî kurdîş buwe, ke serî birdibête hemû kořêkewe û çawî be kirdewey hemû corê kesêka xişandibêt û gwêy be twancî kes nedabêt û dił û zimanî wekû yek bûbêt wiserî le kes nekirdibêtewe, ya be kurtî biłêyn: kemukûřî deste destey merdimî derbiřîbê bo ewe piřî bikenewe û le piřkirdineweda wiłateke pêş ewê.
bêkes lemane hemû beriztir eřwa û şi’ûrî zyatir enałênê be dewrî fîkirî şi’rî werdida.
şewe, dunya safe, asman bêgerde, sayeqey samał dił piř le derde, tirîfey mangeşew le toy fênkî, ekêşêt û eřwa herde be herde, ewxałe řeşey řûmetî řûnî, diłî bêkesî xiste zebûnî. leser baneke, lenaw cêgeke ekewête gîr deryay zebûnî, seyrî mangeke eka ke ři’umetî şînî hełgeřawe û seyrî diłî xoy eka ke le soz û gudazêka hełqirçawe, řûy demî tê’eka û ełê:
ême lem şi’raneda namanewê lewe bikołînewe ke aya le babet wişe, ya weznewe giranî û sûkî, ya kemukûřîyekî heye, çunke le weznida hemû layekî girtuwetewe, le wişeşda dyare bêkes ke xawenî em şi’rane û gelê şi’rî tirîş bê, eytiwanî lêreda hetdê wite bigořêtewe be hendêkî tir, bełam ke neykirduwe, wa nebê em nekirdiney zyanêkî be edebî kurdî geyandibê, bełkû ême tenya ewe exeyne berçaw ke meger fîkirî şa’rêkî wekû bêkes lem sedey bîstemeda, we lem řojełateda bo ewe çûbêt ke sikałayekî bem core legeł mangida bika û bitwanê mang le berzî û xoy le erzî legełî řêkewê û le herdegeřê û derbederîda bibin be yek. we ew be řengî zerdewe û em be diłî piř le derdewe ah û nałeyan bo yek hełřêjin, we em bîxate bîrî ke çend şaswaran û kulahdaranî çawpêkewtuwe? çend nemamî baxçey jyanî be hełpiřûkawî dîwe? çend şehîdanî řêy azadî û çawî piř le xwênî namuradî dîwe?! ewîş bîxatewe bîrî em ke leylî şîrîn û ’eşqî çawî řengîn û egrîcey ser xał û xałî gonay ał naguncê bo ew kese ke derûnî zamdarî tîrî hewanasî dyarane û leşîşî dîlî bendî şarane!.
bełê, «sîrfilîp sîdnîKes» îngilîzî (1554-1586) ewîş şi’rî «bo mang»y heye, bełam pyaw ebê însaf bida, filîp wekû çon şa’rêk bû, herweha qa’îd û syasî û na’îbî nawçey «kînitCih» yiş bû, le aksiford xwêndibûy, we bêcge le «parîs» hemû ewrûpayşî dîbû, aya bêkes çe şwênêkî çawpêkewt le çe danişga û qutabxaneyekî berz derçûbû? eger temaşay em dû perdeye bikirê, bêguman bêkes gelê bilîmettir buwe le «sîdnîKes»!.
êste ke bimanewê temaşay yêkes bikeyn, ełêyn: bêkes lepêş hemû şitêkda şa’rêkî here berzî qewmîy sedey bîstemî kurd buwe, ke lem sûçewe, çiłepopey girtibê. lepaşa awêneyekî řûnî komełayetîye; le ẍeramda neygeyanduwete şa’rekanî tir wate le řêçkekey ewanda. bêkes wekû le zadey fîkirî xoy, şi’rî hebuwe, hî wergêřawî ’erebî û farsîşî hebuwe. dîsan her le fîkirî xoy ’erebîşî heye. le komełe şi’re berzekanî dîwanêkî nayabî dirust kirduwe, le sałî 1970 dîwanekey lejêr çawdêrbî muḧemmedî mela kerîm û leser erkî «fehmî feftan» le çapxaney şeqîq le beẍda le çap dirawe.