baxî şa’îran

Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 25 Xulek  2338 Dîtin

ta em şwêne qiseman le çonyetî jyanî çend şa’îrêkî kurdewe kird, ke be çe cor perdey řozgaryan hełdawetewe û çe core gořanêk lem mawe dûr û dirêjeda hatuwe beser fîkir û xeyałyana. bê guman perdey řojaney em şa’îrane eweyan bo ême û bo bêganeyek derxist ke edebî kurdî wekû awî řewan le gořana buwe û şan be şanî ziman hatuwete xwarewe. ke wa bû ew kesane ke ełên edebî kurdî wekû berdî řeq waye û her le şwênî xoy mawetewe, qiseyan neçuwe ser û leber ewe soraxêkî wayan lem řuwewe ta êsta berçaw nekewtibû, weya eger kewtibêtîş çawyan lê poşîbû û kewtibûne ser ew baweře, lam waye îtir ewanîş gořanêk beser baweřî xoyana dênin. ca bo ewe tozê zyatir şarezay keynubeynî ’alemî kurdî bîn, nawî hendêkî tir le şa’îranî kurd lêreda exeyne pêş çaw. bełam her naw û nawbang legeł peydabûn û mirdinyan -ewaney ber pel kewtûn û destî edeb twanîwyetî řayan kêşê- emeş her bo ewe ke ew kurde, ya ew bêganeye ke eger çawêkî be lapeřey «mêzûy edebî kurdî»da xişand, ewey bo derkewî ke kurd le baxçey edebda twanîwyetî dest bo hemû liqêkî ew edebe dirêj bika, bełam çunke ne xoyan şwanêk û ne baxekeyan baxewanêk buwe, be xoyan û edebyanewe payîzî nakamî, beharî jînyanî le řîşe derhênawe!.

herweha min lem şwêneda -wekû le şwênekanî tirî em kitêbeda- kesanêkim girtuwe be destewe ke be zimanî kurdî şî’ir, ya nûsînêkî edebî kurdîyan bûbêt û xom çawim be soraxekanyan kewtibê, egîne eger bêtû zana û udebay kurd bas bikem, ewaney xizmetî ẍeyrî zimanî xobanyan kirduwe, gelê dastanî pê ewê û lapeřey kitêbî gelê kitêbxaney ewê, boyan řeş bikirêtewe!. emaneş ke min lêreda eyanxeme berçaw, êste carê her bo eweye ke leme zyatir nekewne goşey le fikirçûnewe, eger mirdin derfetî dam le bergî dûhemî mêjûy edebî kurdîda dûr û dirêj lêyan edwêyn. ewaney emanewê basyan bikeyn bepêy çerxyan:

1- «’elî termûkî», xełkî wiłatî «ḧekarî» buwe. wekû ełên le sedey deyemî mîladda jyawe.

2- «’elî ḧerîrî», lebeyn sałanî 1010-1077da jyawe.

3- «feqê teyran», xełkî mako û nawî muḧemmed buwe, lebeyn sałanî «1307-1375m» jyawe.

4- «mela batê», nawî eḧmed buwe xełkî gundî batê, le lîway ḧekarî (1417-1495).

5- «mela mensûr», xełkî wiłatî botan û hawdewrey mela botan buwe.

6- «sîdey hewramî», le dewruberî sałanî 1520 nawbangî derkirduwe, dîwanî şî’rekey le «řezaw»e.

7- «’êl beg», wekû qisey lêwe eken çwarsed sałêk lemewpêştir buwe.

8- «xeyałî», şa’îrêkî konî merîwanîye. le dewruberî sedey deyemî hîcrî jyawe, dîwanî şî’rekey be destixetî xoy le merîwane.

9- «yosif yaske», pyaw û şa’îrî «xan eḧmed xan»y erdełan buwe, em walîye le 1592 hatuwete dunyawe, le 1636 le mu’sił mirduwe.

10- «mela ebûbekirî musennîf», le 1604 mirduwe.

11- «şêx eḧmedî texteyî», le dewruberî sałanî (1640-1720) jyawe.

12- «îsma’îl bayezîdî», (1654-1709).

13- «bekir beg»y erzî, «erz» gundêke le řojaway ’îmadye (1627-1663).

14- «zînul’abdînî pałinganî», le sałanî (1680-1780)da jyawe.

 

pałingan dastanêkî gewrey le mêjûy kurdistana heye bew bonewe pêwîste basêkî lêwe bikeyn bo ewe paşeřojî mêjû diłî be xoy danemênê:

pałingan, le dewrî pêşûda şarêkî gewre û xawen «mîr» û «şaryar» buwe. em şare kewtuwete xakî «jawero»we û le penay şaxî «şaho»daye. lay řojełatî «kuřey dejne»ye. - dejne gundêke - lay řojaway «dêwdiz»e. -êste gundêke be nawî «dêweznaw»ewe-, lay cinûbî şaxî şahoye, lay şîmalî çemî «nyer» û «mîraw»e be dwazde fersex kewtuwete cinûbî řojaway şarî «sine»we. ew koneşare le şwênêkî hełdêr û sextaye û dewruberekey hemû kanyawe, em kanyawe řûbarêkî gewreyan dirust kirduwe ke le wextî xoya le ḧew cêga pirdyan lê dirust kirdibû bo hatuçûy xełkî şareke. be mawey dû sa’et řêge legeł awekanî şîmalîda yek egirnewe? pałinganî êste kewtuwete piş em dwawanewe. gelê le bełge û nawî kon êsteş her mawetewe, wekû: «geřekî xumxane» û «musayan» û «şwên germaw» û «bazař» û «şorey şareke» û «bełgey dwazde berdînekey» û qulekanî le derewey şareke.

şeş qełay gewre gewre leber ḧukmî em şareda hebuwe: 1- qełay dêwdize. 2- qełay mirwarî, mirwarî êste awayîyeke lepenay «milemrwarî»da, lebeyn «bîłewar» û «gawero» û «jawero»da. 3- «qełay yemen» ke êste dêyeke be nawî «yemênan»ewe. 4- «qełay nişûr», nişûr gundêke. nişûr û yemênan se’ate řêgeyek beynyane û kewtûnete penay kêwî «’ewałan»ewe. 5- «qełay kêłane», gundêke her be kêłane nawib derkirduwe. 6- «qełay dêzman», le şîmalî jaweroye, lebeyn «hûye» û «ewêheng»da. em şwêne êste pêy dełên «dêzmilî - dêzmołî» û hîç awedanî nîye. emane hemû le wextî xoya cêy senger û parêzî mîrekanî pałingan bûn.

le layen mîrekanî pałinganewe, «şerefname» be kurtî ełê: çwar kesyan ḧukmyan kirduwe: 1- «mîr ẍîb alilh» pyawçak û xwanas buwe, qełakanî dewruberî xoy hemû girt; sereta lejêr fermanî «şah îsma’îlî sefewî»da bû. 2- «mîr muḧemmed» kuřî «mîr ẍîb alle», le layen «şah tehmasb»y sefewîyewe wiłatî pałinganî pê dirayewe. em mîre pyawêkî dana û zana û edîbperwer buwe. kuřî dîwexanî pûrey edîb û şa’îr buwe. binaẍey medrese û mizgewtêkî le şarî pałingan danawe. «mela camî» kirduwe be mamostay ew medreseye, êsta le soraxî ew şwêne payeyekî naw mizgewteke - ke be endazey gezêkî mawetewe - heye. «şah tehmasb» kiçêkî em mîrmuḧemmedey xwast, bem zawayetîye binaẍey dostayetî xoy legełya qayîm kirduwe. 3- «mîr eskender» kuřî mîr muḧemmed, emîş ebê be cênşînî bawkî, bîst sałêk îdareyekî başî wiłatî pałingan heł’esûřênî û emrê. 4- «sulaẍ ḧuseyn teklû», emîrî «deynewer» bû, ke bîstî mîr eskender mirduwe, leşkir eka û şarî pałingan da’egrê û hemû ew nawe ekewête jêr fermanyewe, em pyawe pyawêkî xwêniřj û sitemkar buwe, tenanet «sułtan ḧuseyn teklû»y biray le tirsî ewe newek bîkujê hełdêt û pena ebate ber «meḧmûdpaşa»y kuřî «şemsî paşa»y mîrî mîranî «şarezûr». lepaş mirdinî şa îsma’îl «welê xan teklû» mîrî hemedan leşkir eka wiłatî pałingan dagîr eka û sulaẍ ḧuseyn teklû egrê û eykujê. lem kateda ke wiłatî pałingan sergermî şeř ebê «meḧmûdpaşa»y mîrî şarezûz be helî ezanê û leşkir eka û wiłatî pałingan dagîr eka û le dest tekluwekanî estênê. îtir lew wexte be dwawe wiłatî pałingan le layen ’usmanîyekanewe hemû car edrê be pyawî bêgane.

 

15- «mîr eḧmed beg»y zengene. (1680-1750).

16- «ẍemnakî», nawî muḧemmed aẍay zengeneye. le sałanî 1680-1780da jyawe.

17- «şerîf xan»y culemêrgî, (1688-1748)

18- «şerîf xan» hekarî, (1689-1748)

19- «meḧzûnî» ełên nûser buwe le dîwexanî xesrew xanî yekem, walîy erdełan ke le sałanî 1719-1754 ḧukmî kirduwe.

20- «şêx ḧuseynî mulana», hawdewrey nadirşa buwe û nadir le 1746 kujrawe.

21- «muḧemmed ’elî sułtan».

22- «meła ’ebdułła bêtûşî», (1746-1807).

23- «mewlana qasim».

24- «mîrza îbrahîm».

25- «mela muḧemmed»y berdeřeşî bane. hawdewrey nadirşa buwe.

26- «şêx lutfułła».

27- «mela tahîrî hewramî».

28- «elyas beg».

29- «şêx marfî nodî» (1753-1837).

30- «şêx sîraceddînî tewêłe» (1774-1867).

31- «muftî zehawî», nawî «muḧemmed» û kuřî «eḧmed»e (1792-1890).

32- «muḧemmed begî tîleko».

33- «mela fezlułła hewramî».

34- «ḧacî kak eḧmed» (1793-1889).

35- «ḧacî ’elî» muḧemmed begî tîleko.

36- «mewlana feřřunî pałinganî».

37- «mela ḧafiz ferhad heşemêzî».

38- «řeza begî hewramî».

39- «ḧememîn begî hewranî».

40- «şêx ye’qûb xan».

41- «uweys».

42- «mewlana yosif» biray ḧebîb begî kelan.

43- «şêx ḧesenî dereherdî».

44- «’ebid kełaterzanî».

45- «’umer nizareyî».

46- «şêx mustefay texteyî».

47- «sofî ’elî kewanî».

48- «mela xidrî řwarî» (1725-1790).

49- «mewlanay ’ebdułłay hewranî».

50- «şêx eḧmedî mûyî».

51- «lalo xesrew».

52- «şêx şemseddînî dereherdî».

53- «westa mîkaylî zenanî».

54- «derwêş newroz».

55- «teymûr qulî».

56- «seyfûř». em syaney dwayî le ḧeqekanî kon bûn.

57- «xanay qubayî», le sałanî 1700- 1759da buwe.

58- «xaney dacîwenî lek» (1711-1780).

59- «şêx muḧemmed beha’eddînî byare» (1719-1872).

60- «şêx mustefay kuřî babeřesûłî berzincî» (1818-1885).

61- «aqey kuřî melîk qasim eywanî kelhuř» le 1790da mirduwe.

62- «mela mehdî şêxul’îslamî sine» ke be «aẍe» benawbang buwe, (1826-1883).

63- «mela muḧemmed sałḧ, fexrul’ulemay sineyî», (1830-1885).

64- «mîr şukirułłay dînawerdî feylî», (1744-1839).

65- «mewlana xalîdî kuřî eḧmedî kuřî ḧuseynî mîka’îlî», (1777-1826). em zana berzey kurd û řojełate, leber ewe tenya dû şî’rî kurdîm lêwe dest kewt, nemtiwanî pê be cergî xoma binêm, dûr û dirêj jyanî binûsim. egîne jyan û lapeřey řozgarî mewlana xalîd estêreyekî here geşe be asmanî kurdewe, çaweřêy ewem kird bełkû hendê şî’rî tirim le kurdîda dest kewê.

66- «ḧemaẍay derbenfeqře» le sałanî 1732-1765 jyawe.

67- «zebûnî» ke siłêman begî zengineye, le sałanî 1780-1800 mirduwe.

68- «mela nûşay zengene» le sałanî 1780-1830da jyawe.

69- «mela muḧemmedî bane» (1781-1843).

70- «mîrza şefî’î cameřîzî delûyî» (1785-1835).

71- «eḧmed begî komasî» le deruberî sałanî 1793-1876da jyawe.

72- «’ebdułłay kuřî nesrułłay arenanî» (1795-1850).

73- «mełke miraweys».

74- «şapertewî ḧekarî» le 1806da dîwanêkî destixetî nûsrawetewe.

75- «xeste» le şa’îranî sedey 13 hîcrîye.

76- «mela muḧemmed emînî, emînul’îslamî sineyî», (1824- 1883).

77- «mela yonsî hełkatînî».

78- «eḧmedî kwêrî mukiryanî». le sedey 18y mîladîda jyawe.

79- «emîn begî dizeyî».

80- «ḧacî mela eḧmedî nodşî» (1815-1883).

81- «’elî ’aşiq». şa’îrêkî konî mukiryan buwe, hêşta bom saẍ nebuwetewe ke le çe wextêka jyawe.

82- «ẍułam şaxanî walî erdełan» le 1866da mirduwe.

83- «muḧemmed begî derbendî».

84- «şêx ḧuseynî kanî mişkanî» (1824-1889).

85- «şêx muḧemmedî fexrul’ulemay sineyî» ke le bineřetda xełkî gundî «dijne» buwe û le 1881da mirduwe.

86- «muḧemmed ḧezbin xaldî», le şa’îranî kurdistanî şîmalî buwe, le «alhidye alḧimîdye»da şî’rî heye.

87- «muḧemmedî fîkirî».

88- «şêx ’ebduřřeḧmanî mewlanawa» ke be şêx ’ebduřřeḧmanî canewere benawbange. (1828-1883). canewere gundêke le merîwan.

89- «řencûr» nawî muḧemmed û kuřî yosfî şêḧanîye (1810-1880).

90- mestûre xanmî sineyî erdełanî, nawî mahşerefe û kiçî ḧesen begî kuřî ḧeme aẍay nazrî sineyîye, (1800-1844).

91- «se’dułła kełhuř» (1801-1852).

92- «mela eḧmedî şêxul’îslamî sineyî» (1804-1869).

93- «meḧak», nawî meḧmûd û kuřî eḧmede û le řeçełekda zengineyîye, bełam be dawde benawbange. le 1875 mirduwe.

94- «mela qadrî şêx wesanî» hawçerxî ḧacî qadrî koyî buwe.

95- «sirê xanmî dyarbekirî» (1814-1865).

96- «ḧeyran xanmî nexcewanî».

97- «’ebdułła fatekey şêxanî» (1818-1885).

98- «mela fetḧułłay si’ird» le seretay sedey 14y hîcrî jyawe. şî’rî le «alhidye alḧimdye»da heye.

99- «emanûła xanî walî erdełan» kuřî xesrewxanî gewre, le 1824 mirduwe.

100- «xesrewxanî nakam», kuřî emanułła xanî walî (1799-1829), em xesrew xane mêrdî mahşeref xanim buwe û le 1819 buwe be «walî» sine.

101- «aqey azade şuḧanî kelhuř».

102- «şêx ḧuseynî qazî» le suleymanî, (1791-1870).

103- «feqê homerî cwanřoyî», şa’îrêkî şe’bî buwe le dewruberî 1876da mirduwe.

104- «eḧmed perîsî» (1813-1880).

105- «welî wêwaney kemałeyî» (1826-1881).

106- «mela lutfułłay şêxul’îslamî sineyî» (1835-1896).

107- «exter» nawî emîn aẍa û kuřî ḧacî bekir’aẍay koyîye. (1836-1886).

108- «şêx ’ebdułłay feyzî» le axir û oxrî sedey 13y hîcrîda buwe, şî’rî le «alhidye û alḧimîdye»da heye.

109- «ḧuseyn qulî xanî» kuřî mustefa qulî xanî dîwanbegî (1830-1887).

110- «’ebdułła ḧesen mîkaylî» (1837-1896).

111- «mela eḧmed nesîrul’îslamî sineyî» (1838-1897).

112- «mîrza řeḧîm wefayî» (1838-1899).

113- «ḧacî mela ’ebdułay koyî» (1839-1908).

114- «keyfî cwanřoyî» (1814-1883).

115- «mełkey cwanřoyî» hawdewrey mewlewî buwe.

116- «ḧacî mela eḧmed» kuřî mela se’îd tîkantepey mukirî, hawdewrey şêx řeza buwe.

117- «ḧacî mela řesûłî dêłêjeyî» (1839-1929).

118- «ferîq» nawî mela řesûł û xełkî gundî qoxemamoy merîwane lebeynî şilêr û baneda.

119- «mela abî» nawî şêx meḧmûd û kuřî şêx se’dułłay merîwanîye.

120- «mustefa begî bawecanî» ke pêyan wituwe «miçe gewc» hawdewrey şêx řeza buwe.

121- «mela welewxan»y şa’îrî cafan.

122- «mîrza yaqoy maydeştî».

123- «qemer ’elî».

124- «mela sałḧî selarewend».

125- «mela ’ebdulxalqî pawe».

126- «zenûrî».

127- «xane gayî».

128- «şêx şehabî lonî».

129- «cinûnî».

130- «daxî».

131- «’elî berdeşanî gewre».

132- «’elî berdeşanî biçûk».

133- «’ebdułłay feyzî mûşî», le nîwey axrî sedey 13y hîcrîda jyawe.

134- «qadir lihonî».

135- «şake gełałî».

136- «mesûr gełwaxî».

137- «yosif begî îmamî».

138- «kiłaşî», berpelî cwanřo kewtuwe.

139- «mîrza mûsa».

140- «hîcrî».

141- «ẍerîq».

142- «ẍembar».

143- «sałḧ efendî ahî», le sedey 13-14 hîcrîda jyawe.

144- «ḧesen kenoşî deloyî» (1840-1894).

145- «mela xelîl»y kuřî meḧmûd munewwerî dawde, le 1897da mirduwe.

146- «xakî», nawî «muḧemmed» û xełkî gundî biřneye (1841-1912).

147- «mela xakî».

148- «zahîr dêłêjeyî», (1842-1900).

149- «şêx kołekey hewramî», le 1866 kujrawe.

150- «emîn yemenî suleymanî» kuřî eḧmed (1841-1919).

151- «eḧmed fa’îz» kuřî seyîd meḧmûdî giłezerdeyî, (1842-1918).

152- «mela sałḧî teřemarî» (1845-1920).

153- «şêx se’îd»y kuřî şêx muḧemmedî dołaş, le sałanî 1846-1901 jyawe.

154- «seyîd siłêman», şa’îrêkî xaneqî buwe.

155- «mela baqrî şêxul’îslamî sine» (1843-1905).

156- «mela ḧemdûnî kwêr» (1853-1915).

157- «feqê qadrî hemewen» (1837-1899)

 

le dewruberî sałanî 1700y mîladî «xwadade şel» nawêk le ’eşretî hemewendî dewruberî kirmaşan be nawbangî «şêx řezay hengejałe»we, le hewargey xoy epeřê û be nawbanî zehawda dê bo binarî «pênciwên» û eçête dêy «hengejałe» bolay şêx û ebê be derwêşî şêx řeza û maweyekî pê naçê şêx le ’eşretî «tîleko» jinêkî bo dênêt. «xwadad» lem jine gwar kuřî ebê: «yadgar -ke pêyan wituwe çelebî- řemezan - řeşîd - sefer». zorî pê neçuwe em berebaye le gundî hengejałewe bar eken û eçne deştî «bazyan» û şarî «çemçemał» be nawî çemçemałî kone şwênî xoyan le dewrî «kirmaşan» û «bêstûn» -ke «sułtanawa»şyan pê wituwe- awa ekenewe û tyaya da’enîşin. emane wirde wirde pere estênin û her çwar tîrekey hemewend: «çelebî, begzade, řemewend, řeşewend û sefrewend» dirust eken û naw û nawbangêkî baş le deştî bazyana peyda eken.

tenanet efsaneyek lenaw hemewendekana heye ke goya «lew serdemeda ke xwadad lelay şêx řezay hengejałewe buwe, şewêk xewêk ebînê, le xewya agirêk leser kêryewe biłêse estênê û ber’ebête in û şaxuddaxe. her çende eken be kes nakujêtewe. beyanî xewekey bo şêx egêřêtewe, şêx pêy ełê: le netewey to ’eşretêkî aza û gewre ekewêtewe. her leber emeş buwe ke ew jine «tîlekoyî»yey lê mare kirduwe.»

le řastîda ’eşretî hemewend tarîxêkyan le lapeřey kurdewarîda gêřawe û be azatir ’eşretî kurd benawbang bûn. dû ḧikûmetî řom û ’ecemyan gelê car tûşî derdîserî kirduwe û her le dwayşyan dernehatûn. pyawî wekû «şerîf hemewend» û «cwamêr»y begzadeyan lê hełkewtuwe, ke em cwamêreyan dastanêkî le ḧikûmetî êrana heye û lepaşa le layen «muḧemmed ḧuseyn xan ḧisam almilk»ewe le 1885 be fêł kujra. jinekanîşyan aza û tifengiçî û şořeswarin. şwên danîştinî em ’eşrete beynî «kerkûk» û «suleymanî»ye, lay řojhelatyan řûbarî «baseře»ye lay řojawayan «qeła sêwke». lay cinûbyan «cebarî» û lay şîmalyan «tasłûce»ye. em ’eşrete lebeyn 900 ta 1000 xêzanêk ebin.

lew serdemeda ke «xwadad» û kuřekanî le wiłatî «çemçemałî bazyan» naw û nawbangêk peyda eken, yekê le amozakanî xwadad ke «çem sûrxaw»y naw ebê, xoy û her sê kuřekey: «şaweys, kakeweys û baram» ewanîş le «çemçemałî kirmaşan»ewe bar eken û dên bolay eman, maweyekî zoryan pê naçê baramyan kiçêkî çelebî hênawe ke nawî «xatûn» û xuşkî şerîf hemewen buwe, baram lem xatûne dû kuřî buwe: «’elî gułxatûn, heyer gułxatûn». heyer gułxatûn le şeřî beynî turk û hemewenda her be gencêtî ekujrê û hîç neteweyekî lê becê namênê. ’elî gułxatûnyan no kuřî buwe: «’ewła, fete, emîn, se’e, eḧe, řeza, siłe, baram, meḧûl». be corêkî têkřayî lem kuřaney xwadad û çem sûrxawe ’eşretî hemewendî deştî bazyanî îmřo kewtuwetewe. her çende be berey çem sûrxaw ełên «sîtebeser» ebê eme «se ta pisir» bê û be nawî sê kuřekeyewe bêt, bełam le řeçełekda sîtebeser û hemewen her dû la her hemewendin û cya nabnewe, ew kesane ke sîtebeser be «caf» da’enên, dûr nîye zor çak lem baseyan nekołîbêtnewe, boye wayan wituwe û tyaya be hełe çûn.

em ’eşrete şêwey qisekirdinyan le «kelhuř» eka newek le «caf». hemû şafî’î mezhebin û zor be sozîşin tyaya. wekû emeyan heye, eweşyan heye ke lêyanewe egêřnewe ewa eçin:

karwanêk řût ekenewe, demdemî xorawaye, yekêkyan nwêjî ’esrî nekirduwe. amojgarî ewanî tir eka ełê: êwe ser řêy karwaneke bigirin meyełn biřwa ta min nwêjekem ekem ba neyełim biřwa!. dîsan legeł emeşa çend řewştêkî tirîşyan heye, wekû ewe: her dujminî xoyanyan be zebûnî hate berçaw îtir lêy egeřên. eger çûn be řûtkirdinewey karwanêk û ew karwane jinî legeł bû, lêy egeřên û dest le karwaneke naden, eger hatû nakokîyek lebeyn dû tîreyana hebû, we lew wexteda çurtimêkî têkřayî hat beser hemûyana, yekêkyan heł’esê ekewête naw hozekan û berdê egrê be destewe, bang eka: kuřîne, dujminayetîyekey xoman ba bwestê û - leber çawyanewe berdeke le şwênê da’enê û ełê: wa dujminayetîyekey xoman lem şwêne dana - hestin ’êlcař bikeyn, ba biçîn ew dujmine têkřayîye çar bikeyn, we ew wexte egeřêynewe ser hînekey xoman!. îtir be têkřa hemû destî edenê.

hemewende koç nekirduwekanî dewrî kirmaşan ewanîş le wextî xoyda her «şafî’î mezheb» bûn wekû eman, bełam bepêy nawçe lejêr fişarî «sefewî»yekana ewan bûn be «şê’e» û lew wexte îtir her wa mawnetewe. emênêtewe ser wişey «hemewend» . hendêk ełên: eme «eḧmedwend»e û kirawe be «hemewend» û goya le netewey ew «eḧmed» nawen û «wend» be manay «zade»ye! legeł ewe baweřê min pêçewaney emeye, min lam waye:

em wişeye aşnayetî be «eḧmedwend»ewe nîye, bełkû eme leser ew şêweye ke be «hemewend» ełê «hemawend». esłekey «humawend»e. «huma» melêkî be nigîne, «wend»yiş le pehlewî konda be mana «xawen»e, «huma» leser zar buwe be «hema». înca «hemawend - hemewend - hemewen». weya her řastewřast «hemewen»e. «heme» be mana «hemû»e. «wen»yiş le pehlewîda be manay «wekû». wate «hemû wekû yekin». înca munasebe legeł ’eşretekeda leser her dû man’ake:

leser yekemyan: ebê bapîre here gewrey emane xoy le xoyewe kitupiř hełgiřabê û nawî derkirdibê, be corêkî wa merdim lêy sersam bûbêtin û witbêtyan eme çîye wa zû berz buwewe? yekêk le wełama witbêtî: «babe, humawende» wate: xawen humay nigîne, îtir ew nawe biřabê beser xoy û netewekeya. leser man’ay dûhemîş: yekêk le wextî xoya çawî be hendêk lemane kewtibêt, hemû le yek çûbêtin,mebestekey xoy bo cya nekirayêtewe!. ke lêyan pirsîwe

witûye: «hemewen» wate: «hemû wek yek». îtir «hemû wek yek - hemewen» boyan bûbêt be naw. boyeş ełêm «wend» be mana «zade» nîye, çunke ne le pehlewî konda û ne le şêwekanî kurdî kon û tazeda «wend» nehatuwe be mana «zade».

 

158- «mela ’elî şêxanî şinoyî».

159- «mela ’ebduřřeḧman»y bořîyerî kuřî mela camî, (1858-1896). nawî şî’rî şeyda buwe.

160- «mela meḧmûdî bakî», le dewruberî seqiz buwe, (1835-1899).

161- «mela ’ebduřřezaq şêxul’îslamî sine», (1849-1909).

162- xatû xurşîdî kiçî şêx marfî kewłûs le sałanî 1881-1931da jyawe.

163- «seyîd řeşîd», nawî şî’rî «şehîd» buwe û pyawçakêk buwe le xaneqay şêxî burhan, (1851-1933).

164- «meḧmûdpaşay caf» (1846-1921).

165- «wesman paşay caf» (1847-1909).

166- «mela ’ebdułłay ’îrfan» (1854-1915).

167- «mîhreban»y kiçî mela ḧesenî biřwarî, le sałanî 1858-1905 jyawe.

168- «feqê ’ebduřřeḧman»y kuřî feqê homerî cwanřoyî (1871-1926).

169- «mela sałḧî mela eḧmedî surinicdaẍî»-«surinicdaẍ» gundêke le dewruberî seqiz-le 1900 mirduwe.

170- «seyîd eḧmedî neqîb» (1863-1909).

171- «seyîd eḧmedî xaneqa» kuřî seyîd ḧuseynî kuřî şêx eḧmedî serdar (1870-1952).

172- «şukirî fezłî» hawdewrey şêx řeza buwe.

173- «mîrza selîmî sabłaxî» lebeyn sałanî (1905-1910) mirduwe.

174- «mela ḧesenî îbnulqizłicî» le 1908da mirduwe.

175- «mela ’ebdułłay ḧacî qadrî koyî» le sabłax danîştuwe, le dewruberî 1910da mirduwe. em ḧacî qadre, «qadrî koyî»y benawbang nîye.

176- «seyîd muḧemmedî se’îdî kołîcî» le 1906da mirduwe.

177- «pîroz»y kiçî ḧesen kenoş le 1911da mirduwe.

178- «mela řeḧmetułłay guł» le 1917da mirduwe.

179- «şêx semîmî şêx eḧmedî berzincî» (1843-1920).

180- «mîrza meḧmûdî sabłaxî» le 1915da mirduwe.

181- «mela ’arf sa’ib» (1889-1923).

182- «şêx se’îd»y kuřî şêx meḧmûdî kildar (1868-1925). em şêx se’îde eweye ke ajawey 1925y le turkya hełgîrsan û turkekan le daryan da.

183- «emîn feyzî beg» le 1915 le ḧełeb dîwyane.

184- «şêx ’umerî byare» (1839-1900).

185- «şêx necmeddînî byare» (1862-1918).

186- «şêx babay ẍewsabadî» ře’îsî terîqey qadrî, le 1916 turkekan xinkandyan.

187- «mela eḧmedî ḧacî ’elî hełebceyî», nawî şî’rî «fewzî» buwe û le sabłax danîştuwe, le dewruberî 1923da mirduwe.

188- «mela ’ezîzî muftî seqiz» le 1925 mirduwe.

189- «xalsî» nawî şêx meḧmûd û kuřî şêx řezay tałebanîye. (1874-1925).

190- «duktor se’îdxan» le 1925da mirduwe.

191- «mela meḧmûdî kwêrî qubayî» le dewruberî 1925da mirduwe.

192- «şefîq» nawî mela eḧmed û kuřî mela kerîmî bêstane. (1871-1928).

193- «mela muḧemmed»y kuřî ḧacî mela ’ebdułłay koyî, (1880-1943).

194- «safî» kak mustefay êran (1876 -1941).

195- «mela fetaḧ wehbî» (1876-1939).

196- «mela marfî kokî» (1873-1946).

197- «mîrza ḧesenî sîfulquzat» kuřî mîrza qasmî sabłaxî, (1877-1944).

198- «ferîq ḧacî mustefa paşa», (1868-1936).

199- «şêx baba řesûłî ’ebabeylê» (1878-1943).

200- «mela eḧmedî merxuzî» le 1925 mirduwe.

201- «seyîd ḧuseyn ḧuznî mukiryanî» (1886-1947)

202- «muḧemmed emîn zekî ’ebduřřeḧman» (1880-1948).

203- «meḧmûd cewdet» «1889-le 1947/11/20» xinkênra.

204- «şêx necmeddîn» kuřî şêx ’ebduřřeḧmanî qereḧesenî (1890-1945).

205- «babe ’elî bêdar xaneqî» (1892-1949).

206- «emîr celadet ’alî bedirxan» (1897-1951).

207- «kamil ḧesen» (1897-1941).

208- «mela ’eldułła»y kurî mela kerîmî pênciwênî, nawî şî’rî muftî û zayndey dêy «bêstan» buwe, (1893-1952).

209- «şêx ’ebdul’eḧed nakam» newey şêxî burhan (1907-1943).

210- «şêx eḧmedî sirîlawe» (1904-1933).

211- «yons ře’ûfî koyî», nawî şî’rî diłdar buwe, (1917-1948).

212- «mela eḧmedî qesret» (1889-1945).