eḧmed muxtar

(1897-1935)
From the Book:
Mêjûy Edebî Kurdî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 19 minutes  2125 views

kotrebarîkey deng piř le yahû, guřey ew denge guřtir le ahû, gułałey baxçey ’êlî cafekan, gułałey buxçey fîkirî kurdekan, hełkewtûyekî serbexo le meydanî şi’ra, serkewtûyekî xo be xo le bazařî xêra. kewtû be dawî çawî mestewe ta hoşî kirdewe, tînû be řojî řûnî kurdewe ta piştî kirdewe. şox û şeng û lawçak buwe, des be tifeng û swarçak buwe. şa’rî em şwêne nawî «eḧmed û kuřî wesman paşay caf û bira biçûkî tahêrbeg û daykîşî her ’adîle xanme». le sałî 1897y mîladî le şarî hełebceLocation hatuwete dunyawe. leber ewe ew sałe sałî 1316y hîcrî buwe, we em mêjuweş leser ḧîsabî «ebced» be nawî «aḧimd mixtar bigPerson» ewe derdêt her em naweyan bo kirduwe naw. wesman paşa û meḧmûdpaşa, ḧesenbeg, fetaḧbeg, siłêmanbeg û ḧeme’elîbeg şeş kuřekey meḧmûd paşay keyxesrewbeg bûn. wesman û meḧmûdyan le layen ḧikûmetî ’usmanîyewe leqebî paşayetîyan dirawetê. meḧmûdpaşayan yekêk buwe lew seramedane ke pabendî be edebyatî kurdîye û lewaneye dastanî hemû dîwexanêk bêt û xizmete edebîyekey şayanî hemû qełemêk bêt, be xetêkî zor cwan leser kaẍezêkî nayab kitêbêkî le şi’ir û edebyatî gelê le şa’ranî kurdî nûsîwetewe û nawî nawe «keşkołNamed-Entity». em keşkołe gencîneyekî zor benirxe beranber be edebyatî kurdî, we êste le kitêbxaney ḧesenbegî neweyaye. eḧmed muxtar, wekû hemû minałêkî tir le ḧewt sałîda exrête ber xwêndin le qutabxaney mindałan le hełebce, qur’an û kitêbe wirdełekan tewaw eka, lepaş emane des eka be gulistan û xwêndinî farsî tir. lepaşa kemêkîş ’erebî exwênê û destî lê heł’egrê û xerîkî ser û swarî û miłkidarî ebê. le temenî bîst sałîda jinî hênawe. le sałî 1922 buwe be qaymqamî hełebce le 1924da buwe be na’îb le parlemanî ḧikûmetî ’êraqda, ta le 1935 le temenî 38 sałîda be guley tifengî destêkî pîs leser awî sîrwan kujra û cwanemerg bû. termekey birayewe bo hełebce û le awayî ’ebabeyle lewgořistane ke tahêrbegî biray tyaya nêjrabû, emîşyan naşt. eḧmed muxtar pyawêkî bałaberz û sûr û sipî buwe, cwan çak û şoxuşeng, çaw gewre û demuçaw pan buwe, řîşî etaşî û cûtê simêłî qeytanî ehêştewe. zor ḧezî be řaw û şikar kirduwe, řawçî û tifengiçî û swarçak buwe. teřpoş û diłteř, zortir miraxanî û şerwałî leber ekird û şede û mişkî ebest be serewe, piştênêkî tozê zyadî ebest û feqyanekanî heł’ekird, gelê car dû řîze fîşek û sitarxanî ebest. legeł cilî kurdîda çaket û pantołîşî leber kirduwe. legeł xwardineweda sewday buwe. yarîşî ekird, pyawêkî nan bide û berçawtêr û zor dest biław buwe, řûxoş û hemû wext dem be pêkenîn buwe, le şwênî dûrewe gwêyan le qaqay pêkenînekey ebû, hełsûkewtî legeł hemû core kesêkda ekird. xwêndineweşî pê xoş buwe, le qisekirdinda deng gewre buwe. ke wird ebîtewe lem xwêndinewey eḧmed muxtar, temaşa ekey şitêkî way nexwênduwe, legeł eweş tapoyekî zîrekî buwe, zimanî farsî û ’erebî û turkî zanîwe, toze tozêkîş le îngilîzî. tenanet le farsîda gelê şi’rî heye. emênêtewe ser ewe ke çî bûbêt eḧmed muxtarî xistibête ser ewe dest bika be xyałbazî şi’ir û bezorîş tenya dû rêçkey girtibêt?.

wekû le şi’rekanî der’ekewê, yaxud wekû yasay binemałeyî derî exa eḧmed muxtar le dewrî seretada ne peykerêk buwe řûy tê ka, we ne heykelêkîş buwe baweşî pya ka. ke çî legeł emeş wekû şa’rekanî tir dîsan her diłî kirduwe be hêlaney xał û xet û zimanî kirduwe be mekîneyekî daymegeř bo dirustkirdnî sitayşî çaw mestanî qed barîk û zułfî řeşî wek şewî tarîk!. bełê, ne çawendazêk diłî kirduwetewe, be çaw be nazêk hoşî birduwetewe, bełam em lew małeda gagołkêy kirdibû, ke keşkołekey meḧmûdpaşa bûbû be řewřewey pêgirtinî û dengî şi’rekanî tahêrbegî birayşî daredarey bo ekird. lew lawe «narîPerson» le baxçey jyana be «ebro keman ey xanedan» gwêçkey eziringanewe, lem lawe «nalîPerson» le beheştî ew dîwî jyana be awazî «gułbeden serwî çemen» diłî egeşandewe!. ke em bem core çwardewrî be perjînî destey le’il leb û bestey gułî edeb bitenrê naçare lew naweda emîş biłê:

diłim bo baẍî řûy ew bulbul asa zor peşêw ḧałe
řehî mesdûde, çunke çunke zułfekanî mîslî perjîne

ke wa bû eḧmed muxtar lem dewreda tenya naw małekey xoyan bû kitêbî şi’rî bo girtewe, çunke lewêda tahêrbegî têda bû, kitêbxaney tahîrbegîş dîwançey şa’rekanî têda bû, sereřay emaneş keşkołeke leber desta bû, beyanî û êwaranî fîkirî şa’ranî tyaya wer’egirt. înca ba êste bêyne ser ewe qise le hendê le şi’rekanyewe û lew rêgane ke ew le şi’ra girtûnî bikeyn. eḧmed muxtar temaşa eka, wa diłřifênekey ke nawî nawete diłberekey be tazêkewe tozê le serpoşekey lada řojî hejar wek zerdûydar pêçî kirdewe le taw azar, emyan bolay masî û seraw, ewyan bo şwênb dûr le çaw; seretay em base ekatewe û ełê:

ke diłber xoy nwand, xurşîdî xawer zû fîrarî kird
xecałet ma û be zerdî ’ezmî piştî kohsarî kird
be sozî sîne nałanî le fesłî payîza bulbul
ke řoye naw gułistan û xeyałî newbeharî kird
xwa řojî ezel ew bejin û bałayey ke teswîr kird
le şewqî ew bû, xelqî ’er’er û seru û çinarî kird
witî mîskî xeta: bo min xetaye lafî bonxoşî
ke hat û bonî ’etrî perçemî şêwawî yarî kird
řeqîb wextê ke dî yar mîhrebane derḧeqî ’aşiq
teqî kird wek seg û topî le daxa întîḧarî kird
le ḧesret lêwî leyla bû, ke mecnûn şêt û řîswa bû
be carê kewte kêw û deşt û seḧra û terkî şarî kird
ke bîstî mujdeyî teşrîfî to, ’aşiq le xoşîda
ḧeyatî mabû tenya û ewîşî zû nîsarî kird
bijî ew şahî ḧusne wa le řûy lutif û keremkarî
ke wa yadêkî ḧałî «eḧmedPen name»y řût û hejarî kird

temaşa ekey le barî ẍezel û ẍeramda em şi’rane diłêk ekenewe, bebê perwa pyaw exene sozêkewe û zor teř û awdarin. bełam nabê eweşman le fîkir biçêt ke le şi’rî dûhemda legeł eweda ke wekû ewanî tir swar û řêkupêke, wa nebê me’nakey zor behêz bê, çunke ełê: bulbul le payîza ke çuwe gułistanewe xeyałî beharî kird. carê gułistan le payîza nîye, le beharaye, ke çuwe nawyewe îtir çon xeyałî behar eka?! bełkû xoy wêney ew behareye ke xeyałî eka ewey ke bo payîz bimênêtewe perêzî gułistane, newek gułistan, her ke witra gułistan, behar dêt be diła, wekû çon ke witra «pênc» taq be diła dêt, emîş waye. ke wa bû payîz û gułistanekey pêkewe nenûsawin!. eḧmed muxtar her le barî ẍezelxiwanîda be wêneyekî tir dête deng û ełê:

fistanî řeşî nazkî çîn çînî leberda
wek hewrî syabê beser qursî qemerda
qurbanî nîgahî ẍezebit řoḧ û diłî min
yek leḧze dûsed tîr û řimit çon le ciger da?
madam ke be şimşêrî birot let lete cergim
lazim nîye ew xencere kirdûte be berda!
dû dîdeyî mexmûrî nîgarim be şebahet
wek ahû wehaye ke le xew bê le seḧerda
destê ke be dawênî eto, destê be dił bim
çibkem ke nîye destê, bikem xakê be serda!
qurban wekû xałî serî pêt kewtuwe dayîm
«eḧmedPen name» ke meger diłberî xoy bê le guzerda

řaste cwanî řazanduwetewe û teşbîhêkî be kêy kirduwe ke fistanî yarî bałaberzî çaw be xumarî ke kiçêkî çwardesałeye kirduwe be leş û larî mînay bêgerdî wekû mangî dapêşîwe, we řaste şi’rekanîş swar û řewanin, bełam ewe bû ke le seretada sitayşekey damezrand, dyare řû le kiçêk ekatewe, çunke em core sitayşane bo ew cînseye, ke çî le şi’rî sêyema ełê: madam şimşêrî birot heye, pêwîst îtir bewxincêre naka ke kirdûte be kemerda!. bełê ebê kiçîş xencer bika be kemerya, bełam zor kem řê ekewê. le kurdîda ke witra xencerî kirduwe be kemerya, her kuř mebeste newek kiç, ca ke wa bû naweřastî biře şi’rekey legeł seretakeya yekî negirtuwe. dîsan le axir şi’irda mebestî eweye biłêt: wekû xakî berî pêt kewtûm, bo ewe car car bełkû beserma řabûrît, dey cumley «ke meger diłberî xoy bê le guzerda» ew me’naye nada be destewe!. legeł emeşda hendê taqe taqe şi’rî le ẍeramda heye lewaneye be awî zêř binûsrê!. çend cwane em şi’rey ke ełê:

bêstûn êsteş ke wextê laleyî lê sewz ebê
basî xwênî dîde û daẍî diłî ferhad eka

dîsan le şwênêkî tirda be şi’rêkî tir ełê:

gułałey bêstûn êsta beharan
ełên pêt maceray ferhad û şîrîn

xwa heqe be corêkî edîbane twanîwyetî sitayşî dîmenî yarî bika, le katêka ke mey û şûşe lenawaye le peřey gułî řûmetî diłopî ’areqekey serxoşî hone eka. emîş le xoşîda wekû bulbul exwênê û ełê:

le neş’ey bade wextê serî kułmî eka ’areq
be ’eynî ew dełêy berkî gułe, em awî barane

ke bezmyan germ ebê be şi’rêkî tir le şwênêkî tirda dête deng û ełê:

ke derxa diłberim ew gerdinî safî bilûrîne
le pencem mû derê, ger des dirêj kem bo milî mîna!

temaşayekî řûmetî yarî eka û pêy ełê: eger min bimewê sitayşî to binûsim pêwîste:

ebê kaẍez le bergî guł, qełem cana le ’enber bê
ke min meylim heye êsta binûsim wesfî řuxsarit!
***

eḧmed muxtar beg lêreda îtir ewestê, ewestê çunke temaşa eka perdeyekî tir beser ’alema kêşrawe û be řengêkî tir řeng kirawe, car carîş le sûçêkewe dengêkî nihênî ber gwêy ekewê ke le derûnî taqe taqe kesêkewe derdêt û basî ew nałe nałe eka ke le cigerî hełkiřûzawî daykî nîştimanewe deng edatewe. ke em dengey gwê lê ebê tasêk eybatewe, bîrêk ekatewe le coşî serxoşî gencêtîda, demarekanî tekanêk exon û perdey pêşû da’edatewe, piř be dem řû ekatewe ew şa’ranî kurde ke xoyşî yekêk buwe lewane be ḧew pênc xiştekî qafyekî tir exate ser gazî pişt û bem yekeyan ke yekêke le ḧewteke ełê:

şa’ranî kurd, bese! bes basî zułf û çaw biken
kem xeyałî peřçem û kakołî ałozaw biken
la biden, kem basî sunbuł, ya liqî lawlaw biken
êwe tedbîrêkî ḧałî qewmî diłsûtaw biken
zûbezû ta îş le des derneçuwe, sa hewłê biden!

ke leme ebêtewe temaşa eka: qewmî kurd le payey yekema lanewaz û serlêşêwawî destî nezanî û nexwêndewarîn ke eme řîşey hemû derd û bełayeke - řûyan tê eka û ełê:

le xew hestin direnge mîlletî kurd! xew zerertane
hemû tarîxî ’alem şahîdî feził û hunertane
desa têkoşin ey qewmî necîbî bêkesî mezłûm
be gurcî qet’î ken ew řêge dûre wa lebertane
bixiwênin, çunke xwêndin bo dîfa’î têẍî duşmintan
hemû an û se’atê ’eynî qełẍan û supertane
bexořayî le destî ber meden em xake meḧbûbe
ke tozê wek cewahîr, surme û kuḧlî besertane
beser çerxa eger nazîş biken ḧeqtane, ey kurdan
temaşay sêberî em şax û kêwane lesertane
bebê qedrî beserya řamebûrin ḧurmetî bigirin
gułałey sûrî em seḧraye xwênawî cigertane
demêke em wiłate wa esîrî penceyî cehle
le sayey ’îlmewe îmřo îtir norey zefertane
zibanî ḧałî «eḧmedPen name» her ełê wirya bin ey mîllet
bizanin berdî em seḧraye ełmas û guhertane

ebê eḧmed muxtarbeg le çe qutabxaneyekî berzî felsefe derçûbê wa le şi’rî şeşemda ew felsefe berze der’ebřê?. ew felsefeye der’ebřê ke xałî zewî û zarî em wiłatetan êskî pwawî baw û bapîrtane û gułałe sûwrekeşî xwênawî cigertane!. ke wa bû neken bebê perwayî beserya biřon û be sûkîyewe destî bo berin?!. eḧmed beg le hîç qutabxaneyek derneçuwe, bełam ew xake ke ew gułałeye řwanduwe her ew xake ewîşî pê geyanduwe. dîsan le axir şi’irda her kese qise le defrî małî xoyewe eka, ewîş bełê le małî xoya ełmas û gewherî dîwe, bełam eger neyşîdyaye her eyzanî berdî deştî mîlletî kurd hemûy gewher û ełmase, çunke kangay ałtûnî řeş û serçawey «oranyom» y dapoşîwe!. eḧmed muxtar lem babetewe bombay xeyałî eteqênêtewe, bê bakane le 19 şi’ir beriztir xeyał û beriztir felsefey xeyał le barî nîştimanîda der’ebřê û ełê:

dête gwêm dengê be soz û şîwen û giryanewe
nałeyî diłme le ḧesret xakî kurdistanewe
lanewaz û bêkes û mezłûmin êsta qewî kurd
gah be destî turkekan û gah bedest êranewe
îsmî wîcdan û ’edałet bê musemmaye û diro
bo syaset em qise ketuwete ser lêwanewe
řaste ger îsmî ’edałet, boçî mindałanî kurd
dîl û sergerdan bisûřênewe beser kêwanewe?!
em qerarî «’isbArabic» e wa xełmî ełên bo kurd ebê
her qisey řûte û qiseş naçête naw gîrfanewe
îmřo ba wa bê bełam, řojê ebê ewladî kurd
dête meydan be ’îlim û sen’et û ’îrfanewe
newcewananî weten tewḧîd eken em mîllete
her le kirmaşan heta wirmê û sine û bokanewe
řêk exen wez’îyetî wan û cizîre, serbeser
’eqre û zaxo ebestin řêk be qed botanewe
xaneqîn û mendelî, xakî luřistan yek be yek
wek wesa edrûn be bałay mentîqey babanewe
beçke şêranî ’eşayr bo qiřanî duşminan
her wekû řostem ekewne hatin û cûłanewe
paş qiřanî mudde’î dest pê eken te’mîrî miłk
řêgey asin eçête şaxî hewramanewe
kêw û kej giştî ebête baẍ û cade, qesir û řê
bo temaşa deste deste dên le îngilsanewe

beřastî em şi’raney eḧmed muxtar nimûneyekî zor berzî mîllete ke bo paşeřojî bekê hêştuwe. lem fîkirewe ekewête ser ewe ke zimanî kurdî zimanêkî edebîye û be hemû ḧor mawey ewey heye ke xizmet bikirê û le wişey bêgane dûr bixrêtewe, dênê em řêçkeye eşkênê bew nyaze dest eka be witnî şi’rî kurdî petî, ke eme bo ew serdeme nîşaney gyanêkî pak û hestêkî berz lewda der’exa û qewmîyetêkî xawên be aşkira enwênê. řêçke eşkênê û ełê:

girpe û giřey tenûre, biłêsey henawekem
sîrwan û tanceroye, xuřey awî çawekem
şêwawî mûy xawî kesêkim be řoj û şew
boye peşêwe êsteke, bîre biławe
řojê be pêkenînewe fermûy desa were
bo pasî nîweşew, sege qul hełkirawekem
dîsan witî: şeker le demit dêteder eger
zehrîş bixoytewe ke bêy bênî nawekem
em komełî gułałe ke ałn le kêw kej
awyan dirawe giştî be xwêne řijawekem
to bîy û xwa desa were bînayî çawekem
sařêj ke zamî let letî cerge biřawekem
baweř meken bibin be ’ereb kurdî şarezûr
bê tirs ełêm leřasî diřawe kiławekem

eḧmed muxtar be dûlada serêk ekêşête naw merdim û hełyan esengênê, wekû mûyek le mast derbênê bew core xûřewştî ew řoje exate şirîtî biře şi’rekeyewe. lepaş pênc şi’ir dête ser ewe ełê:

lade şa’ir to le basî ’eşqibazî û seyr ke
çon xerîkin çenkesê êsta weten wêran eken
cahîlan bo îstîfadey zatî xoyan řoj û şew
lem muḧîte men’î ’îlim û sen’et û ’îrfan eken
řûřeşî dunya û qyamet ew nefamanen ke wa
hecwî qewm û mîlletî xwayan be pare û nan eken
asman êsta weha çerxawe, cahîl ẍałbe
gurbe û řêwî xeyałî mertebey şêran eken!
çen kesêkî taze pyakewtû le kûre derçûn
pyaw ke çû bo îş, lepêşa yoqłemey gîrfan eken!
xełqe be’zê kes le însanî çyan dîwe zerer
wa hemîşe meşqî weḧşî û peyřewî ḧeywan eken

her lem babetewe şi’rêkî tirî heye, çonyetî îdare û qanûnî ew řojet bo eka be hêlkeyekis pakkiraw û eydate destitewe û boyşit egêrêtewe ełê:

me’nay weha lêk edenewe be’zê mwezzef
qanûn ewete keşfî biken baxeł û gîrfan

eḧmed muxtar řaz û nyazêkî heye lebin guł û bulbula 32 şi’re. eme sa, zadey fîkirî xoy bê, ya pirşîngêk bê werî girtibê le her dû bara perdeyekî çîrokî pîşan eda nimûneyeke bo wirdî bîrî em şa’reman. bebê layengerî em şi’rane le layen me’nawe payeyekî berzyan le edebyatî kurdîda bo xoyan terxan kirduwe. şa’ir seretay ekatewe û ełê:

çîye ey guł ke řengit êste sûre?
çi wextî şadî wi’îş û sirûre?
peřet bo ał û řengîne beharan?
duřefşane le qetrey awî baran?
meger ḧîsist nîye takû bizanî
le xakî kwê řwawî boye cwanî?!
eto nazanî boçî ał û sûrî
le bezma mayeyî keyf û sirûrî?
eger bibwaye lay to ’eqił û famê
demaẍ û mêşk û ḧîssî temamê
lecêy sûrî be řû zerdî ehatî
gełařêzit ekird êsta le matî
serit wextê ke derhênabû, ebwa
be řeşpoşî bihatîtaye dunya
etirsim çunke to bê ḧîsse goşt
wekû însan nîye efkar û hoşt
debî ḧałî le me’rûzatî bende
heta şermende bîtu serefgende
bełam her wextê hengê baxo mêşê
ebînim min beser towe enîşê
hełebziřkê becarê řengî ałit
peşêwî dê beserya wezi’ û ḧałit
ke wa bû dyare ey guł to efamî
ezanî û saḧîbî ’eqłî temamî
eger bêtu bikem ’erizit ezanî
ke to boç wa teř û taze û cwanî?
ke wa bû êste ey guł to bizane
sewzbûnit le xakî diłberane
leser xakî butê řîşet řwawe
be cergî ’aşiqane daxî nawe
weya sewzî leser xakî ḧezînê
ke kujrawe be tîrî nazenînê
leser qebrî şehîdêya řwawî
be xwênî cergî ew to aw dirawî
ke daynawe ḧeyatî xoy be merdî
le pênawî wiłatî qewmî kurdî
le liq boye ke to ser der’ehênî
be gił sewzî, be bergit mîslî xwênî

bełam madam ke meḧwî ew kesane ke emřo mayeyî cîlwey gułane

lebo to buwete mayey ’eyş û xoşî
be serberzî ke bergî sûr epoşî
eger bibwaye to ’eqiłit le serda
ebû bîkey cilî matem be berda
weya xud to be yadî řoḧî yaran
ebû bulbul bilawênê beharan
ke ew teyre ewend mecbi’urî toye
şew û řoj bo wîsalit řenceřoye
ke çî napirsî esła to le ḧałî
demê nakey be dił meylî wîsałî
bełê ’aşiq ke nałey wa ḧezîne
hemûy sermayeyî ah û enîne
lelay me’şûqe wek dengî řubabe
egerçî ’aşiqî cergî kebabe
welê me’lûme cewr û zułmî diłdar
ebê ḧeddêkî bê bo ’aşiqî zar
xusûsen to ke xulqawî le xakî
gelêkî sê kesî serberz û pakî
eşubhî to be yek lew syane ey guł
ke kun kun bû be ẍemzey sîne û dił
wekû ew dwanekey tiryane bulbul
diłî meşkêne tuxwa ḧeyfe ey guł
le derḧeq bulbulî bêçare û zar
ewende meẍrur mebe nîşan mede xar

ke wa bû êste lepaş em baskirdine û wirdibûneweye le hendê le şi’rekanî eḧmed muxtarbeg boman derkewt ke:

řast bû em şa’reman leser dû řêçke buwe, herçende sereta be nawî ẍeramîyewe hate pêşewe, bełam le payey yekema nefsîyetêkî nîştimanî û le dûhema ẍeramî buwe. dîwanekey le layen ’elî kemal bapîrewe le sałî 1960 bo carî yekem le çap dirawe. le layen gîwî mukiryanîşewe bo carî dûhem le sałî 1969 le çapxaney hewlêr le hewlêr le çap dirawe.