zêwer

(1875-1948)
Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 22 Xulek  1476 Dîtin

şabazî xoş perwazî berzî mîllîyet, ahûy be bahûy çeragay merzî qewmîyet. diłî hêlaney perwaney şemnasan buwe. pendî le bendî komełî kurda tełayekî destewşar, řengî be dengî bê benî derda sełayekî dûrewşar. fîkirî le gułzarî amojgarîda gułî hemîşe behar, zimanî le baẍçey řawêjkarîda nemamî coşî behar. le řendîda şoxî nawşaran, le qelenderîda şêxî kosaran. ḧeq bêj û ḧeq perist, bîrtîj û xwaperist. zêřî em kane nawî «’ebdułła û kuřî muḧemmedî kuřî mela řesûl» e. le sałî «1875» mîladî le şarî «suleymanîCih» hatuwete dunyawe. le ḧew sałîda le ḧucrey «melase’î» - xwace fenî - exrête berxiwêndin, qur’an û nagehan û gulistan exwênê, bedem farsî xwêndinewe dest eka be «nisab alsibyanNava taybet» û eçête feqyetî, lepêşa her le suleymanî, bełam lem maweyda farsîyekey lay xwace fenî her xwênduwe.

lepaşa eçê bo merîwan û bane, lewêwe bo mukiryan û sabłax. beser řewandizda egeřêtewe bo hewlêrCih û kerkûkCih û dêtewe bo suleymanî le mizgewtî «bin tebeqCih» dewzî ’îlmî «’iruz û qafyeNava taybet» lelay «’îrfan efendîKes» exwênê û ebê be muste’îdêkî baş.

zeman zemanî turk û çûne estemuł baw buwe. emîş heway ew çûney ekewête ser, le «1317» řomîda milî řê egrê û eçê bo estemuł, lewê le layekewe legeł ’alim û edîbekana hełsûkewtî kirduwe, le layekîşewe hemû demê têkławîy legeł ew pyawe kurdaneda - ke lewê îş be dest bûn - kirduwe. çwar sałêk bo xwêndin û zyakirdinî zanyarî û dunyadîdeyî le estemuł emênêtewe, lepaşa hatuwetewe bo suleymanî, lewêş beynêkî tirmawetewe; înca le «1324» y řomîda her le suleymanî kirawe be mamostay mektebî «řeşîdyeNava taybet»y ’eskerî, le dewrî ḧikûmetî ’êraqîşda yekem car kira be mamostay e’dadî miłkî. ke «zanistî» le suleymanî danra, «zêwer» wekû çon endamêkî tewaw buwe têyda, herweha mamostayekî diłsuzîşî buwe.

lepaşa her be nawî mamostayetîyewe le layen wezaretî me’arîfewe nêrrawe bo gelê şwênî tir le lîway suleymanî; a dewruberî «1942» y mîladî le me’arîfda xizmetî xwêndewarî kirduwe - ke têkřa 30 sałêk em erkey hełgirtuwe - lem axreda leber pîrî û lawazî legeł nexoşîda bûn be deste bira!.

ta le řojî «1948/11/10» her le şarî suleymanî le temenî 73 sałîda koçî maławayî kird û řûy kirde mełbendî nazdaran bo naw dar erxewanekanî «girdî seywan».

«zêwer» le guzeranda zor amade nebuwe, manganeyekî kemî teqawîtî hebû, lem dwayîyeda bewe řaybiwarduwe, her çend xêzanbarîş buwe, nefsêkî zor berz û şahaney buwe.

derwêş meşreb û řend, xwaperist û dyanet řagîr buwe, le xwardinewe dûr buwe, ḧezî be cigere zor kirduwe. lem dewrî dwayîyeda be nexoşîyewe neglabû, zyatir wextê legeł edîb û şa’rekana be basî lêkolînewey şi’ir û edib řabwarduwe. «dame» û «şetirinc» zanêkî benawbang buwe, zorî ḧez bem yarîyane ekird. le swarîşda swarçak buwe, ḧezî be seyran ekird û diłî be dîmenî tebî’î ekirayewe.

zêwer pyawêkî kełeget û bałaberz buwe, dûçawî gewrey geşî pêwe buwe. nawçewanî pan û lûtî dirêjkar buwe. řîşe sipîyekey qełem ekird, simêłekanî dirêj bûn. camedaney ebest be serewe, kewa û suxme û sełtey leber’ekird, piştênêkî kemî ebest, feqyaneşî pê xoş bû, ’ebay leber’ekird, kewşî yemenî lepê ekird, hîç gwêy be řêkupêkî cilekanî ne’eda, be dirêjayî sał yeqey bereła û sing û berokî be derewe bû, heta biłêyt şil û şêwaw bû. dengêkî nerim û qisekanî leserxo bû, be pêy desełat tebî’et açuxîş buwe.

zêwer her le dewrî mindałîda bêcge le dîmenekanî kurdistan û şaxî řengaweřengî wextî beharan tam û bonî şi’rekanî «mewlewîKes» û «nalîKes» le hemû demarekanya hatuçûyan kirdibû. dîwanî şa’re farsekanîş - ke emane be ḧukmî tebî’et biław bûbûnewe - şi’ûrî ’ebdułłayan wa lê kirdibû ke baweş be asoy şi’irda bika. wayan lê kirdibû peykerêkyan le dûrewe bo danabû nawyan nabû «heykelî şi’ir» bo ewe em xoy bo bawêjî. ca bem bonewe lepêşa hat «zêwer» y kird be nawî şi’rîy xoy û xeyałatî berzî, be witey cwanî xoy zêwera řakird, le bindest emaneşewe cewrî turkekan ewendey tir diłyan hênawetewe kułan lekatêka ke ełê:

em weqte ke piř fîtne û řê bestine êsta
xoşî ke bibê mirdine, ya nustine êsta
dû yarî wefadar û bebê ẍeş nîye hergîz
herçê ke temaşay ekem dujmine êsta
aşûb û beła û fîtne wekû terze ebarê
her cerdeyî wiher dizî û kuştine êsta

bełê, ewa witman dîmenî şaxî řengawřengî kurdistan û sozî mewlewî û dengê nałey şi’rî nalî, telî ’atîfey zêweryan bizwandutewe bo ewe ke bikewête kuşî şi’rewe, legeł eweda gelêkî tir şa’ir wekû zêwer le dewrî zêwerda, ya lepêş zêwerda ke hatûn perdey kamêray xeyałyan tenya wêney çend perdeyekî hełbijardey wergirtuwe ke hem perdekan wihem xeyałî şa’rekan xoyan zor le yek dûr nebûn. ke çî zêwer kitupiř ke teqîyewe çend piřîşkêkî lê buwewe; ẍeramî û felsefî wekû ewan, komełî û exlaqî bebê ewan, nîştimanîş serbarî - ke emaney dwayî lewana, ya nebûn ya le hendêkyana tiruskeyekî kemyan dawe, legeł eweşa ewan le çe nawçeyeka jyawin zêwerîş her lew nawçeyda jyawe - ke çî em bêcge lew gořane ke řû ekate ’en’enatî komeł, ya dunyayek gořanêkî taybetîşî beser řewişt û tebî’etî řêçkey şi’rî xoydahênawe!.

ca aya ebê çî bûbête hoy ewe ke zêwer kitupiř lenaw ew perdaneda bazî dabête naw em perdane û be corêk bikewête naw em ’alemî komełayetî û exlaqî û nîştimanîyewe ke qełem biłêt: zêwer le řîzî şa’ranî dewrî dwayîda lem babetewe şořşêkî fîkirî xiste nawewe û be mamostay gelêkyan ejmêrrêt?. pirsyarêkî wird û wiłamêkî dirêjî ewê. înca em wełame be felsefey naw enêy bînê, be fîzyay naw ebey bîbe!.

her şitêk lem kewneda heye maddî bê û berdest bikewê, ya me’newî bê û çawîş eybînê, mahîyetekey lem heway asmaneda besersermanewe esûřêtewe, bełam ême nabînîn, çunke amade nîn bo bînînekey; şitêkî maddî ke le berdesta bê û be çaw bibînrê, wekû «telefûn» - be mîsal - bem çeşne ke êste eybînî, to natwanî biłêt «bîl» ke dirustî kirduwe ewe dayhênawe «axtir’ةErebî» bełkû em telefûne bem ḧałe ke «elksandirgraham bîl [1848-1922] dahênerêkî betwanay berîtanyayî buwe ke benawbangitrîn berhemî telefûne: herweha asin doz (filzyabFarsî) yiş le berheme dahênrawekanyetî».

êste heye, eme «asîrErebî» yik buwe û lem heway bê payaneda sûřawetewe wihebuwe, bełam kes pey pê nebirduwe, heta «bîl» hat û dozîyewe «kişifErebî»e û daye destî min û to!. ke wa bû dahênan «axtira’Erebî» bo şit hełeye, çunke wicûdekey lepêşda heye, bełkû ewey ke boy biguncê «dozînewe - kişif» e herweha hîç dûr nîye lem hewayeda şikłî dezgayekî têda bê ke to le tenîştyewe dabnîşî û dugmeyekî pêwe bê her ke dest bew dugmeyeda nira dest becê to le berlîn ya lendenda bît, bełam hêşta nedozrawetewe!.

emênêtewe ser ew şitane ke me’newîyatin û be çaw nabînrên, emaneş dû corin corêkyan her çende nabînrê, bełam le şanya heye wergîrê, wekû «deng» ke be hewada biław ebêtewe, hem to werî’egrî hem mekîneyekî giramafonîş werî’egrê. corekey keyan şitêke nazkitir le deng, penhantire le heç mewcûdatêk ke heye, fîkir’acze lewe ke te’bîrî lê bidatewe!. be naçarî nawî enête «xatre», ke em xatreye wekû şite maddîyeke şikłekey le hewadaye - eme te’bîrêke ełêt: şikił çunke şikłî nîye eger bîbînî ewîş ebê be maddî - aşnayetî em xatreye legeł ademîzadda gelê nihênître le hêzî karebayek ke le her nuxteyek serî hełda le sanîyeyekda ḧew car be dewr erza esûřêtewe û egatewe ew nuxteye!.

ca dozînewey her xatreyek efkarî ademîzade lem hewayeda bestirawe be aşnayetî ew ademîzade taybetîyewe, legeł ew xatre taybetîyeda ke le hewada esûřêtewe, dyare aşnayetîyekeş seretakey le xwên û demar û lîniçkawî em pyawedaye, ke emane kirdewe û te’sîrêkî xarcîyan heye bo řakêşanî ew xatreye. xulase, em base zor qûłe, her çend ne’ebû lêre ser em tozeşî lê derbixraye, çunke kełkî lê wernagîrê, bełam wa, wa hate pêşewe, wekû ełên «qise qise řa’ekêşê». eger yekêk byewê ser berête naw felsefey em core şitane, kitêbêkî ême heye «karebay penhan» etwanê ewe bixiwênêtewe.

bêynewe ser zêwer û xeyałî komełayetî, ya nîştimanî lewda; esłî tefkîreke hebuwe, yekêkî wekû zêwer betaybetî, ya ẍeyrî zêwer be têkřayî ebê çon dozîbêtyewe? carê ew kirdewane ke hoy dozînewey em core şitanen lelaşekey ewda hebûn, înca ’ewamîlî aşkiray tirîş pałyan pêwe nawe. zêwer ke çawî pê kewt serencamî şeřî «1914-1918» axir nuxtey hate ser meseley qewmîyet û xakî qewmîyet, emîş ebwaye ew bangey bikirdaye, lemewe ewey bo derkewt, seyrî kird ew jyane ke le seretay cwanîda lenaw ew komełeda řaybiwarduwe, gořîyewe be pîrî!. lem dewreda ebînê ew xû û řewşte wi’ew komełayetîye ke caran hebûn be ḧukmî qanûnî gořan, kewtin be barîkî tirda û gořan, bełam lebatî ewe bolay çake biřon ke çî řûbeřûy xirape bûnewe, lebatî ewe bolay yasayekî baştir biřon, ke çî bolay şîrazey le yek hełpiçřanî îş û kar çûn. ke wa bû naçar bû leber ewe be çawî xoy le dewrî jyanî xoyda dû şitî pêçewaney çawpêkewt, bangî bo bika û piř be dem dengêkî tirî le dem bête derewe. emane bûn be hoy ewe ke zêwer le perdeyekewe bikewête perdeyekî tir.

înca bêyne ser ewe le hendê lew şi’raneyewe bidwêyn ke lem řêgayaneda girtûnî, bo ewe bizanîn payey edebyatî em şa’reman geyştote kwê? ke lemewe payey komełî ew dewreye le hemû barêkda der’ekewê.

zêwer wekû şa’rekanî tir lepêşa ekewête meydanî ẍeramîyatewe, lewêda kemendî dostî şîrînî eyxate beheştî jînewe, şûşeye şerabî serxoşî pê exwatewe, cîhan nîye tyayabê tenya ew baxe nebê ke legeł dostî diłaramya tyaya danîştuwe!. xeyałî baweş eka be asoy jyanêkî ebedîda, bem lada la ekatewe ew baxe ke bonî danîştinî yarî dêrînî lê dê, îlhamî xeyałatî pê ebexşê, bew lada ke la ekatewe yarî nazdarî ebînê ke germayî derûnî em diłopî ’areqey xistuwete ser řûmetî ew bełê: boye wam kird, çunke xemî tabuşt le diłma şit nîye bîřewênêtewe, tenya ew diłope ’areqe nebê, zimanî ekirêtewe û řûy tê’eka û ełê:

tikanî abřûy çemen be řûy abdarewe
şikanî nirxî nesteren be zułfî mişkibarewe
çime le mey? le ney? le cam? eger be lence bête lam
be řûy tabdarewe, be çawî piř xumarewe
’ereq nîye le ’alemake laberê le dił ẍema
cige le qetre ’areqê le řût ke dête xwarewe
nîşanî min cemałî to, beratî min wîsałî to
xeyałî min le xałî to, be ’îşwe lêm meşarewe
’ezîzekey ḧebîbî min, nîgarekey tebîbî min
ba şeq berê řeqîbî min, were be sed wîqarewe
fîdayî xedid û qeddî to, çemen be fewcî gułyewe
be bulbul û be çiłyewe, bequmrî û çinarewe
fereng řû, řeng mû, ’ecem syaq û řûs xû
enasrê ke kurde zû, be pêçî lar û xwarewe
nîşanî zułfî ’etberî, hemû wiłatî guł ’umer
be ’erd û berd û darewe, be awî serçinarewe
emin geyandime enwerî, finûnî şi’ir û şa’rî
etoş geyante samîrî, be çawî sîḧirkarewe

zêwer baranî fênkî behar řişêney diłî eka û sitayşêkî tebî’et eka ke be destî kirdigar nexşawe, seyrî ew dîmene eka ke çon bonî behar û bonî gułî behar têkławe bûn û lew hewa safeda bałindey bał zêřîn lejêr nimnimey barana sema eken û lew bone emjin û be lerey çiłî gułbenî daranewe leber deştî beheştî zewîda gyanêkî taze edoznewe; ke eme ebînê be diłêkî teřewe ełê:

binwaře new behar û heway terawetî
nûsanî pêkewe lebî ẍunçey ḧelawetî
hênaye şewq û zemzeme teyranî ser zemîn
serma biřayewe, hemû tundî û selabetî
hewretrîşqe bote seqa, awiřşên eka
ta sebzezarî erz mucellabê sefwetî
em ’erde mirduwe, hemû řoḧî kiraye ber
gořawe serbeser hemû dunya qyafetî
badî seba be cîlwe qeddî gułbenî leran
guł, zarî kirdewe ke bika şukirî nî’metî

zêwer lem qapîyanewe der’eçê û řûbeřûy qapîyekî tir ebêtewe, řûbeřûy qapî komełayetî ebêtewe, pê ehawîjête ew dîw, temaşa eka çonyetî xû û řewişt buwe be derebegî, her kese be barêka bo xoy řûy kirduwete dereyek, şîrazey yasa leber yek hełpiçřawe, her tîre û bereyek ke to eygirî û etewê biçîte nawyanewe seyr ekey lewanî tir xirabtirin, hemû amancêk hatuwete ser maddeperistî û le wîjdan dûr kewtine.

lêreda be core amojgarî û qisekirdinêk dête nawewe, pyaw lay wa ebê ke tenya pispořî ew meydanewe dête nawewe û ełê:

yek ’eybî xełk ebînî, xot saḧêbî hezarî
xełkit lela xerare, xoyşit wekû dewarî!
zahîr feqîr û salim, be řeng û bergî ’alim
emma lenaw derûnda marêkî zehirdarî!
çon pêt biłêm musułman? ya ferdî new’î însan?
dûrî le xêr û îḧsan, mestî mey û qumarî!
destit le sen’eta bê, nawit le ḧurmeta bê
qelbit le ẍefłeta bê, qełb û zelîl û xwarî!
ey ’almanî ḧeqbîn, tedrîs biken bebê kîn
laden le te’in û tel’în, laden le wirdekarî
heta biłên xetay kird şêxî «rizîErebî» û «tusîErebî»
her wek qedîm be «sî» sał nageyne «qazî larî»
řêy dîn guşade derwêş, bê sûde bûyte beng kêş
binwaře muřşîdî pêş, menwaře beng û marî
ey tacranî sadiq, wey kasbanî layq
řeḧmê legeł xelayq, «de» be «dwazde» tucarî?!
her muşterî ke dête berdem dûkanî êwe
sabûn meden lejêr pêy, eşter le şademarî

dîsan her lem babetewe be nawî ẍezelxiwanî û komeł şinasîyewe çend be cwanî dête ziman û ełî:

nîşaney meḧebbet le kesda nemawe
heçî tûş ebî merḧebaye û siław
meḧebbet le lêwdaye ta merkezî «ḧê»
’edawet le qelb û diłana çeqawe!
heta mam be xałêk ebê dił bibestim
sedaqet le xał û le mama nemawe
çilon ketmî ’eşqit bikem ey perî řû?
be sengî cefa şîşey dił şikawe
biłêm askî naske řaste, fîkirim
sił û weḧşe dujmin be seyad û řawe
ser û řîşekem bû be befir û ke çî dił
çi mindałe, bonî demî şîrî xawe!
le řeẍmî zemane were ey semen bo
binîşîn, binoşîn û bûseş ’elawe!
***

zêwer em perdaneş da’edatewe û ekewête ’alemêkî tirewe ke kořî nîştimanîyekane. lewêda seyr eka wa cewrî zeman û naḧezî řozgar beranber be kurdan le cengidaye, her sate be layekda eyanřetênê û ayançewsênêtewe, le deştî nebûnîda ’ewdałn, nanyan be dû nabê, lebatî hemû naz û nî’metêk lejêr cewra etlênewe, her sate leşyan be darî yekêk birîndar ekirê, bê lane û bane, bê xemxiwar û diłsoz, legeł emeşa yek be yeka heł’eznên, le coşî kûrey derûnêkî buryanewe dem ekatewe û ełê:

em kurde ’eceb saḧêbî bextêkî zebûnin
hêştakû ełêy daxłî seḧrayî nebûnin
nanê be dûsed sîneyî sozan ke peya ken
bê behre lewîşin, be mesel ’eynî firûnin
bêbeş le hemû nî’met û azadîy ’alem
pamałî cefay dehirin û menfûrî ’yûnin
boqondere û qemçî załim hemû leşyan
xarawe le pêsta, wekû gamêşî çetûnin
eqwamî zemîn saḧîbî ałtûn û qisûrin
em kurde leber zorî qisûr malîkî tûnin
her qewmê qedî bû be elf, pîr û cwanî
her qewmî wenewşe û gułe, wa qed wekû nûnin
kes keşfî nekird sîřřî derûnyan le cîhana
bê şerḧ û bebê ḧaşye wek kone mitûnin
serřay ewe dujmin be yekin, cumle ’eşîret
ḧeqyane ełên kurd hemû meḧkûmî cinûnin
em ḧałe dewamêkî tebî’î heye bo kurd
ta ẍafił û bê behre le ’îlim û le finûn

ke leme ebêtewe, dête ser ewe ełê: madam serçawey emane nezanî û nexwêndewarîye û hoy le yek tirazanekey dyare, çarkirdinî zor be sanayîye be dengî berz bang eka û ełê:

me’arîfe ke bułendî eda be qewmî hejar
cehalete ke deka meḧwî sîlsîley tatar
finûn wi’îlme kewa bote ba’îsî îqbał
cehalet û ḧesede bote menşe’î edbar
biraderan û řefêqanî xom mebin ẍafił
le terîye û edeb wi’îlim û sen’etêkî bekar
be cewherê ke hete, la mede le mîlletî xot
nîfaq û buẍze, bełê jengî merdî cewherdar
weten, weten wekû kûkûy kotre barîke
bibête wîrdî ziban û diłit, be leyl û nehar
be mał û dewłetî dunya menaze ey ḧacî
bînay mekteb û pirdî ḧîsabe řojî şumar
ḧeyatî ême ḧewałey sexay eşrafe
ke gewre lutfî nebê quřbeser sefîl û sîẍar

zêwer beranber be xakî nîştimanî pîrozî ke xoşewîstî xoy der’ebřê, ełê:

ey weten çend xoşewîstî řoḧî şîrînî minî
mezre’ey tuxmî nîşat û ba’îsî jînî minî
bêt û ger min kohken bim, wesłî şîrînim bibê
tîşeyê nadem le berdit, toy ke şîrînî minî
gerçî erzî, hênd biłindî wexte lay min biçye ’erş
wasîtey serbestîy îcrayî ayînî minî
îftîxarî mîlletî, toy maderêkî mîhreban
xwahîlalîşî be to da, mah û perwînî minî
new beharan bew heway zor safewe wek cennetî
fesłî zistanîş seraser baẍî nesrînî minî
boçî neqdî cîsim û canî xom be şabaşt nekem
xakřahî ḧukmiřanî ’izîz û temkînî minî
arezû û fîkirî seyaḧet nakem îtir ey weten
to le cêgay qahîre û taran û berlînî minî

zêwer bem core bangî bo xwêndewarî û bo nîştiman berz kirdewwe, bełam temaşa eka wa pol pol minałanî nîştiman wekûbřî berx eçin bo qutabxane derz exwênin û egeřênewe dwawe. hîç sirûdêkyan nîye, ne le êwarna, ne le beyanyana, diłî dête coş û ełê ca boçî em sirûdeyan bo danenêm?.

wetenî min kurdistane, yadgarî ecdadmane
beheştî řûy serzemîn, xakî pakî kurdistane
ba hemûman wek bira bîn, řefêqî dîn û dunya bîn
ba le weḧşet tewella bîn, nobetî ’îlim û ’îrfane
kurd mîlletêkî nasrawe, le me’arîf becê mawe
řojî se’î û têkoşîne bo ew kesey kurd zimane
kurd mîlletêkî qedîme, saḧêbî teb’î selîme
şahîdî em mudde’aye selaḧeddînî sułtane

zêwer ke lemane ebêtewe dête ser felsefe û wirdekarî û le merdim wird bûtewe, dête serbasî wirdekarî û cînas leser şêwey «nalîKes» ełê:

ba neçête lay řeqîban, yar enîsî xane bê
lazme ew aske lew lane bê, lew lane bê
dîde wextê toy lela ḧazir nebî wa ḧez eka
bo nezer le’il û duřřî yekta nebê yek tane bê
’arîfî ḧeqbîn çe bakî zînet û arayşe
way ewê naw şar û naw dê, wa nebê, dêwane bê
dustîy wixzimîy nemawe, bo řefêqî xoy felaḧ
ḧez eka bew şerte gerbê ga nebê, bêgane bê
herkesê bo terkî diłber dê nesîḧetman eka
em do’aye lê ekem ya xwa nebi’, ya xwane bê
şem’î řûte bote ba’îs «zêwerNasnava edebî» êsta da’îma
ger le xatrya kemê perwa nebê, perwane bê

beřastî zêwer lem basî cînaskarîyeda goy hunerî derkirduwe û belaẍetî zimanî kurdî derxistuwe, we bigre takî tirazûy legeł «nalîKes» da řast kirduwetewe.

ême her ewende le şi’rekanî edwêyn ke me’nay cînaseke derkewê, ełê:

yar, ba neçête lay řeqîb û le małewe danîşê, çunke ew aske ke yare pêwîste lew lane bê «ke lay řeqîbe» bełkû le hêlanekey xoy bê «kemałekeyetî». eme pêçwanekeşî bigre!. çaw ke toy le lane bê way pê xoşe ke bo bînînî le’il û duřřî bê hawta, nebê başe, ya «tane» yekî beserewe bê, pêçewaney emeş. pyawî ḧeqbîn karî çîye be cwanî řwałetî û arayşewe? naw şar û ladêy pyawêkî ewê ke gwêy bem core şite řwałetîyane neda, eger ew kabray ḧeqbîneş wa nebê, deba bo xoy bibê be dêwane û bidate keja, çunke ew le awedanî naḧawêtewe. dustayetî û xizmayetî nemawetewe bo kabray cûtyar, her ewende bê «ga» nebê, qeydî nîye ba bêgane bê, be pêçewaney emeş. her kese ke dêt amojgarîman eka bo ewe ke dest le diłberhełgirîn, em do’aye lê e-kem, ełêm: yaxwa ew kese her nebê, yaxud be «xwane şêt» bêt - «xwane» kabrayekî şêt buwe le suleymanî - eme pêçewanekeşî bigre. momî řûmetî toye kirdûyete karê ke «zêwer» hemû demê eger le diłya tozê «perwa» nebê, ba bibê be «perwane» û bo xoy bisûtê!.

em şi’raney zêwergelê me’nay tirheł’egrê, wekû mîsk waye, heta bîxeyte ser agir zyatir bon edatewe, bełam ême her be ewende wazman lê hêna.

zêwerbekurtî dû felsefey le dû beyta derbiřîwe ke ełî:

dîqqetim kirde ḧadîsatî felek
hatuçûy fesłî mangekan yek yek
lêm ’eyan bû ke cennet û dozex
’ehdî cwanbî û pîrîye bê şek

zêwer çend be wirdî nefsîyetî merdim yeke yeke heł’esengênê, temaşa eka maddeperistî xoy kirduwe be qîblenma, eger yekêk hezarcar dana û pałewanîş bê her ke hejar bû ebê be hîç corhêzêkî me’newî têda nemênê. bełê, be wirdî seyrî kirduwe boye witûyetî:

ḧîzî û dizî û xyanet, meḧkûmîy û esîrî
hîçyan demax şikên nîn, wek ’îlletî feqîrî!

beřastî zor zor çak ew řoje der’exa ke ełê:

pyaw ke duçarî řojî negbet bû
dostî gyanîşî lê ebête ’edû!

axo westay naşî çon serî zêwerî taşîbî wa bew daxye diłyewe ełê:

serî mêrûleyek ger bê bitaşî
le sed cê eybiřî dellakî naşî!

be pêy em nimûne şi’rane derkewt ke zêwer nefsîyetêkî ẍeramî komełayetî û nîştimanî hebuwe, wele hersêkyana şaswarî meydan buwe, sereřay emane şa’rêkî zahîd û xwaperist buwe. lem řuwewe «aywali’tahye 745-824 m «le «’în timir»y ḧîcaz şa’rî ’ereb buwe. zêwerîş le suleymanî şa’rî kurd buwe. herweha şa’rî ême le farsî, turkî wi’erebîşda her şa’rêkî bałay kurd buwe. dîwane şi’re nayabekey hêşta [betewawî] leçap nedrawe.

le layen kitêbxaney «zêwer» ewe - ke le silêmanîye - beşêk le dîwanekey le sałî1957 le çapxaney me’arf le beẍda le çap dirawe.