tahîr beg

(1875-1917)
Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 24 Xulek  1377 Dîtin

şox û şengî binemałey cafan , şa’rî diłteřî destey diłsafan. perdey nazkî bîr û baweřî telî tarî kuřî kořî ahengî buwe, perawêzî asmanî xeyałatî estêre zêřêneyekî ẍeramî buwe. badenoşî dîwexanî mey noşan le sitayşî mehweşanda, gułewçinî polî gułçînan le basî baẍçeseray nazdaranda. le beheştî deştî şi’ra şořeswarêkî be dîmen le siruştî weştî ’eşqa beşdarêkî dewłemen. gahê be sozî şimşałî witey lahutî diłî derwêşan ekatewe, gahê be dengî řubabî şi’rî nasûtî diłî serxoşan edatewe. şi’rî řewan û bê girê, zortir ke bade bîgrê, sazî eda be gwêy giran, sozî eda be gwêgran!.

bulbulî ẍeramî em dastane nawî «tahir - tahîr» û kuřî wesman paşay muḧemmedpaşay kuřî keyxusrew begî kuřî siłêman begî kuřî qadir begî kuřî «zahêr - zayer» begî yar eḧmed begî cafe û daykî nawî ’adîle xanmî kiçî qadir begî saḧêbqirane. le sałî «1875» m mîladî le şarî «hełebce»Cih hatuwete dunyawe. ’eşretî caf ’îlêkî koçerîye le kurdewarîda; meydanî qełemřewî em ’eşrete le «kifrî» û «şîrwane» weye ta «kelî xan» û dewruberî «sine». jyanî emane be tebî’etî ḧał jyanêkî řewenî buwe beşwên małat û geledarîyewe. legeł eweş ke wiłatî kurdewarî wiłatêkî be pît û nawçey kiştukałe, emane her le zemanêkî zuwewe xoyan le jyanî şaristanî û dêhat nişînî dûr girtuwe. le jêr dewara, le lêzmey baranî behara danîştûn û małatyan beřełay leweřgakan kirduwe. goşt û şîrekeyan xwarduwe û mû û xurîyekeşyan kirduwe be ciluberg. bem core be şwên behara û gułałey řengawřengî kwîstanekana geřawin û jyanyan řabwarduwe. ca em core jyane legeł xwêndewarî - ke pa bendî awedanî û şaristanîye - řê nakewê. leber eme jyanî koçerayetî dû ebê le xwêndewarî, meger bo ew kesane nebê ke xoyan le pêwendî xizim û kesukar û mil řêgirtinî germyan û kwêstan řizgar biken û biçne dewrî feqyetî - ke xwêndin her ewe buwe lew serdemeda - we carcarîş ser bidenewe le małî xoyan.

bełê, em core xwêndine lenaw koçerîyekanî kurdewarîda baw buwe, be pêçewaney řewenî qewmekanî tir. şa’rî dastanî êmeş yekêk buwe lew ’eşrete. bełam hewu pûre hengêk şayêkî pêwîste. binemałey em şa’reman her le durî «zayerbeg» ewe destecłewî ’eşretî cafyan be destewe buwe.

leber eme twanîwyane hemû car dû bineyan bibê: bineyk bo koç kirdin legeł xêłekeda, bineyk bo sitar girtin le şwênêka be dem ḧikûmetewe. emey dwayîyan bo ewe eguncê ke xoy be jyanî şaristanî û destupêwendîyewe xerîk bika. leber eme şarî hełebce û deştî «şîrwane» yan qorx kirduwe beşwên derçûnî ferman bo ser ’eşreteke, lemewe xwêndewarî pêwîst ebê. ca şa’rî ême - tahêrbeg - lepaş ewe ke dête dunyawe le temenî ḧew sałîda exrêtewe ber xwêndin le qutabxaney mindałan, lepaşa mîrzayekî bo řa’egîr ekirê derzî farsî û xet nûsînî le mała pê fêr eka. ke maweyek beser emeda řa’ebûrê hatuçûy ḧucrey feqêyanîş eka her le hełebce bo xwêndinî derzî ’erebî. leber ewe xanmî daykî binemałey bawkî le sineda buwe. gelê carîş be nawî xizmayetîyewe çuwe bo «sine», newek bo xwêndin, tenya bo serdan. bełam lem serdaneda hełsukewtî legeł pyawmaqûł û edîb û mîrzakanî sineda kirduwe. emeş karêkî wa nebê kemî kirdibête ser barî têgeyştinî xwêndinekey, bełkû zorî bizwandotewe bo ewe ke xê bidate edebyat û şîftey ’îbaretřengînî bibê. her lem hatuçûy sineyda, nexte nexte ḧezî bewe kirduwe ke ferensizîş bizanê. xoy legeł xerîk kirduwe, be şitêkî ne zor zyad û ne zor kemî lê wergirtuwe. îtir bêcge lem dewre keme jyanî xoy be miłkidarî û şoxuşengî řa’ebuwêrê, tale «1917» leber nexoşî hênawyane bo suleymanî û lewê le temenî 42 sałîda emrê û leşekey ebrêtewe bo binarî hełebce, le gořistanî dêy «’ebabeyle» - ke 3 mîlêk kewtote şîmalî hełebcewe - enêjrê . tahîrbeg pyawêkî kurte bała û zeřeşîrîn buwe, sûr û sipî û mû zerd û mê çaw buwe. demuçawî dirêj kele û řîşî etaşî. cilubergî kurdî buwe. kewa û sełtey cwanî leber ekird û çetfe û mişkî leser ebest. le leşda lawaz buwe, diłtiře û swarçak û tifengiçî buwe, řaw û şikarî zor pê xoş buwe. zor aşna buwe be xwardinewe, bo ewe le êş û azarî jyanî bê aga bê. tenanet gencînekey hemû core xwardineweyekî lê buwe, eger le serxoşî nustin xeberî bûbêtewe, xoy xerîk kirduwe be serxoşî xwardinewewe; legeł emeşda pyawêkî êcgar zîrek û be zeyn buwe, tenanet le «1909» da ke «mîceson» y îngilîzî le geřane dirêjekeyda řêy ekewête kurdewarî, be xizmetkarî be nawî «ẍułam ḧusên» ewe şeş mangêk le hełebce le mał wesman paşa emênêtewe. tahêr beg be pyawêkî jîrokey tê ega û eyka be xizmetkarî taybetî xoy. řojî le wełamêkî tahêr begda lebatî ewe biłê: «ne ٫», kitupiř beser zimanya dêt ełê «no - nu» wate: ne ٫. eme tahêr beg exate şekewe, têy heł’epêçyê ke nawit çîye û xełkî kiwêyt? naçar mîceriston řastî xoy pê ełê, ełê: nawim «son» û řegezim îngilîze, bo geřan û taqî kirdinewe çend sałêke be êran û turkya û kurdustana esûřîmewe, ta êste kes pêy nezanîwim! lepaş ewe ke «son» geşt namekey enûsêtewe em basî zîrekî tahêr begî be danisqe têda enûsêtewe û le çap edrê.

tahîrbeg bem core jyanî řabwarduwe û le koşî nazda leyelayey bo kirawe. emênêtewe ser ewe aya çe řewřeweyek buwe ke řakêşyawe bo şarî şi’iristan û kirdûye be bulbulêkî newaxwan leser quley ẍeramyatî ew şareda? aya mehweşêk bûbêt leber hetawî hełebceda řawesta bêt û tîşkî řûnakî awêney řûmetî bûbêt dabêtyewe beser diłî tahêrda wekû awêney ber hetaw ke řûy ekirête dîmenêk, emîş fêrî ew newaxwanîye bûbêt? ya çewsaweyî řozgarî nahemwar bûbêt ke perdey dił ejakênê û jakanekeşî çon wekû şepolî naw wêney asmanêkî şîn be sed wêne pîşan eda, emîş perde perde hał û hewał exate şirîtewe û le şewêkî tarîkda wekû tîşkî giłopî kareba derî ebřê?. lam waye emane hîçyan nebûn be serçawey hełqułînî şi’rî tahîr, çunke ’en’enatî binemałeyî awřî lewe nedatewe ke tahêr bikewête şwên em core şitane awřî lewe nedawetewe ke tahêr diłî çûbê le perîzadêkî ’eşretî caf û neytiwanîbê bîhênê, ta be naçarî sewday dûrîyekey bibê be agirêk û biłêsekey le demyewe be şi’ir bête derewe, binemałey tahêr małegewrey caf bûn, herkesî wîstibê xawenî neywîstuwe. dîsan awřî lewe nedawetewe ke tahêr diłî le xizmêkî xoy çûbêt û neytiwanîbê bîhênê ta be kizyêkewe lejêr perdey şi’irda peyamî xoyî bo binêrê. xizmî tahêr neytiwanîwe beser tahêr - bebê řewştî binemałeyî - hawserêkî tir bo xoy peyda ka!. bo barî dûhemîşî tahêr leser xezney wesman paşay bawkî û le jêr çawêrî benazî xanmî daykya buwe, ebê çe kemukûřyekî çêştibê ta pał bida be şi’rewe û şi’ir bika be piştîwanî xoy bo ewe pêkewe bitwanin le sêberî bê newayîyewe bikewne ber hetawî darayî!. ke wabû çî tahêrî xiste ser ewe ke ser berête kořî şi’rewe û le hemû şitîş zyatir pabendî ẍeramîyat bê? min lam waye şitêkî sêyemîne ke tezû û te’sîrî nawçe û jyanî nawçeye. carî tahêr bêcge lewe ke xoy le siruştida meylî diłteřî şi’rî buwe, şitîşî xwêndotewe û bîstûyetî. bełam aya çî xwêndotewe û çî bîstuwe?. aya ewey xoy leser kiławey hewarêk řawestabêt û ew heware çołe bilawênêtewe be yadî ew řoje ke dostî diłxiwazî «kune - kunde» key girtuwe be destimewe û çuwe leser kanîyeke le tenîşt dewarekewe piřî kirdûwe û hatotewe û dawye be mîwanekan?!, emîş ełê: birya minîş yekêk bûmaye lew mîwanane!. aya emey xwêndotewe? ne٫... çonke bêcge le «mewlewî» û «xałoy komasî» ke heway îłaxan û arezûy leylaxanyan kirduwe, şa’rêkî tirî kurd ta şitî tirî bo řawestabê, ewende tuxnî em core şitane nekewtuwe!. aya ewey xwêndidotewe ke bûkî erzî kurdustan tarayekî besera kêşrawe û çend řêgrêk be şîrewe leser seryewe leser ew beşeř hatûn, ya bîben be yexsîr, ya bîkujin û taray şadmanî lê biken be kałay řeşpoşî?! aya emey xwêndotewe? ne٫... çunke şa’rêkî kurd lew dewrey eweda û lew nawçeda çwar çimkî çarokey xeyałî negeyştote yek bo ewe em fîkire bika be serkołî kołekey!. eger taqe taqeyekîş bûbêt nebûnî çap û kemî hatuço em şitey begwêy merdima aşna nekirduwe ta gwêyan biziringêtewe!. xo wiłatanîş negeřawe ta perdey fîkirî be bînînî şitumekî fentazî û şitî tazedahatûy karxaney pîşesazîyekan zaxaw bidatewe û le lapeřey şi’rwa derî biřê. ke wa bû ew şitane ew xwêndûyetewe ya sitayşî çawî kał û gonay ał û destî be xirxał buwe - ke emane kwêstanêkî nefsanîn - ya newazşî řojî dwayî û beheştî xwayî û baregayekî xeyałî buwe - ke emane dastanêkî řoḧanîn - naçar emîş leber ewe ke zewqî eyewê le asmanî xeyałbazî şi’irda yarî bika perîyekî kes nedîw dirust eka û řûy tê eka û ełê:

herwekû qews û qezeḧ ba des le gerdin danîşîn
tu be suxmey ał û sewz û min be řengî zerdewe

le tenîşt emeşewe şebakêkî piř le nûrîş da’enê û be sozî diłî derwêşêkî diłřêşewe řûy tê eka û ełê:

ḧesreta me’yûsî şehd û zyaretî şebbakî xom
bo neřêjim eşkî ał û ahî atşîn?

seyr ekey be pêy em qisane nawçe le payey dûyema bû be hoy îlhamî xeyałatî şi’ir le diłî tahêr begda û xistye meydanî şi’rewe. nefsîyetî tahêr lem meydaneda dû baweř pîşan eda: yekê ẍeramî, yekê ayînî. bełê tahêr pyawêkî şehwanî «buwe» û hemû kelên û qujbinêkî xoşguzeranî pişkinîwe û badeperistî dîwexanî badenoşan buwe, legeł eweş baweřêkî wa qaymî ayînî hebuwe ke le coşî kûrey derûnyewe ayetî:

«qulْ یەا عیبەادییە alّezîyne ئەەسْrefuwa ’eleyٰ ئەەنفûسیهیمْ لەا teqْnetuwa mîn rّeḧْmeةy alilّehî îynّe alilّehe yeẍْfîru alzّwinûbe cemîy’ًaErebî»

êste min qanî’ be xoşey ayetî «la tiqtiwaErebî» m mezre’ey ’efwî xwayî nabê bê, bê xoşeçîn em baweřey şořşêkî me’newîyatî le diłya kirduwetewe, bełam ewî betaybetî payey tahêr begî le meydanî şi’irda derxistibê, ẍeramyatekeyetî - beřastî lew bareda her çende řêçkey şa’rekanî pêş xoy girtuwe, bełam şwênêkî zor berzî bo xoy terxan kirduwe û be bîr û baweřêkî nazkewe be corê tê hełçuwe, pyaw wa lê eka biłêt: le şa’rî kurdida le basî ẍeramyatda kem kes pencey le pencey tahîr dawe!... ca bo ewe betewawî nefsîyetî tahîr û řêçkey tahêrman bo derkewê, basî hendê le şi’rekanî ekeyn. tahêr beg řû ekate dostî diłxiwazî, ew dostey ke perîzadêkî xeyałîye û ałayekî serbexoy le meydanî nazdaranda hełkirduwe û xiringe xiring lence eka û gerdûnêkî hênawete coş û xiroş!. řûy tê eka û ełê:

ey piřtewî řengit wekû řengî hemeřenge
xałit be mesel zułfî syahit şewe zenge
bezim û tereb amadeye saqî meyê fermû
dengî def û nałey ney û awazeyî çenge
lêwit ke wekû le’lî direxşane be ałî
gencûrî nigehbanî dehan û demî tenge
tabûrî mujanit legeł egrîce beraber
westawe ełêy ’eskerî japon û fereng
sed namî xudabê le dû pistanî enarit
gird û şilk û nazk û pir çing û qeşenge
seydî diłî min xeste û xwênîne be qurban
pêkirawî mujey toye, ne kujrawî tifenge!
sergeşte û aşufteyî ’eşqim wekû ferhad
kêwim beden û sîne û ser, pence qułenge
çawit be nîgeh afetî diłhaye we lîkin
boç waye ke ebroyî keçit meylî be cenge
’aciz bû ke řûm xiste berî pêy û witî pêm:
ey ebleheke! key małşî awêne be senge
men’î meke «tahîrNasnava edebî» ke eger mat û xemoşe
dêwaneyî řûy toye, ne şêt wine e benge

em sitayşî doste ke tahêr beg kirdûyetî, zor kem řê kewtuwe meftûnêk bitwanê bem core řûy demî bikate leşî bilûrîtî dostî xoşewîstî û pêy biłê: ke natwanim basî řengit bikem, çunke be hemû core ebrîskêtewe, ke çî xał û zułifit lew dîmeneda wekû tarîkeşew waye lewaneye řûmetî tałit dapoşê!. kitupiř her lem kateda pêy ełê: bełagerdanî bałat bim, ewa kořman germe, aheng û bezmiman le cêy xodaye, dengî ney û çeng le gwêda eziringêtewe, desa toyş were şerabî serxoşîman biderê ba bezmekeman bibê be bezmêkî xusrewî - dyare tahîrbeg le małî xoya hawřazî dengî def û nałey ney û awazî çeng buwe - be çî hełî exłetênê ke řaykêşî?. pêy ełê: were gyanî şîrînim, lêwit ełêy le’il û pasebanî xezney dem û didante, birjang û egrîcekanit le řîzî yekda be corê westawin ełêy leşkirêkî řêkupêke û le beramber dujminewe westawin. ay ay, çind xiř û şil û nazke ew memke cwananit!. were lewe mekewe ke nêçîrî diłî min mandû û xwênawîye, ewe engêwrawî tîrî birjangî toye, newek pêkirawî tifenge. biřwam pê bike bedest ’eşqitewe wekû ferhadim lê hatuwe, kêwî ew bêstûn bû, bełam kêwî min laş û sing û serme, qułingekeşim penceme, her be ser û singî xomya ekêşim!. ewa tîlî çawe cwanekanit kar le dił eka, ey birokanit boçî her heway şeřyane û wekû şimşêr řast û çep westawin?. çend bedbextim min, ke řûm xiste ber pêy, bo ewe bû ke pêy leser danê, ke çî pêy witim: hey heqmeq! axir to nazanî berî pêy min awêneye û awêne çon be berdêkî wekû řûmetî to ebê miştumał bidrê?!. ke wa bû gyanekem ke tahêrit be mat û bêdengî dête berçaw, ewe lat wa nebê ke şêt û wêt û bengî kêşawe, bełkû dêwaney gułî řûmetî toye!.

tahêr dênêt be corêkî tir sitayşî dostî ekaw ełê:

ta bekey qurban binałim min be êş û derdewe?
des be ejnu, quř beser, daym be ahî serdewe!
řojî ewweł bû ke zanîm min ebê dêwane bim
’aşiqî to new’î mecnun, wa be kêw û herdewe!
merḧemet ke zû biřo qasîd, biłê derdî diłim
nazî pabûçit ekêşim min be toz û gerdewe
herwekû qews û qezeḧ ba des le girdin danîşîn
to be suxmey ał û sewz û min be řengî zerdewe
yek nefes çakî nehêna ke’beteynî bextekem
şeş derim gîrawe, damadim be destî nerdewe
îltîmasî «tahîrNasnava edebî»y bêçare qet sûdî nîye
to ke daym şeřfiroş bî bew diłey wek berdewe!

le ẍeramîyatda kes neytiwanîwe em fîkire derbiřê wekû tahîr derî biřîwe û xoy û dostî kirduwe be pelkezêrîneyek pêka hełçûbin, bełam be corêkî weha ke řengî ał û sewz bo suxmey dostî dabnê û řengî zerdîş bo řûmetî xoy ke le taw derdî ’eşqî ew way lê hatbê!...

em beytey şabeytêke, ke le ẍeramîyatda witrabê!.

le biře şi’rêkî tirya sikała le dest qeza û qeder eka û ełê: eger leber ew nebê min boçî le berebeyan û nîweşewda le taw yar her ebê nałem bê û be êş û azarî ’eşqewe bitlêmewe?, amojgarîker biřo be řêy xotewe û lêm geřê, lomem meke min hîç bedestim. ke wa bû hîç sûçêkî le xoya nebînîwe boye witûye:

muqedder ger nebê axir le mîhrî mehřuxanim çî?
le nałe nałî nîweşew, le ahî berbeyanim çî?
nîşaney îftîxarî min le sînem daẍî hîcrane
biřu, ey nasîḧî muşfîq, le řutbe û ya nîşanim çî?
ẍerez wabu muqabîl kem legeł guł řengî řuxsarit
wegerne bê qedî serut, le seyrî gułistanim çî?
ke min mîḧrabî ebroy tu meqamî secdegahim bê
îtir wek zahîdî xudbîn, le mew’îdî cînanim çî?
şewm wek řojî řûnake le şu’ley řûmetî ałit
bełê, yekbare ba win bê, le mahî asmanim çî?
be neyrengî felek cana diłma derneçû mîhirit
ke min yek řeng û yek new’im, le tebdîlî zemanim çî?
be min qet nadrê tefsîrî ayatî serî kułimit
girane «tahîrNasnava edebî»a bo min, le tefsîl û beyanim çî?

tahêrbeg carêk eçê bo řaw, lew kateda le nizîkewe demançeyek be merekêwîyek egrê, pencey şayetîmanî destî řastî ber gulleke ekewê û biře şi’rêk ełê. ke em taqe şi’re yekêke lewane:

fełek zanî ke deşkê řewneqî bazařî mang û řoj
şikandî pencekem, ta min nenûsim wesfî řuxsarit!

em şi’rey fîkirêkî zor wird û berzî tyaya kirduwete kar, ełê: fełek le tirsî ewe eger min pencekem bimaye, sitayşî řûmetî dostimim pê enûsî, we be corêkîş emnûsî ke mang û řoj bew cwanîye bazařyan bişkaye û kes lay lê nekirdinayewe, hat daye ber gulle û neyhêşt ewan ḧeyayan biçêt!. heta biłêyt em şi’re berze û le bazarî edebyatda zor benirxe. le kořî derwêşanî ayînîşda ke dêt be basî sitayşî baregay muḧemmedîda, çend be soz le kûrey derûnêkî piř coşewe ełê:

metle’î subḧî se’adit, mezherî sîdiq û yeqîn
ey supeh salarî fewcî enbya û murselîn
bo newaziş zatî ḧeq hem suḧbet û hem dengî to
şahîdî te’zîmî to bû, yawerî «ruḧ alamînErebî»
gerdî ne’leynit bełê řewneq şikênî tûwtya
ye’nî bo te’sîrî bînş ’eynî surmey xak bîn
řû le kê kem ’eyrî to? ey şafî’î zumřey esîm!
min gunahkar û xecałet, twî «şifî’ alimzinbînErebî»
xom le quř bigirim be carê her le pê ta tewqî ser
bełkû lutfî şahî lewlak bê necatim da le şîn
musteḧeqqî tîr û taney aşna û bêgane xom
wacbî řeḧmim be sê, «ya riḧimة lil’almînErebî»
řût û qûtî meḧşer û bê saye û aware xom
bê be firyadim lewêda, «ya dilîl alimcirmînErebî»
îste min qanî’ be xoşey ayetî «la tiqnitiwaErebî» m
mezre’ey ’efwî xwayî nabê bê, bê xoşeçîn
ḧesreta me’îwsî şehd û zyaretî şebbakî xom
bo neřêjim eşkî ał û ahî germî ateşîn?
ey ḧebîbî xalîqî ’alem, «tirḧimErebî» ta zuwe
ew segî esḧabî kehif û min segêkî tabî’în
řû le qapî mistefa ke bêje «ya xîralbişirErebî»
nîme toşey ڕاە, cuz îxlasî alî tahîrîn

řaste tahîr beg zor lem biře şi’reyda le sitayşî xeyrelbeşerda tê hełçuwe û be puxtîş hênawyetewe, bełam le şi’rî dehemda ebê boçî řêkupêkî zimanî kurdî lê têk çûbê?

ke ełê: «ew segî esḧabî kehif û min segêkî tabî’în» aya key le pêşa basî segî kirduwe? ta êste biłê «ew» ke segî esḧabî kehfe û biçête beheşt min çon ke segî tabî’în bim û neçim?. ke wa bû lêreda wişey «ew» le şwênî xoya nîye, çunke hîç şitêkî wa pêşî nekewtuwe, ta em be «ew»

îşarey bo bika.

beřastî tahîr begîş twanîwyetî le basî felsefey dunya bikołêtewe û wekû merdimî tir biłê:

dunya ke hemû lexre be me’şûqî kesêke
binwaře ke çen qeḧbe? çe kone teresêke!
têfkire wekû kelbî yinhangîyrî zemane
ebna’î cîhan yek be yekî seg megesêke!
’alem hemû wek teyre, teme’, dane, emel, daw
seyyadî ecel, saḧetî dunya qefesêke
lem ḧucreyî şeş goşe ke řêy me’berî ’ame
yařeb çîye? herkes be hewa û hewesêke?!
sed qafłe řaburd û eto ẍaflî ey dił
gwê bigre le herlaye, ke nałey ceresêke
şadî û ẍem û endoh çîye? řenc û elîme
îqbał û zewałîş bexwa her nefesêke
«tahîrNasnava edebî» mebe azurde, zeman ’adetî cewre
dunya ke hemû řojê jinî «bwalhusErebî» yike

wikû lem şi’raneda boman derkewt, tahêr beg le payey yekemda nefsîyetî ẍeramî û lepaşa sozî awazî şi’rî ayînîşî buwe. leser řêçkey şa’rekanî pêşû, demî le felsefey dunyaşewe dawe. le bindest şi’rî kurdîyewe şi’rî farsîşî gełî wituwe û lewîşa her edîbane û pyawane hatuwete meydanewe.

dîwanêkî berz û nayabî le kurdî û farsîda heye leçap nedrawe. bełam çend biře şi’rêkî benawî «dîwanî tahîrbeg» ewe le layen «ẍefûr bekir» û «eḧmed şukirî» û «muḧemmed emîn řebbanî» yewe ko kirawetewe û wekû dîwan kirawe be namîlkeyek le sałî «1936» da le çapxaney «jîn» le suleymanî bo řay yekem le çap dirawe.

bo carî dûhem le layen mela řeşîdî ḧafzî kuřî mela sałḧî hełebceyî le çapxaney cizîre le kerkûk le çap dirawetewe. carî sêyem le layen gîwî mukiryanîyewe le çapxaney hewlêr le hewlêr le sałî 1966 dîsan le çap dirawe. le layen seydyanîşewe le çap dirawetewe bełam her hînekey kerkûke ewîş bê mêjû.