çe xoşe ger le ’umrêka bipirsî yek dû carêkim

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  528 Dîtin
çe xoşe ger le ’umrêka bipirsî yek dû carêkim
le tenhayî û le řîswayî ke bê dar û dyarêkim
le çołî bê newayîm da ẍerîb û lêw be barêkim
le deştî bê neşatîma esîr û zamdarêkim
le şarî şewq û şadîda bebê dînar û bê filsim
le bazařî hewes bazî xem alûdey xumarêkim
esîrî arezû azim zelîlî teb’î nasazim
be çawî merḧemet carê temaşa lar û xwarêkim
le ber nasazî exlaqe giriftarî tebî’et mam
be ḧałî şakelîNasnava edebî řeḧmê feqîr û hem hejarêkim