çe xoşe ger le ’umrêka bipirsî yek dû carêkim

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 1 minutes  529 views
çe xoşe ger le ’umrêka bipirsî yek dû carêkim
le tenhayî û le řîswayî ke bê dar û dyarêkim
le çołî bê newayîm da ẍerîb û lêw be barêkim
le deştî bê neşatîma esîr û zamdarêkim
le şarî şewq û şadîda bebê dînar û bê filsim
le bazařî hewes bazî xem alûdey xumarêkim
esîrî arezû azim zelîlî teb’î nasazim
be çawî merḧemet carê temaşa lar û xwarêkim
le ber nasazî exlaqe giriftarî tebî’et mam
be ḧałî şakelîPen name řeḧmê feqîr û hem hejarêkim