diłim nayê be diłma bê xeyałî newdemêkî tir

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 2 minutes  728 views
diłim nayê be diłma bê xeyałî newdemêkî tir
be tałe her xeyałêk û meḧałe meḧremêkî tir
nemawe hawdemêkî wa demê bêtaqetîm derka
xuda bimka be qurbanî ziman û hawdemêkî tir
çe şurêkî le merdim da şi’ûrî ademî řoyî
le bo em ’alemî hace meḧałe hawdemêkî tir
çîye ew pûł ew pare dił û dinya bisûtênê
be kwê çû ew hemû filse esef bo derhemêkî tir
ke çawim kewte nacnisî diłim xwênawî tê zayî
xudaye hełneyê çawim be řûy nameḧremêkî tir
ewende nakesim bînî ke çawim merdimî řoyî
meger bo dîtnî dîdem dûbare merdimêkî tir
de besme em deme têrî temaşay baẍî ḧusinit bim
ebê key pêm biselmênî emênim bo jemêkî tir
çe xoş bû ew deme wa min hîlakî řêy dûřo bûm
xudaya bimjênî ta ebînim serdemêkî tir
ke çûme xaneqay dûřo serim suřma le ’adatî
ke wek em ’alme têk çû muheyya ’alemêkî tir
be çaw pêkewtinî bû wa le diłma derçuwe ḧesret
xuda key bê demêkî tir le dił derkem xemêkî tir
le diłma derneçû meylit be derd û meynetî dunya
xuda lutfî bibê ba dûsed pêç û xemêkî tir
le têkoşînî gencîma be ba çû berhemî ’umirim
le pîrîma nesûtê ya îlahî berhemêkî tir
le ḧałî şakelîPen name pirse ke çone zamî kone û no
xuda emca binêre bom destêk û melhemêkî tir