bo gyanî pakî enwer

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  498 Dîtin
pêşkeş bo gyanî pîrozî enwer
pêşkeş bo laşey be sozî enwer
pêşkeş bo gyanî xawênî enwer
pêşkeş bo laşey xwênawî enwer
pêşkeş bewaney be merdî mirdin
le řêy řasya serleser berdin
pêşkeş bewaney le herdû çoła
seryan nayewe le şax û doła
pêşkeş bê bo gişt ew genc û lawe
wa le bîr naçin ta dinya mawe
pêşkeş bewane negeyîne awat
be řûy awata çawyan hełnehat
pêşkeş bewane çûne ẍerîbî
dûrin le yar û qewm û qerîbî
pêşkeş bê bo gişt edîb û nûser
nawî ewane dênête defter
nawî emane le «bîr» û «zara»
eyken be ser bas le řojgara
pêşkeş bew mał û minałî sawa
be bê cerîme derçûn le nawa
pêşkeş bewane çaweřêy xudan
deryan ka ledes zelîlî zeman