tercemey ẍezelêkî tirî ḧafiz

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  504 Dîtin
erê saqî legeł tome bigêře pyałe û tîke
ke ’îşq hewweł be sûk hat û le axir bû be ’entîke
be boney bonî mîskê wa ke ba lew zułfe bîkato
le ’ezerit mûy řeşt dił xwênî têza û bû be sed tîke
be areq teř ke bermałit eger pîrî muẍan fermûy
ke řêřew bêxeber nabê le řêgey dûr û barîke
şewî tarîk û tirsî beḧir û hajey gêjî zawerber
le kwê ḧałman ezanin ew kesey sûkbar û nezdîke
hemû karim le xudřayî be bednawî ziřa axir
çilon penhan ebê karê ke xełkî lêkene fîke
le małî yarî şîrîn diłnya çon bim ke wa zû zû
ziřey zeng her dełê dey zûke hełse barbendîke
ke gerekte ger nizîkî bît le ew ẍafił mebe ḧafiz
ke diłxiwat hate des îtir le dinya hełde terkîke!