zibanî ḧałî mîllet lebarey şeř legeł bêsewadîda

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 2 Xulek  491 Dîtin
sewad çî lêbkem min nanim nîye
qeranê lenêw gîrfanim nîye
sed xozgem bewey têr û diłşade
ceḧennem û car ke bêsewade
sewad qet sikî birsî têr nakat
řêgey me’îşet be kes fêr nakat
eger eyewê dewłetî êran
wiłatî nebê xapûr û wêran
bipirsê ḧałî feqîrî şaran
zeḧmet nekêşê tenya bo taran
herzan ka nirxî xorak û poşak
bê tema’ bêt û zwêr û bêbak
giranfiroş û xwênimj û pyawkuj
bida le dar û hełwasê be qij
eger na řojê fîrqey hejaran
hemû yek egirin wek qetrey baran
ebin be lafaw herwek ẍûl û dêw
le bin der’ênin řîşey dar û kêw
be girme û haje û kefçan û hełmet
zererêkî zor eden le dewłet
ḧesen û zînet û nadir û perî
hewłî nan eden be derdîserî
le şewa axir heryekê wek mişk
qirteqirit exon nanî řeq û wişk
ca bim ḧałewe şewan le mekteb
exwênin dersî exlaq û edeb
zînetî jinî ḧesen nexoş bû
çûn le sermada bê bałapoş bû
ḧesen be naley kuřî wit biřo
nextałê derman bêne bo zîno
witî çûm dukter bangî kird le dûr
«mirîz xudiş ku biru çişimit kur»Farsî
ḧesen damawe û zînet besterî
waqyan wiřmawe nadir û perî
famîlî ḧesen nimûney kare
nimûney řenc û feqir û îdbare
be zibanî ḧał ya be aşkar
dewłet nezerî xoy eka îzhar
ełê çiş nexoş, ceḧennim birsît
bê lîbasît û zuxał û qursît
to her bixiwêne û sewad peydake
be sikî birsî ta ałman řake
padar bêt xakî şeş hezar sałe
têr exom îtir min bem qewałe
lîsans û dîplom damaw û ’eqeb
ḧemał û sipoř eçin bo mekteb
mamosay bêhêz bo nanî dama
eyden be zoran legeł ’ewama
řeḧmet le qebrî kabray kurdey xom
cafe, gorane, kirmance ya dom
dinya û şaxî ga û serpiştî masî
tiřekełeke û nîye esasî