çarenûsî hejar

Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 2 Xulek  503 Dîtin
xor be wêney mirîşkî be pel û bał
kewte naw çałî řeş bê seruşun
asman girj û tûře tirş û tał
wekû feřřaşekanî dewrey kon
***
kut û let komełanî hewr û heła
şel û pet yek le şonî yek til ebûn
yektirînyan dexsite jêr des û pa
her le tîpî supay şiksite eçûn
***
şêrî kewtûy tirîşqe eygirman
kej û kêw hatbûne lerzelerz
asman wekû nexoşî bê derman
şîn û řořoy ekird be dengî berz
***
sofyê pîrî řût le sermada
heł’eçoqî wek birêşkey sac
wekû jîşk lejêr binî gyada
hate yek çeşnî jîkewanî helac
***
piçepiç her lejêr liço eyut
ey xway bêkes û hejarankuj
lêt biřîm mał û pûł û dewłet û şit
date derxiwardî milhuřî xwênimj
***
kuřêkî papetî kiçê serřût
daykepîrê nexoşî bê papoş
kuř minałe lebo sepanî û cût
kiç xerîke be daykepîrî nexoş
***
hatme em deşte tak û pûş û pełaş
kokemo bo firoş û bo agir
diřk û dałim çinîwe kołê baş
wa le ew goşe ḧazir û bazir
***
wa ke hatim qariçk û řêwas
hełkenim bo minałî řût û řeş
leş teř û des tezîw û pê pêxwas
le hemû nê’metî xwa bêbeş
***
wa le em çołe bêkes û damaw
ca quřî kwê bikem beser xoma
ya gurg emdiřê we ya sêław
řam’eda bo gerûy çem û goma
***
her emey wit tirîşqe wek ełmas
day leser mêşk û nêwdił û cergî
gułî hîway ewî biřî wek das
xatmey da be arezûy mergî