şîn bo mergî biray gewrem

«xwalêxoşbû şêx fexreddînî mezher»
Li pirtûka:
Gird û Ko
Berhema:
Nafi Mezher (1913-1998)
 1 Xulek  599 Dîtin
ełên ḧedîse ke fewtî ’alim
fewtî ’aleme lay diłî salim
ca min sergewre û bawik û biram řo
kołekey dîn û çiray dinyam řo
muřşîdî zana û ba’îmanim řo
řûnakî şar û nîştîmanim řo
be mergî zanay řoḧanî mezher
şiłeja seqiz her wekû meḧeşer
le hemûlayê şîn û hełła bû
dengî sełewat zîkirî ełła bû
çawî herkesê be bê îxtyar
firmêskî eřişt wek hewrî behar
ełên ke xełkî mirdûperestin
legeł zînduwa bê xułk û sistin
wa nîye gewre wek saẍî waye
ta heye xełkî lê bê’agaye
wextê ke nema hemû ezanîn
be bê wicûdî ew natewanîn
seqzî xo min zibanim lałe
sipasî êwe bo min meḧałe
şêwe û terîqey necabet waye
padaşî êwe lelay xudaye
sałî hezar û sêsed û sî û no
şikandî pişt û qułfî kird ejno
kan mizhir alaslam û aldînErebî
ruḧ alilh ruḧة amînErebî
xwa le ew xoşbê û êmeyş be îman
le kirdewey xo nebîn peşîman!