ewa ferhadî fikirim xesrewane hate řûy merdî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  853 Dîtin
ewa ferhadî fikirim xesrewane hate řûy merdî
beyanatî le ’eşqa kird kelamî şîrînî kurdî
eka me’şûqe cezbî ’aşiqan ewweł be yek ẍemze
telaşî ’aşîqî bêçare axir bo ẍem û derdî
be destê çepłe lêda ne be tenha ’eşqibazî yar
mîsalî ’aşîq û me’şûq ebê yek bin le hawderdî
le ewwel merḧele terkî ser û can û te’elluq bê
qedem danî le meydana be terzêkî cwan merdî
tenî zar û qewî hîmmet le ’eşqa cewherî ferde
be řostem nakirê em kirdewey ’aşîq le řêy merdî
şil û tundî be řiştey pałehengî to eka dulber
gehê mestî xerabatî gehê huşyar û diłserdî
xeyałî wesfî ẍunçey nuqtey puste dehanî bû
keçî quwem nebû axir be min nekira be namerdî
xîred sergeşteye bo derkî řemzî ’eşqî ew şoxe
le cehla mayewe bo derkya ’îlmî ebî werdî
ẍemî ’eşqî le sînem gerçî penhane welî xadîmNasnava edebî
huweyda bû le dû ’alem be eşkî ał û řûy zerdî