xermanî wekû tawwise nazî çetrî sedřengî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  679 Dîtin
xermanî wekû tawwise nazî çetrî sedřengî
qyamêkî qyamet bo qyamî qametî şengî
beser lewḧî cebînî da sef arayî be perçem kird
legeł mujganî xwên řêjî mîsalî leşkirî řengî
perêşan zułfî tatayî nîgehbanî serî gence
be dewrî ’arîzî ḧelqey mîsalî ejdehay cengî
le şewqî şem’î řuxsarî diłim sûta be naçarî
weku perwaneye karî esûtê zor be bê dengî
mîsalî nuqteyî xałî syahu ’arîzî dulber
be dewrî leşkirî řoma supahî dîlim û zengî
dehanî nuqteyî mewhûme terkî qafîyem bo kird
ke wesfî nakirê hergîz leber em qafîyey tengî
leber zorî letafet şu’leyekî nûre ecsamî
le cîlwey piřtewî sed řengî ḧeyranim le bê řengî
le bezmî xasî dulber yek îşarey can nîsarim kird
îşarey kirde perwane ke sûtawe be bê dengî
le bezmî mutrîb û saqî çe sûtanêke ey xadîmNasnava edebî?
le bişken bişkenî saqî û ledengî mutrîb çengî