gelêkit çaweřê bûm her nehatî
Li pirtûka:
            Dîwanî Xadim
        Berhema:
                Xadim (1895-1953)
        
             1 Xulek
             1315 Dîtin
        
        
    gelêkit çaweřê bûm her nehatî
ewa kewtûme řêy hat û nehatî
hemû mang û sitarey asmanî
hełatin çawekem to hełnehatî
eger zahîd cemałî to bînê
fîday nazit deka sewm û sełatî
le în’amî to ’alem behremendin
le bo min boçî wa bê îltîfatî?
xuda fermûye bo meḧrûm û sa’îl
le małî xot eda ke to zekatî
minîş hem xadîmNasnava edebî û hem sa’îlî tom
le ḧusnî xot eda ke wacîbatî