ewa ferhadî fikirim xesrewane hate řûy merdî

From the Book:
Dîwanî Xadim
By:
Khadem (1895-1953)
 1 minutes  523 views
ewa ferhadî fikirim xesrewane hate řûy merdî
beyanatî le ’eşqa kird kelamî şîrînî kurdî
eka me’şûqe cezbî ’aşiqan ewweł beyek ẍemze
telaşî ’aşîqî bêçare axir bo ẍem û derdî
be destê çepłe lêda ne be tenha ’eşqibazî yar
mîsalî ’aşîq û me’şûq ebê yek bin le hawderdî
le ewwel merḧele terkî ser û can û te’elluq bê
qedem danî le meydana be terzêkî cwan merdî
tenî zarû qewî hîmmet le ’eşqa cewherî ferde
be řostem nakirê em kirdewey ’aşîq le řêy merdî
şil witundî be řiştey pałehengî to eka dulber
gehê mestî xerabatî gehê huşyar widił serdî
xeyałî wesfî ẍunçey nuqtey puste dehanî bû
keçî quwem nebû axir be min nekira be namerdî
xîred sergeşteye bo derkî řemzî ’eşqî ewşoxe
le cehla mayewe bo derkya ’îlmî ebî werdî
ẍemî ’eşqî le sînem gerçî penhane welî xadîmPen name
huweyda bû le dû ’alem be eşkî ał wiřûy zerdî