yar ke dête ser gol û estêre

Li pirtûka:
Dîwanî Seyfulquzat
Berhema:
Seyfulquzat (1876-1945)
 4 Xulek  1028 Dîtin
yar ke dête ser gol û estêre
seyrî wî deken mang û estêre
řûnakî řûy bû ya řûnî asman?
ke dê bo kêwî deba gagêre
degeł yar, lebin sêberî pałan
çen xoşe doy sard, degeł kulêre
xozgem bew şwane ledûy mêgelan
yarim be zulfan deka hawêre
şerteşwanîm ewende bes bê
yarim bêrî bê, bête ber bêre
be tîrî nazit cergim biřawe
bo çî be tifengê lêm degrî sêre
kułmesûrekey gułemêlaqe
ledewrey xałan beřîz bijmêre
le baẍî cwanît wextî zekate
feqîrî xotim, her bo min xêre
be řiştey zulfan diłim nêçîre
le daruberdî bes de, meygêře
her nałey mine le doł û nwałan
nek fîtey şwane û dengî bilwêre
zulfî wek şewey řojî kirdime şew
çiray serkułmem lebo řadêre
her kes ’îşqî toy leserda nebê
bê şik ḧeywane, piř û panêre
kirdime ser baskan: her aşbetałme
her bew umêdey yarim aşêre
her temadarim ewřo û sibeynê
zû were meyke be dwênê û pêre
wek mecnûn ledût kewtime kêw û deşt
řefîqim gurg û piłing û şêre
xoyanî xeyał mabê ẍem nabê
betay zulfanî yar şenedêre
’ezîz! ewane şî’irin be mergit
muxlîst bê to wecaẍî kwêre
kwêstanî dûrît her zerdumahe
terit û labela, řijd û hełdêre
barî fîraqit piştî şikandûm
beserimda dê, dełêy tawêre
serbarî dûrît şanmî cidew kird
be ta û tûreke, be hoř û têře
’îşqit leserim qet naçête der
leser serîşim bigêřn gêre
hemîşe birsî sersifrey wesiłim
le şehdî lêwit qet naxom têre
bo her cê deçî, dił bedûtewe
koneřawkere, dyare şwêngêře
her towî meylî tom le diłda çand
terxanekey xot konecûtêre
genme melay bê zîzane û zîwan
bê połke û çêwdan, gurge û gilêre
şîne, gułî best, sermay dernawe
řîşey dakuta, çunke serdêře
le eşkî zorim ’erzîş pełey da
bendîş şikandî ḧesenNasnava edebî awdêre
teşk û damênim teřekeşawe
cogey çaw xuře, serberejêre
xermanî ’eyşim le kay ẍemda, ma
kizey şemałî meylit binêre
le tirsî sałan, zorim çanduwe
coşîn û wênce, şewder, kenêre
eger depirsî karî ew beynem
aş û wiştirxan, hoł û sergêre
sê çwar řoj bê to çûme xaneqa
yadit şuẍiłim bû, her lewê û lêre
bo ser merqedê, pêş nwêjan deçûm
řêgakey quř bû, be gêřegêře
le xizmet şêxî yadim zor kirdî
lenêw xetmîşda bexudam bispêre
feyz û bereket wek baran deřja
her kes beřast bê, axirbexêre
her kes le penay şêxîda nebê
ḧîzî nefsye, şeytan pêy fêre
eger detewê dinya û qyamet
řûy xot lew derkey qet wermegêře
nêwî şemseddîn, řoje ke hełdê
herwek çekçekî hełdê ew kwêre
hatnî ew derke le dest xot mede
ser û małî xot bêre bispêre
bo seyrî «derû» derûnim xwêne
bo «kanî sipî» firmêskim swêre
kanî berdîneNava taybet awî ḧeyatim
be «kanî qazî» diłim zenwêre
le «yengî dinya» takû «kełtegge»
hełałe û beybûn, swêsin û şilêre
kanî letîfNava taybety, «ziney berbaẍî»
kanî gewhere, me’denî zêře
le dûr dyare «çil esḧabe»key
biney dundî řeşNava taybet cêy lanî şêre
cêy dêy kultepeNava taybet tepey gułane
řêpêłgey mîwan, cêgey cwamêre
bendim kirmancîn, zorit pê xoş bê
ḧesenNasnava edebî kirmance gwê ře wî dêre