kurdîne takey ême le kêwan mîsalî dêw
Li pirtûka:
Dîwanî Seyfulquzat
Berhema:
Seyfulquzat (1876-1945)
2 Xulek
1691 Dîtin
kurdîne takey ême le kêwan mîsalî dêw
bêyn û biçîn û bo me nebê qet xudan û xêw?
xełkî hemû le baẍ û le şarane keyfixoş
êmeş biław û bêsere mawîn le deşt û kêw
bo asman deřon û le beḧra deken sefer
her ’erze nîştigahî me, sen’ate werd û şêw
řêy wane kehkeşane û řêy ême berdełan
cêy wane text û bexte û cêy ême berd û çêw
řeşmałe mał û keşk û penîre meta’î me
qesir û serayî xełkî dîye piř le zêř û zêw
la hełdiřaw û cergibřaw û fiřêdraw
bê şwên û bê nîşan û perêşanin û peşêw
fîkirê le karî xo ken û bigrîn be ḧałî xow
her bê serî û ’edawetî xotane dête řêw
jêrdestî û îta’etî bêgane ta bekey?
şerme lebo me hênde jyan bê nîşan û nêw
meẍbûnî her mu’amele, meḧkûmî her kemêk
şahan be meḧwî ême debestin girê û girêw
gurdanî kurdekan! bexuda řojî ẍîrete
dest deyne xenceran û pyawane bêyne nêw
herkes ke bîrî tołe û cêy babî xoy nebê
ew bêbeşe le kurdî, derîken neyête dêw
boçmane mał û ser ke leser serwerî neçê?
kuř nabê qet bitirsê le zîndan û dar û çêw
pê hełgirin bigeynê, ke şeř, bome şayîye
dest têkgirin, direnge, ciḧêłane biçne nêw
çun dujminin legeł yek û bê ders û medresen
řawu denên becarê, le hewrazê bo nişêw
ew jînî bew řezałete bo çîte çawekem?
bipsêyn leřêy necatî weten ba be nêr û mêw
serçûnî text, řoynî ser darî pêdewê
xoşîme bew şehadetî şêxane nêwbenêw
kwan gurdî kurdekan, ke le tirsyan delerzî ’erz?
kê bû le şam şa bû, le mîsrê bibû xedêw?
azadî, serbexoyî û mîrîy û gewreyî
daway biken be zar û ziman û didan û lêw
ta key le baẍî xełkî be zîzî û be milkeçî
xoşe le baẍî ’êlî çinînî henar û sêw
bo wane her çî cwane le cê û dê û le jin, le mał
her şax û daxe bome, kuřî řeş, kiçî dizêw
her mîlletê le lawe ḧeqî xoy bedestewe
kurde ke serhełênê, dełên bote serbizêw
herçî debê, biła bibê, ḧeq her dełê ḧesenNasnava edebî
nîme leřêy weten ẍemî derkirdin û cinêw