le dił taqet nema yarim ke way kird

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  834 Dîtin
le dił taqet nema yarim ke way kird
biřî bendî ciger yarim ke way kird
be boney xałî kewte dawî zułfî
guriftare diłim çunkî xetay kird
be qanûnî tecennun kirdî zincîr
lebo te’dîb, te’zîb û cefay kird
le meşqî ’aşiqî bû çûne serdar
ferîzey xoy bu mecnûn wa eday kird
leser em dare bû wa buwete serdar
řoḧêkî bû le řêy ’îşqa fîday kird
le baẍî kameranî wesłî me’şûq
le her layekewe seyr û sefay kird
ke wa bû xadîmaNasnava edebî toş wabe bo xot
le ’îşqa namrî her kes keway kird