yar be xendey çawî mestî bû kewa diłmî řifand

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  784 Dîtin
yar be xendey çawî mestî bû kewa diłmî řifand
yek îşařey nazî bû bendî le cergimda pisand
we’deyî wesłî ke damê şorî mestîm kewte ser
min ke peymanim şikand ew şoxe peymanî şikand
hênde muştaqî cemałî bû nîgahî ḧesretim
quwetî nezzare perdey zû leser řûma diřand
şew le bezmî xasî xoy dulber bekes řêgey neda
min be bê ’arî le gułşen hatim û xom tê xizand
qasîdî ordûy beheşt bû bay seba sirwey ke hat
mujdeyî fesłî gułî îmřo be bilbil zû geyand
we’deyî wesłî be qetłî min eda dulber keçî
we’d û peymanî xîlaf bû çaweřê bûm ney geyand
sed ḧeyatî canfizay têda heye bo ew kesey
xoy le pêş mirdin leser xakî derî dulber mirand
hate bezmî ême zahîd xoyî wiřîş wimêzerî
saqî badey neda mutrîb be zwîrî ney dwand
men’î kird xadîmNasnava edebî gutî cêy řîşî to nabêtewe
řûy ẍezebnakî ke têy kird her wekû seg lêy miřand