le ḧesret ’eşqî ew şoxe le diłmaye hezaran ax

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  793 Dîtin
le ḧesret ’eşqî ew şoxe le diłmaye hezaran ax
weku mecnûn serî dana le hamûna minîş şo şax
be qanûnî miḧebbet her kesê bû kuşteyî tîẍit
le řûy qatîla nabê bika hawar û of û ax
be xende we’deyî wesłî eda ẍemzeş bekardênê
kesê neydîwe şoxêkî weha serbest wihem gustax
xedengî nawkî mujganî herga ebête tîr endaz
le her lawe dił û cergim wekû bêjing eka sorax
le berderkî xerabata minî dî pêy gutim xadîmNasnava edebî
eto lem cêgeye çîte? eto û kêw û şax û dax