’umrêke ke ’umirim be cefa serfî ẍemit kird

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  1201 Dîtin
’umrêke ke ’umirim be cefa serfî ẍemit kird
dewrêke neşatim be xeyałî elemit kird
qabîl be to hîçim nebû takû be fîdat kem
řoḧî bû ewîşim be nîsarî qedemit kird
cewrit hemû eltafe we zułimit hemû ’edłe
herçend le men’î nîgehêkim sitemit kird
dił maylî qendî lebî le’let bû megeswar
nayeytewe lam xoy be fîday qendî demit kird
bo zamî ciger zamî tire merhemî qurban
çend xoşe cefa û elemit boçî kemit kird?
nezzare be řûta eřjê wek ’ereqî guł
derḧeq be minî řût le řûta keremit kird
gahê be ẍezeb, gahê be xendem dedwênî
xadîmNasnava edebî diłî qurbanî diłî dem be demit kird