îmşew be xeyałî řuxî dulber seferim kird

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  877 Dîtin
îmşew be xeyałî řuxî dulber seferim kird
yadî diłî piř nałewdû çawî teřim kird
sed nałe be carê le diłim derçû le herla
her nałe be dunbałî kemalî eserim kird
’eksî řuxî ta hatewe aẍuşî xeyałim
e’zam hemû yek yek buwe çawu nezerim kird
eşkim ke le xwênawî ciger carîye îmşew
piř damenî sebirim le suruşka gewherim kird
bem yadewe etlêmewe ta feyzî seḧerî dê
wek subiḧ le damanewe çakî cigerm kird
lem řojewe ’îşqî řuxî mîwanî diłim bû
’eqiłim ke negunca legełî derbederim kird
mutrîb be ney û saqî be mey hatne meclîs
em bezme çe şurêkî lenaw meẍzî serim kird
sed coşî ḧelawet be mezaqî dił eda ney
bem zewqe be dił arezûy ney şekerim kird
tabê nîgehêkim nebû bo ’eksî cemałî
bê hoşî le sermabû ke zebtî nezerim kird
em mestî û xoşḧałî bew cîlwey řûye
xumbaze wekû damenî çînî seḧerim kird
pêm xoşe bizanim çeperî řû diłî birdim
xadîmNasnava edebî were soraẍî lelay şîşe germ kird