nîgarim řû le meyxane be ’îşwe û naz û temkîn hat
Li pirtûka:
            Dîwanî Xadim
        Berhema:
                Xadim (1895-1953)
        
             1 Xulek
             1390 Dîtin
        
        
    nîgarim řû le meyxane be ’îşwe û naz û temkîn hat
be pîşanî ẍezebnakî butî maçîn bû bo çîn hat
diłim bo maçî lêwî wek megez dewrî ’esel sûřa
keçî bê çare tûşî dawî tuřře mûy mîşkîn hat
nîgahêkim temenna bû le řûy dulber keçî axir
dû zułfî sunbul asayî beser ’arîz be perjîn hat
wekû ferhade serbazîm be tîşey ’îşqewe wextê
seday şîrînî dulber ger le her dû lêwî şîrîn hat
demî yeḧyayî mewta hatewe bo mirduwan emřo
nifiḧit fîh min ruḧîErebî le tarî zułfî mişkîn hat
lesayey kifrî zułfî dił seraser ẍerqî îmane
ke şewbo wesłî perwane be xoy û dîn û ayîn hat
le ḧałî nez’ima xadîmNasnava edebî ke dulber ḧazrî defne
le gwêma dengî ew şoxe be taha û be yasîn hat