bê newaw û řût û qût, kewtûme pêş xurşîdî řût

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  758 Dîtin
bê newaw û řût û qût, kewtûme pêş xurşîdî řût
boçî wa bê mirwetî to dadepoşî řût le řût?
menbe’î awî ḧeyate lêwî şekker barî to
xizrî eltafit nîşanî dam ełêy bîhênme řût
qet weku ebroy to nabê hîlalî yek şewe
ماە cîhan araye ema nek weku mahtabî řût
’alemêkî kirde mecnûn çawekey cadûyî to
şêt û şeyda bû ke dînî dîdeyî mařût řût
terkî mujganit ke kirdî ẍaretî sebir û qerar
dił esîrî çay zenxdane weku hařût le řût
dił perêşan bû ke dîtî herdû zułifit ḧarîsin
herdû wek dû marî cengî wa beser em gencî řût
bergî bê bergî nîşanî xel’etî îmanme
wa be řût wiqûtî xadîmNasnava edebî xoy min besme řût