şew le coşî bezmî gułşen yarî dêrînim nehat

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  786 Dîtin
şew le coşî bezmî gułşen yarî dêrînim nehat
serû qed û gułřux û hem mahî nexşînim nehat
gerçî saqî mey edamê, mutrîbîş ney lê eda
dił le neş’ey ḧusnî meḧrûm boçî teskînim nehat
şem’ û gił, perwane û bilbil, hemû meşẍûłî ’eyş
dulberî min bo tesellay qelbî ẍemgînim nehat
dił xerîkî bêstûnî sîneme wek kohken
ta bikêşê neqşî şîrîn yarî şîrînim nehat
bo temaşay gułşen û fikir û xeyałî wesłî yar
řoj û şew yek leḧze xew bo çawî gułçînim nehat
çawî bîmarî kewa bîmarî xistûm lecê
carê bo pirsînî eḧwałim be bałînim nehat
ta seḧer satê nebû ẍafił legryan çawekem
çî bû ya řeb boçî qet’î eşkî xwênînim nehat?
kafiristanêke zułfî ’arîzî dapoştuwe
boyî xadîmNasnava edebî çawenorim řewneqî dînim nehat